BÛYERPRESS
Yek ji zimannasên kurdiyê yê sedsala 21’ê ye ku hem bi helwesteke nûxwazî, hem jî bi armanca parastina reh û koka hêmanan, di qada zimên de dixebite. Zimannas Bahoz Baran, sala 1982’yê li Lica Amedê hatiye dunyayê. Xwendina xwe ya seretayî, navîn û amadeyî li Licê qedandiye, paşê li Zanîngeha Dîcleyê, beşa perwerdehiyê kuta kiriye. Herî dawî, sala 2015’an tevlî Zanîngeha Mardîn Artukluyê bû û tê de beşa kurdî xwend, heta ku lîsansa bilind qedand.
Aniha edîtorê Weşanxaneya Wardozê û xebatkarê Weqfa Mezopotamyayê ye.
Berhemên wî:
– Rêzimana Kurmancî, Zimannasî, Li gel Mîkaîl Bilbil, Weşanên Enstituya Kurdî ya Amedê, 2008
– A Baş, Çîrok, Weşanên Belkî, 2010
– Rêzimana Kurmancî, Zimannasî, Weşanên Belkî, 2012
– Derb, Çîrok, Weşanên Avestayê, 2014
– Ferhenga Bişaftinê, Ziman, Weşanên Wardozê, 2017
– Motik, Meselok\Folklor, Weşanên Wardozê, 2018
– Rêzimana Kurmancî, Zimannasî, Weşanên Wardozê, 2018
Hevpeyvîn: Ferîd Mîtan
– Rojnameya Bûyerpressê sipasdara cenabê te ye ji bo evê hevpeyvînê.
Ji bo vê derfetê, ez malavayîya we dikim.
– Serê pêşîn, ez ê çar salan bi şûn de vegerim û keysa xwe ji evê derfetê bînim. Dema ku mirov bi çevê kirînê li “Derb”a te dinihêre, nizane ka çawa bide polandin û di kîjan refê de bi cih bike; wêrekî û cesareta vegotinê tê de berz e, her çi qas bi honkaziyeke nûjen (modern) hatiye lêkirin, lê rengê zargotin û folklorê tê de serdest e!
Di warê çîroknûsîya modern da, hîn gelek qonax ji me ra divên. Lê divê mirov derba ewil li qaliban bixe. Qalibên pûç û vala ên li ser nivîsîna çîrokan. Min ji wê derbê dest pê kir û li serbestîya axaftinê çûm. Axaftina kurdan ji nivîsara wan wêrektir, serbesttir, xweştir û rewantir e. Ez dixwazim ruhê wê axaftinê derbasî çîroknûsîyê bibe. Nivîsara kurdî ya îro esirandî ye, bêhnteng e, ne serbest e, di nav şayesandinan da fetisîye.
Wextê dibêjin zimanê wî folklorîk e, qesta çi dikin? Qest ew e ku guh daye kal û pîran, guh daye kelepora xwe, guh daye zimanê xas. Bi min ev tiştekî muhîm e. Di çîroknûsîya bakurî da, meseleya herî mezin, meseleya zimanî ye. Gelek caran mirov ji zimanê wan tiştekî fam nake. Çima? Ji ber ku ew ziman ji eslê xwe dûr e.
Şaşîtîyek jî heye, di warê helbestê da jî ev heye, xwe li peyv û mijarên qerase digirin, dibêjin qey wextê bi gotinên qerase qala tiştên qerase bikin dê bi ser bikevin. Na, ne wisa ye ev. Qala mirîşka xwe jî bike, qala pisîka xwe jî, qala goga xwe jî bike, cesaret bike qala tira ku hevalê te rezîl kirîye jî bike, di meseleya “mijarê” da mirov dibêje qey li bakurî kurd der-jîyan in, ev jî rê li ber serbestîya wan a nivîsê digire.
Di hemû karan da wisa ye, lê ez dixwazim ji bo çîroknûsîyê vê yekê bibêjim, lazim e, mirov karê xwe tim bidomîne, nesekine, hinek hene ez dibînim bi çîrokê dest pê dikin û hema dixwazin xwe çengî romannûsîyê bikin. Min dîtîye ew kes gelek caran jî bi ser neketine. Çima qey çîrok sivik e? Çima qey çîrok li wan nafesile? Peyva çîrokê di nav xelkê da piçekî sivik e, xelk carna dibêje, “Dev ji van çîrok mîrokan berdin!” Gelo dibe ku ji ber vêya be?
– Di parastina ziman û çanda neteweyê kurd de, xwedîderketina li folklorê hêmaneke sereke ye. Lê -li gorî dîtina min- di warê nivîsîna nûjen de jî, eger tu tûrikê folklorê neavêjî ser milê xwe, tu bi rê ve naçî. Ji bo te, di kurdiyê de, ta çi astê gerek e mirov folklor û nûjeniyê bigihîne hev, an jî yekê ji ya din re bike bingeh?
Folklor hîmê esasî yê zimanî ye. Hemû warên hunerî û zanistî mecbûr in bi awayekî bi folklorê ra hevaltîyê bikin. Kesê ku ji wê dermale nebe, xav e, rijî ye. Lê divê mirov di nav qalibên folklorî da nivîsa xwe nefetisîne. Bikare teql lê bixe, lê zêde bike, sînorên wê derbas bike. Tu kes nikare, zimanekî nû biafirîne, her kes li ser koka xwe şîn tê.
Lê eger pirsa nûjenîyê bê kirin, divê em bibînin ku jîyana kurdan diguhere, berê wan bêhtir li bajaran e, lê li bakurî jîyana bajaran jixweber çênebû, piştî şewata gundan hema di carekê da berê kurdan ket bajaran, jîyana bajaran li wan nefesilî û kurdî nebû zimanê bajaran. Peyvên me, gotinên me li gundan asê man, ber nexwarin, neketin warên din, loma ya folklorî li cîyê xwe ma.
(Lazim e mirov ji kozika xwe derkeve, dinyayê bibîne.)
– Di kurdiya nivîskî de, di hevoksaziyê de qelsiyek heye. Gelo vexwarina ji mîrate û gencîneya zargotinê, dikare ji bo bipêşvebirina hevoksaziyê bibe navgîneke kêrhatî?
Pêşî divê em ji xwe bipirsin, nivîsa roja me çima qels e? Kal û pîrên me, dê û bavên me, zimanê me ji me çêtir dizanin, lê qelem di destê me da ye. Kesên ku dinivîsin, xwende ne, ev xwendin gelek caran bi zimanê serdestan çêbûye. Loma xameya me xam e. Danûstendina me ya bi mezinên me ra, a bi kelepora me ra, folklora me ra dê qelema me xurttir bike. Wekî din rê û dirb nîn in.
Ziman gerek bê xebitandin, ne di warekî da, di gelek waran da. Em nikarin qîma xwe bi mîrateya xwe bînin. Lazim e mirov ji kozika xwe derkeve, dinyayê bibîne. Mixabin kurd gelek caran pirtûkên edebîyata dinyayê ji zimanên serdestên xwe dixwînin, ev jî rê li ber ramîn, xeyalsazî û atmosfera zimanî digire.
(“WEHŞÊ DI HUNDIRÊ MIN DE, 99 MORÎKÊN BELAVBÛYÎ, AUSLANDER BEG, ji gelek alîyan ve û bi taybetî ji alîyê zimanî ve pirtûkên qels in.)
– Di navbera çîroka Fu’ad Temoyî, derketina Hawarê û hin berhemên din de lihevnekirinek li ser destpêka wêjeya kurdî ya nûjen heye. Tu kîjan serdemê ji wêjeya nûjen re dikî destpêk û di roja îroyîn evê nûjeniyê xwe gihandiye kû derê?
Pirsên ku li destpêka tiştan digerin, xizmetê ji çira dikin? Ez ê dev ji destpêkê berdim, li roja me binêrim. Bi min tişta ku edebîyatê dike edebîyat rexne ye ku hîmên wê di edebîyata me da sist in. Li dinyayê tecrûbeya vê yekê heye, xelkê gotina xwe kirîye, em dikarin ji pirtûkên heyî sûd wergirin, bê rexne çi ye û çawa tê kirin. Bi qasî ku min dîtîye tehemula gelek kurdan ji rexneyê ra tune ye, zora wan dihere wextê tên rexnekirin. Loma rewşa edebîyata me ya nûjen ne baş e. Kom û komik derketine meydanê û ji hêla rexneyê ve berê edebîyatê dane pesn-edebîyatê. Ji serê sibê heta êvarê pesnê hev didin –car jî hevdu reş dikin– nahêlin kes wan rexne bike, du gotinan bikî êrîşî te dikin. Lê çi dibe bila bibe, gerek em rê bi rexneyê bixin. Di vê babetê da sûcê weşanxaneyan jî heye. Gelek caran pirtûkan baş nanirxînin, bersiva wan her ev e “Pirtûka te ne baş e.” “Pirtûka te baş e.” Ev ne rexne ye. Eger weşanxaneyên me, pirtûk rexne bikirina û rexneyên xwe bidana ser hev, aniha dê pirtûkeka qerase a rexneyan derketa meydanê. Me dê bidîta kêmanîyên edebîyata nûjen çi ne. Lê ev nehatîye kirin. Li ser meseleyê, eger li ser pirtûkên Helîm Yûsivî rexneyin hebûna, bi min dê qelema wî xurttir bibûya, “WEHŞÊ DI HUNDIRÊ MIN DE, 99 MORÎKÊN BELAVBÛYÎ, AUSLANDER BEG, ji gelek alîyan ve û bi taybetî ji alîyê zimanî ve pirtûkên qels in. Kes li ser wan nanivîse. Ev jî hêz û şîyanê nade nivîskarî. Ji bo gelek nivîskarên me yên navdar jî ev wisa ye.
Wekî din jî, werger dikare xizmetê ji edebîyata nûjen ra bike û bigihêne qonaxeka din, lê ne wergera roja me ya xav. Bi nîvkurmancîya xwe tu rabî wergerê bikî, dibe ku tu zirarê jî bidî zimanê xwe. Werger lazim e bi pisporî bên kirin. Wergera ku li bakurî, tehma kurmancîya xas nade me, gelek caran hevokên wê şikestî ne.
– Dixwazim bizanim, piştî amadekirina “Ferhenga Bişaftinê”, di mijara bişaftina kurdan de tu gihayî çi encamê û çi rastiyên veşartî hebûn ku te vedîtin?
Kurdên li bakurî ji alîyê zimanî da xemsar in, sersar in, guh li rewşa zimanî nakin. Dikarin pir zû terka zimanê xwe bikin. Ji bo hûn terka tiştekî, kesekî bikin lazim e pêşî ew tişt li ber çavên we bê reşkirin. Li Bakurê Kurdistanê qîmeta kurdî kêm e, kurdî hatîye reşkirin, loma kurd, kurdî –yanî xwe– terk dikin, dev ji xwe berdidin. Ev mesele ne li ser bala xelkê ye. Sîyasetmedar jî jixwe ji tasa zimanê wan avê vedixwin û tu polîtîka û bernameyeka wan a li ser zimanî tune ye. Divê em ji bîr nekin li Bakurê Kurdistanê 25-30 milyon kurd dijîn. Xwendin û nivîsîna bi kurdî pir kêm e, 25-30 milyon kurd hebin, xwendevanê pirtûkan nagihêjin 5-10 hezarî. Dîsa eger di vî warî da em behsa weşanxaneyan bikin, li Bakurê Kurdistanê weşanxaneyên kurdan, ên herî mezin jî tê da –yek didu tenê bi kurdî çap dikin pirtûkên xwe, bi qasî ku ez dizanim “Belkî” û “Wardoz” in– bi piranî ji pirtûkên “tirkî” xweyî dibin.
Di meseleya bişaftinê da, rewşenbîr û nivîskarên me jî bêdeng in. Piştî girtina sazî û dezgehan, ez dibînim hinek ji wan xwe li zimanê serdestan digirin, bi zimanê serdestan dinivîsin û xwe li ber çavên wan û kurdên bişaftî şîrîn dikin.
Ji bo bişaftina li bakurî çima ji parçeyên din ên Kurdistanê qet deng dernakeve? Ev jî pirseka muhîm e ji bo me. Eger ji bo çareserîyê tu bibêjî, gerek ji bo têkoşîna li hemberî bişaftinê sazîyek bê avakirin, bername û plan hebe. Hema bi çeqoberî û xebatên şexsî em nikarin bi vê nexweşîyê ra herin serî.
– Li bakurê welêt, ji endamên civakê û gundiyan bêhtir, rêber û siyasetmedarên ku ji bo doza kurdî dixebitin hatine bişaftin. Tu çawa vê diyardeyê rave dikî?
Gundî li gundên xwe man. Têkilî karên dewletê nebûn. Dewletê, berê kurdên din da xwendinê û bajaran, li bajaran û bi rêya xwendinê kurd hatin bişaftin. Sîyasetê di serê ewil da, bi zimanê dewletê karê xwe kir, propagandaya xwe jî her wisa. Bere bere ev belav bû û bû hûtekî heftserî. Sîyasetmedarên ku bi dewletê ra bi zimanê dewletê didan û distendin wextê vegerîyan hatin nav gelê xwe, wan terka zimanê dewletê nekir. Sermîyanê sîyasetmedaran, zimanê serdestan bû. Hîn jî wisa ye.
– Weşanên Wardozê hetanî aniha çi berhem weşandine û ji bo demên bê çi xebat û proje hene?
Heta niha me 15 berhemên folklorî, yek li ser bişaftinê û yek li ser rêzimanê 17 pirtûk weşandine. Bala me bêhtir li ser folklorê ye, lê di warên din da berhemên baş hebin em ê çap bikin. Em li ser kovara Hawar, Ronahî û Roja Nû-yê xebitîn, me folklora wan derxist û bûn sê pirtûk. Em ê wan di demeka nêz da çap bikin, pirtûkên Celîlê Celîlî hene dîsa. Wekî din jî hevalên me berhevkarîyê dikin, hin pirtûkên wan jî hene. Li ser hinek dengbêj û stranbêjan dosyayên me hene. Em ê li ser hînkirina zimanî û pirtûkên zarokan jî xebatinan bikin.
– Di çapa nû ya “Rêzimana Kurmancî” de, di kîjan beş û rêgezan de guhertin û nûkirina hene?
Guhertin bêhtir ji alîyê rastnivîsê ve bû. Min di warê rastnivîsê da guh da xebata zimannasan a Weqfa Mezopotamyayê. Ez li mijara daçekan çûm, di mijara gihanekan da min hin tesnîf danîn. Di warê termînolojîyê da li gorî xebata zimannasan min termin guhertin.
– Di mijara sivikkirina dengdêran de (ê, î, û) we şopa Mîr Celadet Bedirxan berda û we xwe li parastina koka bêjeyê girt. Eger bi kurtasî be jî, dixwazim tu angaşt an jî nerîna xwe şîrov bikî.
Bi qasî ku em dizanin, Celadet Elî Bedirxan li ser rastnivîsa kurmancî xebatek amade nekirîye. Wextê em li Hawar û Ronahîyê dinihêrin ev yek eyan e. Rastnivîsa yekgirtî a wan kovaran tune ye. Li gorî şertên wê demê ev normal e. Zimanê devkî û nivîskî ji hinek alîyan ve ji hevdu diqetin. Mirov nikare zimanê nivîskî bi temamî li gorî zimanê devkî lê bike. Di nav metnan da yan jî wextê hevokek serbixwe be, eger koka peyvê neyê parastin, ji bo têgihêştinê zehmetî çêdibe. Ev di zimanê devkî da ne wisa ye.
– Li gorî ku em dibihîzin, li bakurê welêt xebatine hevbeş ji bo amadekirina berhemên rêzimanî tên kirin. Rastiya vê yekê çi ye û ev çi xebat in?
Weqfa Mezopotamyayê li bakurê Kurdistanê ji bo zanîngeheka bikurdî çêbike hat avakirin. Ev sê çar sal in li ser termînolojîya rêziman û lîngûîstîkê, li ser rastnivîsê, li ser ferhenga varyantan, li ser ferhenga giştî, arşîv û folklorê dixebite. Ji her çar parçeyan û ji derveyî welatî gelek zimannas beşdarî vê xebatê dibin. Ev xebat, dê ji bo Rojavayê Kurdistanê jî pir sûdewer be. Lazim e, xebatên ku her kesî eleqedar dikin, ne ji alîyê şexsan ve, ji alîyê komên pispor ve bên çêkirin û temsîla hemû parçeyan, hemû pêkhetayan tê da hebe. Di vî karî da şêwr gelekî muhîm e.
– Nêzîkî 6 salan e ku zarokên kurdan li Rojavayê Kurdistanê bi kurdî tên perwerdekirin û birêvebirina deverê bi xwe jî bi kurdî ye. Tu çawa li vê gavê dinihêrî?
Tecrûbeya bakurî ya perwedeyê heye. Lazim e, Rovaja guh li vê yekê bike. Herweha tecrûbeya dinyayê û gelên din jî heye. Serê ewil divê mirov bibêje, kurdan hîn gelek karên xwe yên zimanî û rêzimanî çareser nekirine. Ev yek rê li ber yekîtî û têgihêştinê digire. Lazim e sazîya zimanê kurdî bê damezrandin û tê da kesên pispor kar bikin. Rê û rêgezên zimanî bên danîn, ji tecrûbeyên parçeyên din sûd bên wergirtin. Bi qasî em dişopînin, di warê perwerdehî û zimanî da tevlihevî hene. Divê danûstendina me, şêwra me ya bi hev ra xurt be. Karê perwerdeyê karekî zehmet e, kurd ji hêla şerî ve xurt in, lê ji hêla perwerdeyê ve qelsî û kêmanî gelek in.
(Gerek Rojava bi parçeyên din ra dîyalogeka baş çêbike.)
– Tu tevger û xebata wêjeyî -bi berhem û çalakiyên xwe ve- li Rojavayê Kurdistanê çawa dinirxînî?
Xebatin tên kirin, lê bi min têrê nakin, piştî ewqas tecrûbeyan lazim e, em profesyonel bin, sûd ji tecrûbeyên hevdu bigirin. Gerek Rojava bi parçeyên din ra dîyalogeka baş çêbike. Kurdên çar parçeyan hevdu baş nas nakin, ji bo Başûr û Rojhilatî pirsgirêka alfabeyê heye. Rojava û Bakur di vî warî da dikarin bêhtir guh li hevdu bikin. Ji bo vê yekê divê ji alîyê rastnivîsê da lihevkirinek hebe. Bikaranîn alfabeya latînî ji bo her du parçeyan jî îmkaneka baş e. Xeletî û şaşîyên ku li bakurî hatine kirin, divê li wir neyên kirin. Ez dizanim li wê derê îmkan hîn nuh çêdibin, şerek heye. Em çiqas bidin û bistînin di warê perwerde, huner û edebîyatê da, em ê pêşî li hevdu vekin.
– Careke din sipas dikim.
Mala we ava.