BÛYERPRESS
Ji : Li kîjan Welatî
Ez li qiraxa goleke avjenîyê rûniștîme, pêyên min di ava kûr de,çelpeçelpê dikin.
kesek min tê werdike. dibe ku ewî min têwernekiriba, ger bizanîba, ku ez avjenîyê nizanim, di rêya binavbûnê de ez diramîyam.
Ez ê binavbibim, ta tilîyên pêyên min bihungivin binêbinî û ez ê dîsa vegerim ber bi jor ve.
Serê xwe di nav avê re derxim û zanim, ku aniha, gereke ” Hewar!” biqîjim, berîya ku ez dîsa binavbibim, lê min jibîrkir, ez li kîjan welatî me û gereke bi kîjan zimanî mirov bihewarke.
*********
Nocturne / Șevewî
Çêjeke kurt, û șev dimîne
dirêj, asê û bêber
laș careke dîtir xwe hembêzdike û xwe di kaxezan de bergordike û xwe li xwe asê dike.
Hembêzkirin xwe vedike û tarîbûn derbasî nava milan û bin çerm dibe
tûre dibe û hișyar dibe ajelê deryayê
û çengoyên xwe ji hev vedike, tu veșargeh nîne.
Halan bi kolanê dikeve: Hewar,
weke Peugeot a ji zû de xwegirtibe,
di dawîyê de ben bête birrîn.
Û kî radize, binavdibe, jibîrdike,
ew ê nebîne, çawa çavên bi rondik vedimirin
û Ajel Okyanos dadiqurtîne.
*********
Pașnîveroj û Keçeke biçûk
Tu bi dêmine sorsincirî û rûyekî tirș ji poșmanîya hișiyarbûnê, șiyar bû.
Xemgînîyeke sê salî
tirsa xemgînîyên, ku hê li benda te ne.
Çi dikare li ber dilê te bide.
Min bi destekî dinivîsand, bi yê din te hașt dikir.
Tu di min de naramî – dibe di perçeyeke șêranî de, dide di șêrekî de, dibe di șemendeferekê.
Ez jî bi te naramim – di Rêbendan a sar û kelê,
ya ku ew ê di navbera min û Ekranê de, xwe bicihbikiriba
heger te xwe di vir de ranekiriba.
Aniha nearamî di te de, serî hildide,
û di min de jî:
Tu dibe kelem, ku helbesta li ser te binivîsim .
*********
Zarokê sêyemîn
Ez zarokê te yê nenas im.
Ez reșeka
di navbera her du zarokên te yên çavșîn,
yên beramber pașxaneya tarîtîya min diçirisin.
Ez, tișta ku te jibîrkir, tișta ji te betabû, ez, tișta te êșand.
Ez serçogdibim – di dema tu çavan digire
û destan bal bi diyarbûnê de dirêj dike –
weke ku tu li benda lêdana, ku nayê.
Min bi rêya Kakao a ku te li pey xwe, ji xișxișa TDES a pelên Zilofan hiștîye, xwedîbike.
Bi șevê ez xwe di qorzîya textê ewan de quncikî dikim, li wir lîstikên biçûk hene
weke Kelehên dij hemî nebașîyan,
girêdayî bi dem a awayên șevê ve,
gava ku, bêyî tu ha jê hebî, pêl tilîya min dikir
û te xwe bi pêș de diçimand, bo mitêla wan bêhawe șahîk bikî.
Gava tu çavên xwe digire
( Yên ku mîna yên min kesk!)
ez xwe di bin qapaxên çavên te de hestdikim û dikime pistepist:
Dayê.
Tu hewla bidûrxistina Kabûsê riwê min dikî
ma tê bi ser șermê tevî vebî,
ku tu hê bikêmanî navê min nizanî.
Di Keleka teng de em didu ne
“The wounded forms appear:
The loss, the full extent” Leonard Cohen
Di Keleka teng de em didu ne
Jineke hema mîna Qiralkê
û zarokeke kinç sipî. Bi me re kelekvan,
bi riwê xwe yê mîna riwekî ji rêzê
Ezman hesinê tîr e,
av di rengê zikê masîyê Serdîn de.
Dîmenê kelekê tê re,mîna gwîzanekî șîn dixuya
çamûra Europa li pozê me ye
Ez im ew zarok, li serê min kumê Keștîvanekî
û sê hestirên morîkî li ser dêma min ya glover
cemidîne, bi berstukira min î vekirî ve.
Ez im ew jin , ya di ser ew î re diheje,
çavên min hîç bi tu peravî ve ne girêdayî ne.
kirasê min ne ji hevrîșim û ne ji hirîyê ye,
reș-belekî ye,
û kaxezên di palisqeyê min de
nameyê bi diwateya sêrbazan in:
Rastî di kêlîkekê de, di ne tutiștî de diwerive.
Ez im zarok, wisa tenê ez dizanim ku:
Tilîyên lingên min ji tirsa re bûne kevir,
av jî devçatir e.
Ez im jin, di bin kumê min de, çîçek
werimî ne mîna tebayên avî,
dengê ku ji min re dibêje, bêguman, di bin çerçeva reș de: bizanibe, tê hêminîyê nebînî.
Desmal bi hêminî ji birînê tête jêkirin
dîsa
û
dîsa.
*********
Pêkane
– Em wisa bibêjin, tu li ser kêlekê yî, pir dirêj, nêzîk rêbendan e
û tu li ser heman kêlekê dirêjkirîye, dêma te te têșîne, û guh jî têșe, histû badayîye, paresû bi serhevde hatine û tevahîya gewdeyê te diqîre.
– Ez ê xwe li ser kêleka din palbidim.
– Em wisa bibêjin, kêleka te ya dîtir tune be.
Werger: Abdulkadir Musa