Aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê di civînên xwe yên dihokê de hîn negihiştine ti rêkeftineke dawî û xala hêza leşkeî ya hevbeş jî hatiye paşxitine.
Ji roja 14ê Cotmehê ve, Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV–DEM) li bajarê Dihokê yê Başûrê Kurdistanê dest bi civînên xwe kirine, ji bo gihiştin bi rêkeftinekê ku bibe zeviyek ji karê hevbeş yên her du aliyan re li Rojavayê Kurdistanê.
Endamê Konseya Rêveber a TEV–DEMê Aldar Xelîl derbarê zaniyariyên dawî li ser civînên navbera wan û ENKSê ji BasNewsê re got: “Li ser pirsa rêvebriya xweseriya demokratîk em ligel ENKSê gihiştine rêkeftinek destpêkî, lê hê rêkeftina dawî pêk nehatiye, xalên din jî bi heman awayî ne, lê dibe di civînên îro de em bighin rêkeftineke dawî.”
Di vê derbarê de jî, Berpirsê Doseya Rojavayê Kurdistanê li Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Hemîd Derbandî ji BasNewsê re gotibû: “Duh danê êvarî ENKSê û TEV–DEMê li ser xala rêveberiya xweseriya demokratîk lihev kirin, ku ew yek ji her 3 xalên cihê nakokiyê ye di navbera her du aliyan de.”
Derbendî da zanîn jî ku, dê civînên her du aliyên siyasî yê Rojavayê Kurdistanê li bajarê Dihokê berdewam bin heta “Gihiştin bi rêkeftinek herdemî.”
Li ser pirsa avakirina hêzeke leşkerî ye hevbeş li Rojavayê Kurdistanê, Aldara Xelîl da zanîn ku ew pirs di civînên Dihokê de wê neyê gotûbêj kirin û got: “Dema ku her du alî vegeriyan Rojavayê Kurdistanê, dê komîteyek hevbeş were pêkanîn ji bo encamdana danûstandinan ligel serkirdatiya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Serokê Desteya Bergiriyê di rêveberiya xweser de, ji bo avakirina hêzek hevbeş, li gor encamên wan danûstandinan dê biryara dawî li ser pirsa avakirina hêzeke hevbeş bê dayîn.”
Derbarê gihiştina alîkariyên leşkerî û mirovî, ji çek û teqemeniyan û alîkariyên pizîşkî, bo şervanên Kurd li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê, ku ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye peydakirin û balafireke ser bi Hêzên Ezmanî yên Amerîka ve bi erkê gihdanidna wan bo şervanên Kurd rabûbû, Aldar Xelîl got: “Em niha nikarin ti zaniyariyek di vê barê de bidin, lê dikarin bibêjin ku dê ev alîkariyên leşkerî bihêlin em ji qonaxa bergiriyê derbasî qonaxa êrîşkirinê bibin.”
BasNews