Dehma Ebdulfetah
Ev Şêwezar Çawa Peyda Bûne?
Di rûpelên çûyî de me têkilî û girêdana çend zimanên dêrîn “Somerî, Avistayî û Pehlewî” bi zimanê Kurdî re, di ber çavan re derbas kir û me hinek ji bandora wan zimanan jî li zimanê Kurdî berçav kir. Lê di wan rûpelan tevan de jî me negot ka rewşa zimanê Kurdî çi bû û çawa bû?! Gelo zimanekî yekbûyî bû, yan jî (wek nuha) pirşêwezar bû?!
Em tiştekî der barê zimanê Kurdî yê wan serdeman de nizanin, çi belge jî bo bersivdaneke rast li nik me nîne. Dewleta Mad (Mîdya) jî tiştekî nivîskî li pey xwe nehiştiye..!
Vêca eger em bibêjin, ew miletên ku bi gelek navan, wek “Gotî (Kotî), Kasî (Kaşî), Kardoxî, Hûrî, Mîtanî û Mîdî” di nav çiyayên Zagrosê de (ji başûrê rojhilat ta bakûrê rojava) dijiyan, ew yan hin ji wan pêşiyên Kurdan bin, jixwe zimanê Kurdî bi hemû şêwezarên xwe ve wê ji paşmayê zimanên wan pêşiyan be. Ev şêwezarên zimanê Kurdî (bi vê pirbûnê) jî, dê li wê gorê bi şêweyekî asayî cihên xwe di zimanê Kurdî yê neteweyî de girtibin.
Lê eger em bibêjin, zimanê dewleta Mîdya (Mad) zimanekî yekbûyî bû (ev jî tekez nebûye) û zimanê Kurdî jî paşmayekî wî ye, hingê zimanê Kurdî jî dê yekbûyî be, lê bi demê re û di bin hel û mercên jiyana wan serdeman de, ew ê bûbe hevqas şêwezarên têvel (ciyawaz)!
Di vê pêvajoyê de pirsek raberî me radiweste:
Eger em bibêjin, Kurd di reseniya hebûna xwe de yek regez û yek netewe bûn, gerek zimanê wan jî zimanekî yekbûyî be. Vêca ev zimanê yekbûyî, çawa li ser wiqas şêwezaran hatiye parvekirin?! Piraniya dîroknas û lêkolerên zimanên kevin dibînin ku şêwezarên zimanan (hemû zimanan) bi egera peydabûna hin hel û mercên siyasî, civakî û cografî, bi dirêjahiya demê re, pêk tên û hêdî hêdî ji reseniya koka xwe dûr dikevin û ji hev jî (çi pir, çi hindik) dûr û nêz dibin.
1- Hin caran di çarçoveya herêma zimanekî yekbûyî de hêzine civakî li ser bingeheke êlî (eşîrtî), olî yan rêolî (mezhebî) peyda dibin. Bi sedema hin têveliyên di nav wan hêzan de têkiliyên wan bi hev re kêm dibin û bi demê re ji hev dûr dikevin. Zimanê her hêzekê ji wan jî, li gora wê rewşa tê de û di bin bandora hin zimanên dîtir de, şêwazekî bilêvkirineke taybet werdigire û bi demê re dûrî reseniya koka xwe dikeve û dibe şêwezarekî wî zimanê resen.
2- Ji roja roj de Kurdistan qada şer û cengê ye, qada serhildan û tepeserkirinê ye. Di pêvajoya van rûdan û bûyeran de gelek caran Kurd di bin darê zorê de ji herêm û navçeyên xwe, ji welatê xwe hatine koçkirin û dûrxistin. Li wan welatên koçberiyê û bi dirêjahiya demê re zimanê wan koçberên penaberkirî, wirde wirde hatiye guherîn û ji reseniya xwe dûr ketiye, bûye şêwezarekî cuda, wek nimûne; Şah Ebbasê Sefewî (1571-1626ê Z) çend êl û hozên Kurdî, wek: “Zaferanlo ,Kîwanlo û Emanlo”[1] ji herêma Azerbêcana Rojava koçberî Xurasanê kirin. Li gel ku zimanê wan penaberan Kurmanciya bakûr bû jî, lê bi dirêjahiya demê re hinekî dûrî wî şêwezarê Kurmancî ketine.
Çunkî di bin bandora zimanên Farisî û Turkmenî de gelek gotinên Kurdî ku hatibûn jibîrkirin û li şûna wan hin gotin ji wan zimanan bi kar dihatin (min bi xwe ev guherîn di şêwezarê wan de pelandiye). Di bin van mercên destnîşankirî de devokeke nû li şêwezarê Kurmanciya jorîn zêde bibû.
3- Ji hêla cografî ve jî, piraniya erdnîgariya Kurdistanê zincîrên çiyayên bilind û şaxvedanên lat û zinaran in, gelî û newalên kûr in. Rêwîtî û rêbiwariya di nav wan asteng û asêgehan de zor çetin e. Ji ber van pirsgirêkên cografî girêdan û têkiliyên di navbera nişteciyên wan deveran de, nemaze nişteciyên pêş û paş zincîrên ciyayan, pir kêm bûn, an jî dihatin birrîn. Li wê gorê, têkiliyên ziman û şêwezaran, ji kokên wan ên resen dihatin birrîn. Bi vê yekê, şêwezarine nû li zimanê me zêde dibûn.