Dilbixwîn Dara: Pêşkêşkarekî serkeftî ye, lê nikare xwe ji raburiya xwe ya siyasî rizgar bike.
– Behzad Mîran dikare ji xwe re karekî din bike, ez Kawa Şêxê nabînim rojnamevan, Û Fayiq Elyûsif zimanê wî alîkariya wî nake!
– Ragihandina Azad li Rojavayê Kurdistanê bi tenê navekî mezin e.
– Ciwantirîn rapor li ber dilê we salvegera koçkirina hunermendê mezin Mihemed Şêxo û axaftinên dayika wî.Li radio, rojname, malper û 5 kenalên televiziyonî de min kar kiriye
min û hevalê xwe Biradost Azîzî wek nerazîbûnekê ji kenala KNN me dest ji kar berda û em çûn kenaleke din.
Rastiya herî tehl: Kenalên Kurdî ji aliyekî siyasî re dibin def û zirne û li çepikan dixin.
Hevpeyvîn: Ehmed bavê Alan
– Di despêkê de em dixwazin we nas bikin?
Pirsa herî zehmet ji bo min ew e ku ez xwe bidim naskirin.. Ez di dawiya salên 70’î de li nêzikî Dirbêsiyê jidayik bûme, min li zanîngeha Şamê zimanê Firensî dixwend pişt re ez çûm Herêma Kurdistanê û min li wir jî li zanîngeha Silêmaniyê xwend, ev nêzîkî 10 salane ez karê ragihandinê dikim.
Min Ji sala 2010an de jiyana hevserî ya hevjîniyê pêk anî û keçeke min 3 salî bi navê Sava heye.
– We çend salan li Herêma Kurdistanê kar dikir û pê re jî we xwendina xwe dişopand?
Ez di serhildanekê de çûm û di şoreşekê de careke din vegeriyam, piştî qewrandina me ji zanîngeha Şamê ji aliyê rîjêma desthilatdar li Sûriye, ez û çend hevalên xwe yên xwendevan em naçar bûn ji Rojava derkevin û berê xwe bidin herêma Kurdistanê, û di Êlûna 2012an de ez û hevjîna xwe û keça me ya 9 mehî wê demê, bi qaçaxî û di şeveke reş û tarî de em vegeriyan nav Rojavayê Kurdistanê.
Ez 9 salan li Herêma Kurdistanê mam, min li zanîngeha Silêmaniyê dixwend û min karê ragihandinê dikir.
Li Radyo, Rojname, Malper û 5 kenalên televiziyonî de min kar kiriye.
Çîrok û serpêhatiyên kar û yên xwendinê li Herêma Kurdistanê gelek in, ez niha pirtûkeke taybet bi biranîn û jiyana xwe ya li wir amade dikim.
– Wek raghêner di despêka şoreşa Sûrî de we çi kar kir, û we çawe karê ragihandinê xist xizmeta vê şoreşê de?
Ez wê demê li kenala KNN de bûm, ev kenal ya “Tevgera Goran” bû ku di wê demê de aliyê serekî yê opozisyona Kurdi li Herêma Kurdistanê û Iraqê bi giştî bû, lewra wan ew derfet da me ku em bi azadî pirsa şoreşa Sûriye û rewşa Rojavayê Kurdistanê ji nêzîk ve bişopînin, heya piştî salekê ji destpêka şoresê vê kenalê siyaseta xwe guhert, û êdî min û hevalê xwe Biradost Azîzî wek nerazîbûnekê me dest ji kar berda û em çûn kenaleke din.
Di arşîfa min de, bêtir ji hezar reportên televiziyonî hene ku min bi xwe ew amade kirine û di çend kenalan de hatine weşandin.
– Ji me re li ser karê xwe di Rûdaw TV de biaxive, çawe têkilî çêbûn, û projeya we ji bo pultena Rojava?
Piştî ku ez di Êlûna 2012an vegeriyam nav Rojavayê Kurdistanê, bi demekê û bi taybetî di dawiya Gulana 2013an de, çend dostên min gotin ku vaye kenaleke nû dê vebe û dê gelekî pêşketî be, ez jî di wê demê de çûm Başûrê Kurdistanê û me rêveberiya kenalê dît û me bi hev re girêbestek imza kir.
Ez wek nûçegihanekî min nûçe û report dişandin ku piraniya wan di bultena taybet bi Rojava de dihatin weşandin, çi pirojeyên min yên taybet ji bo vê bultenê nebûn, bi tenê min weku nuçegihanekî karê xwe yê rojane dikir.
– Nûçe çawe di Rûdawê de derbas dibûn Anku (bixêrîka Nûçeyan) di Rûdawê de, kî û çawe nûçe amade dikirin?
Rûdaw saziyeke ragihandinê ye pir mezin e, di nav kenalên Kurdî de heya niha kes nikare bide pêşiya Rûdawê û qayîşê bi wê re bikişîne, di vê saziyê de ji her kesekî re karek hatiye destnîşankirin.
Li baregeha serekî ya Rûdaw li Hewlerê, tevahiya nûçeyan têne komkirin, û her bulteneke nûçeyan serperiştiyarekî wê heye. Di Rûdaw de azadiyeke berfireh heye, nûçe ji tevahiya parçeyên Kurdistanê û bi her rengî dihatin weşandin.
– Bi we re derbas bûye ku we rapora xwe yan jî hin nûçe şandine, û ew hatine guhartin û çima?
Rast e, çê bûye, sedem jî gelek in, di saziyên mezin de, gelek caran kesên wisa peyda dibin ku ji xwe pê ve kesekî din nabînin, ew kes gelek caran dibin rêgir li ber weşandina çend report û nûçeyên peyamnêran de.
– Rûdaw Tv berevaniya peyamnêrê xwe dikir?
Belê, Rûdaw heya radeyekê dikare peyamnêrê xwe biparêze, lê rewş li Rojava ne wek ya Başûr e, bi taybetî di aliyê karinên parastina nûçegihanan ji aliyê rêveberiya Rûdawê ve.
– Mihemed Mehûmd Beşar di karê xwe yê rojnamevanî de pêrgî çi astengiyan hatiye?
Astengiya herî mezin ew e ku kenalên ragihandinê bûne alî di nakokiyên di navbera hêz û partiyên Kurdî û Kurdistanî de.
Rastiya herî tehl: Kenalên Kurdî ji aliyekî siyasî re dibin def û zirne û li çepikan dixin û her heman kenal ji bo aliyê din dibin serê rimê û devê tivingê û şerê qirkirinê didin meşandin. Di vê ortê de rojnamevanên bê alî bacê didin û bi vî agirî dişewitin.
– Hûn çend caran hatine girtin, û çima?
Piştî vegera xwe di 2012an û heya niha min serdana gelek cihan kiriye, ji bilî bajarên devera Cezîrê, min serdana Girê Spî, Kobanê, Cerablûs, Izaz û Efrînê ji kiriye, lê ez di van dû salan de carekê tenê hatime girtin ew jî ji aliyê “YPG” ve bû.
Li vî welatî girtina rojnamevanan bûye modêlek lewra gelek behane têne dîtin da ku rojnamevan bêne girtin, piştî serbest berdana min, navê min wek qaçaxçiyekî mezin û bazirganê mirovan ji aliyê saziyekê ve derket ku xwedê giravî ew sazî xwe dibîne ji bo parastina azadî û jiyana rojnamevanan.
– Nerîna te li ser karê Ragihandina Azad li Rojavayê Kurdistanê?
Bi tenê navekî mezin e.
– We fort û gef di karê xwe yê rojnamevanî de xwarine?
Belê. Gelek caran, ez dê di pirtûka li ber destê xwe de bi awayekî berfireh behsa wan bikim.
– Wek ragihêner we çawe rewşa Kobanê şopand, û ragihandina Kurdî li gor vê bûyara mezin bû gelo?
Mixabin, eve çend meh in min dest ji karê ragihandinê berda ye, lê ragihandina Kurdî karibû karekî baş ji bo xelkê Kobanê bike. Kêmanî hene, lê li gor qonaxên berê, ez dibînim ku pêşketinek heye.
Lê bi giştî êş û zehemetiya ku xelkê me yê kobanê kişandin, divê bi dehê salan kenalên Kurdî bername û reportên li ser wê çê bikin, heya ku bikaribin beşekî ji êşa vê xelkê bidin xuyakirin.
– Berê û niha jî, hûn dibînin ku Rûdaw Tv, di nûçeyên xwe de bêlayen û serbixwe ye?
Bêlayen û serbixwe dû peyvên gelekî mezin in, yek kenal li seranserê dunyayê serbixwe û bêlayen tune ye.
– Te çima ji Rûdaw TV berda, sedama wê girtina te ya dawî bû gelo?
Yek ji sedeman girtina min ya dawiyê bû, û çend sedemên din ji hebûn.
– Ji çêkirina nûçyan tu niha Şîravê (Esîrê) çêdike, ev çi biryar bû ku we da?
Carinan karê ragihandinê min derbasî nav odeyên tarî dikir, lê di warê firoşgeha min rengîn in, û deriyê wê di her demê de vekiriye.
Heya ku rewş baş bibe û azadiya rojnamevanan bê misoger kirin ez ê careke din vegerim karê xwe ye rojnamegeriyê.
– Ciwantirîn rapor li ber dilê we?
Reporta min ya taybet bi jiyana zarokên Serêkaniyê re di dema şer de, û ya din jî reporta taybet bi salvegera koçkirina hunermendê mezin Mihemed Şêxo û axaftinên dayika wî.
– Di ragihandina kurdî de, zimanê kurdî di çi astê de ye?
Ji saziyekê heya saziyeke din asta ziman tê guhertin, lê bi giştî pêşketineke berçav heye.
– Nerîna te di van bêjeran de:
Dilbixwîn Dara:Rûdaw: Pêşkêşkarekî serkeftî ye, lê nikare xwe ji raburiya xwe ya siyasî rizgar bike.
Mihemed Xêr Dawid: Gelê Kurdistan: hêsirek di çavê wî de maye, lê karekî baş dike!
Behzad Mîran: Berî niha ARKtv: Dikare ji xwe re karekî din bike!
Kawa Şêxê: Ronahî tv: Şanogerekî baş e, lê ez wi nabînim rojnamevan!
Fayiq Alyûsif: Oryent: Hewl dide ku xwe pêş bixe, lê zimanê wî alîkariya wî nake!
Lava Derwêş: Oryent: bêjereke serkeftî ye, divê di kenaleke baştir de kar bike!
– Hûn li kîjan kenala Kurdî bêtir temaşe dikin?
Ez tevahiya kenalên Kurdî dişopinim, lê yên herî bêtir Rûdaw û NRT tv.
– Tu çiqasî bi xaka xwe ve girêdayî ye?
Min biryar daye ez li ser xaka welatê xwe bijîm û her li ser vê xakê ez bimirim.
– Gotinek dawî?
Serkeftinê ji rojnameya Bûyerpress re dixwazim, û ez hêvîdar im ku rojnameya we bibe rojane.
Ev hevpeyvîn di Rojnameya bûyerpress hejmara (5) Hatiye weşandin