Dildarê Mîdî
Hatiye gotin ku cotkarekî bêkêr hebû, zeviya wî ya bi nîskan çandî, keroşk û çêlîkên xwe, di nav de bi cih bûbûn .
Dema palehiya nîskan hat û xelkê dest bi çinîna nîskên xwe kir. Cotkarê bêkêr jî tevî malbata xwe hat ber zeviya xwe, da ku ew jî nîskên xwe biçine, lê ewî kir û nekir, laşê wî nekete kar û xîret nekir ku ew tu karekî bike .
Di wê demê de çêlîkên keroşkê tirsiyan û ji maka xwe re gotin :
– Dayê ka em rabin birevin, baştir e ku xwediyê zeviyê nîskên xwe biçine û wê demê me hemûyan bi destan bigire .
Keroşkê got :
– De ka lawo sebrê bikşînin, heta sibe ka dê çi bibe…
Yê cotkar ji zarokên xwe re got :
– Em îro dereng hatin, tu kar nema dibe; em ê sibehî werin û dest bi palehiya xwe bikin , em ê ji vî alî dest pê bikin heta em di aliyê din ve derkevin .
Ew wê rojê vegeriyan mala xwe, bêyî ku tu karekî bikin .
Roja din, dîsa cotkarê bêkêr tevî zarokên xwe hat ber zeviyê, dîsa tirs bi çêlîkên keroşkê ket, lê keroşkê careke din çêlîkên xwe aram kirin û ji wan xwest ku sebra xwe bikşînin. Keroşkan dît ku dîsa cotkarê bêkêr û bêxîret, bêyî ku karekî bike, vegeriya mala xwe .
Çend roj bi vî rengî derbas bûn, bê ku ew tu karî li zeviya xwe bike, yan jî baqek nîsk biçine .
Rojan roj dizîn, pê re pê re nîsk jî tev hişk û pûç bû.
Cotkarê bêkêr ji zarokên xwe re got :
– Bi Xwedê em nema dikarin van nîskên hişk û pûç biçinin, hema ya baş ew e ku ez agirekî vêxim, vê zeviyê bi tevayî bişewitînim û xwe jê xelas bikim û serê xwe rehet bikim .
Hema di cî de keroşkê deng li çêlîkên xwe kir û got :
– Vê carê rast e… xuya ye Xwedê heşkere ji mêrik sitandiye! De haydê rabin, em birevin û xwe xelas bikin .