Bûyerpress
Dildarê Mîdî
Hatiye gotin ku di demekê de mîrekî ji mîrekên me, ji jineke bimêr hez kiribû. Eger wî (mîr) her kurtedemekê evîndara xwe nedîtiba, sebir û hedara wî nedihat û hal û wextê wî nedima.
Dibêjin ku rojekê ji rojan ewê jinê sozek bi mîr re da ku ew ê were cem wî, lê mixabin, jinikê dom kir û nehate ser soza xwe.
Mîr jî ji agirê evîna di nava xwe de diqiçqiçî; hingî bêriya xemrevîna xwe kiribû û bi hesreta dîtina yara xwe bû .
Rabû xulamekî xwe şiyand dû jinikê, da ku derd û daxwaza wî jê re bibêje.
Yê xulam di cî de rabû ser xwe û berê xwe da gundê “Awal” ku gundê jinikê bû. Ji wî re gotin: “Jinik ne li mal e, dibe ku ew çûbe gundê ‘Îît’.” Rabû çû gundê “Îît” pirsa wê kir, lê li wir jî jê re gotin: “Wele ew li vir bû, lê serê vê sibehê çû gundê ‘Bikat’.” Ewî berê xwe da gundê “Bikat”, dît ku wa jinik ji wir ve tê. Xulam jê re got:
– Mîr li bendî te ye, çima tu li ser wî dereng mayî, ka tu yê kengî werî cem wî?
Jinikê got:
– Mêrê min ne li mal e, çûye êş, eger ew îşev were malê, helbet ez nikarim bême cem mîr; lê ku mêrê min veneger, bê guman ez sibe serê sibehê, mêvana mîr im.
Xulam vegeriya bal mîrê xwe, derbasî dîwanxaneyê bû, dît ku civata mîr hemî axa û kesayetên navdar in… Hema di cihê xwe de rawestiya. Çawa ku çavên mîr bi xulêm ketin, bi dest xwe re jê pirsî:
– Ha… te çi kir?
Xulamê belengaz nikarîbû li pêşiya wî xelkî rasterast bersiva mîr bide, lê jîrbûn û zîrekiya wî alîkariya wî kir ku bi vî rengê jêrîn bersiva mîr bide bê ku kesek ji civatê tiştekî di meseleyê bigihe û zanibe çi heye.
Xulam got:
Mîr min;
Çûm “Awal” ne li mal
Çûme “Îît” min nedît
Çûm “Bikat” ji wê ve hat
Eger hat, nehat
Eger nehat, hat
Bi vê bersivê dilê mîr rûnişt û tu kesî ji civatê ji wan fam nekir .
Dibêjin mîr bi xulamê xwe kêfxweş bû û paşê ew xelat jî kir .
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 83′yan de hatiye weşandin. 2018.08.15