BÛYERPRESS
Deham Ebdulfetah
Di pirtûka “Somer û Ekkad” de [1]ev evsaneya somerî hatiye nivîsîn : Rêvî ji jina xwe re got : Hilo, ez ê bajarê “Orokê” di nav diranên xwe de, wek qîvarekî bihêrim, ez ê “kulabê”[2] weku pêlavekê bi lingê xwe ve girêdim û wê li pey xwe bikişînim ! Dema ku nêzî bajêr dibin kûçik (seh) pêjna wan dikin û direyin . Rêvî radiweste û berê xwe dide jina xwe û bi tirs dibêje : “Çimit mal, Çimit mal”, hêj em li derve ne êrîşî me dikin…
– Kurdî : (Biçim mal, biçim mal)
Bi dîtina min, lihevhatina çend gotin û hevokan têra me nake ku em bibêjin, Somerî Kurd in, yan jî Kurd ji paşmayên Someriyan in .
Ev rast e, lê pirsa li pey vê rastiyê jî ev e :
Eger girêdaneke regezî, di navbera Kurd û Someriyan de tunebe, gelo ev gotinên hevbeş ji kû hatine ?!
– Di navbera salên (2160-2110) ên BZ de Gotiyan desthilatiya xwe li herêma Mîzobotamyaya jêrîn kiriye û di navbera salên (1600-1200) ên BZ de Kasiyan jî li wê herêmê desthilatî kiriye . Ev her du gelên dêrîn nişteciyên Zagrosê bûn û têkiliyeke dîrokî di navbera wan û Kurdan de hebû .
Vêca reng e ku ew bandora zimanî, di wê qonaxê de bûbe .
Dibe jî, ku ew bandor di rêçikên bazirganiya ku di navbera Somerî , (li başûr) û nişteciyên çiyayan (li bakûr) de bûbe .
Ji ber ku dîroknas, wê têkiliya bazirganî tekez dikin ku wê demê hebû .
– Li gora ku hatiye zanîn, Somerî jî Arî ne (Hindo-Îranî) ne . Vêca dibe ku ew bêje û gotinên ku di navbera zimanê Kurdî û yê Somerî de hevbeş in, ji wê koka Arî , di nav her du zimanan de mabin !
Li dûmahiya vê ronîkirinê em dikarin bibêjin, ev gotin ji kû hatibin û çawa bûbin hevbeş bila ew be, lê herî ne besî me ne ku em bibêjin, Kurd Somerî ne yan Kurd ji Someriyan in . Li vê gorê jî ne durist e ku em bibêjin zimanê Kurdî paşmayekî zimanê Somerî ye !
Zimanê Avistayî
Bandora Avista û zimanê Avistayî li gelên herêmê û zimanên wan bûye .
Mes’ûd Mihemed di derbarê rola Avista de dibêje
” Çi tê gotin bila bê gotin, lê ya herî rast ew e ku bandora Avista ji hêla olî, rewşenbîrî û zimanî ve li gelên Arî bi giştî ron û eşkere ye . Wê bandorê heta destpêka Islamê jî berdewam kiriye “.
Ew dema ku Zeradeşt tê de jidayik bûye , bi hûrbînî nehatiye nasîn . Hinek dîroknas dibêjin, Zeradeşt di sedsala heftem ya BZ de bûye, hinek jî dibêjin, Zeradeşt di sedsala nehem ya BZ de hatiye dinyê. Bi rastî, çi belge li ber destê kesî nîne ku karibe bi hûrbînî wê demê destnîşan bike . Lê tiştê ku piraniya dîroknasan tekez kiriye ew e ku Zeradeşt li herêma bakûrê rojavayê Îranê jidayik bûye . Anku, li herêma Mukriyan , başûrê Deryaceya Ormiyayê .
Li gora ku dîroknas tekez dikin, Zeradeşt ji welatê bav û kalên xwe berû herêma Xurasanê ve koçber bûye û li bajarê Belxê niştecî bûye . Li wê herêmê dest bi belavkirina peyamên doz û xwazyariyên xwe kiriye . Avista jî li wê herêmê pêk hatiye .
Di vê pêvajoyê de mirov tûşî pirsekê dibe :
Gelo Avista bi zimanê Zeradeşt û bav û bapîrên wî hatiye nivîsîn, yan bi zimanê welatê koçberiyê yê ku lê jiyaye ?!
Bi dîtina piraniya karnasên zimanên dêrîn, Avista bi zimanê Zeradeşt ê dayikê, zimanê welatê ku lê bûye û lê mezin bûye hatiye nivîsîn….
Ev Nivîs Di Hejmara 86’an a Rojnameya Bûyerpress’ê De Hatiye Weşandin