Nûnera Êzîdiyan li Parlemana Îraq`ê Viyan Dexîl têkest kir ku, Êzîdî Kurdên resen in û amaje bi wê yekê kir ku, heya niha 3 hezar Êzîdî di destê çekdarên Dewleta Îslamî a Îraq – Şamê (DAIŞ`ê) de mane.
Piştî ku duhî Mîr Tehsîn Beg di Kenala Erebiye de hêriş kir ser Viyan Dexîl û got: Ew nûneratiya Êzîdiyan nake her weha amaje bi wê yekê kir ku, Êzîdî ne Kurd in, lê Mesîhî û Kurd bi wî xweş in, îro jî nerazîbûn li hemberî van gotinan li ser tora civakî derketin holê.
Li hemberî van gotinan Dr. Viyan Dexîl taybet bo Malpera Xendan ragihand ku, ez nikarim tu gotinekê li ser Mîr Tehsîn bikim jiber ku ew mîrê Êzîdiyane, lê ez daxwaz ji xwîşk û birayên xwe dikim ku jiber van gotinan dilgiran nebin û got:Em weku Êzîdî Kurdên resen in û ziman û qewlên me yên ola Êzîdiyan bi Kurdî ye.
Dr.Viyan Dexîl amaje bi wê yekê kir ku, Kurdan bi dehan qurbanî ji bo me dane û bi hezaran malbatên me hembêz kirine gunehe ku îro em gotinan li ser Kurdbûna xwe bikin.
Derbarê hejmarê Kurdên Êzîdî ku heya niha di destê çekdarên Dewleta Îslamî a Îraq – Şamê (DAIŞ`ê) de ne Viyan Dexîl Parlementera Îraq ya ser Lîsta Partî Demokrata Kurdistanê (PDK) got: Hejmara wan nêzîkî 3 hezar kes in ku jin û zarok û pîr û ciwan in lewra em hêvî dikin ku di demeke nêzîk de şengal bê azadkirin û ew jî ji destê çekdarên Dewleta Îslamî a Îraq – Şamê (DAIŞ`ê) azad bibin.
Xendan