BÛYERPRESS
Dildarê Mîdî
Gundî tev li dengê wî haybûn , bandike û dibêje ,hêwaaar ne dermanê Kêçan , dermanê baş , dermanê qenc ji îro pêve hûn dê kêçan nebînin hûnê ji kêçan rehet bibin .
Wek hûn dizanin ku zemanê berê , yek ji pirsgirêkên jiyana gundiyan ew bû , ku êvaran bi şev ji ber kêçan ne dirazehan û xew li wan bi hisret bû .
Gundî tev li wî kombûn û her yekî ji wan , li gor pêwistî û derfetên xwe dermanê kêçan ji xwe re kirîn û pêre jî pir kêfxweşbûn .
Hin ji wan vegeriyan malên xwe û hin li hevdu kom man .
Yekî ji gundiyan pirsî û got :
Aniha hûn dizanin em dê çawa vî dermanî , bi kar bînin ??
Hemiyan bi hevre gotin :
Na wele em rê û rêbazên bikaranîna vî dermanî nizanin .
Mane me xwe ji bîr ve kir û me ji mêrikê dermanfiroş re ne pirsî , ka çawa ev derman tê bikaranîn ??
Yek , dido ji gundiyan bi du dermanfiroş ketin , heta gihane wî û gotin :
Ka heyran te ji me re ne got , ka ev derman çawa tê bikaranîn ?
Mêrik got :
Bi xwedê we ne pirsî û min jî xwe ji bîr kir û got :
De base,piştî ku we kêça xwe girt hûnê hêêdîka çavê wê vekin û tozikekê ji wî dermanî berdin çavê wê , eger gêjnebû û ne mir , hêêdîka deynin erdê û bi serê pêlava xwe , wê biperçiqînin û dev jê berdin .
Tevan spasya wî kirin û kêfxweş û dilşad vegeriyan malên xwe .. !!!!!!!!
Ev Nivîs Di Rojnameya Bûyerpress’ê De Hatiye Weşandin