Bûyerpress
Deham Ebdulfetah
Di reseniya zimanê Kurdî de gotina “mir” bi wateya “murx, teyr”, bi du şêweyan teşeya xwe ya lêkdayî girtiye:
1- Mir + hîşk= mirhîşk (mirîşk)= murxê hişkayê.
2- Mir + aw, av= miraw (werdek)= murxê avê.
Em dizanin ku piştî desthilatiya zimanê Pehlewî vekişiya, zimanê Farisiya derî (Farisiya nû) şûna wî girt û bû zimanê çand û rewşenbîriya Îranî.
Têkiliya zimanê Farisiya nû bi zimanê Pehlewî re têkiliyeke pabendî ye. Çawa zimanê Pehlewî li ser kelaxê Parisiya Exmînî ava bûye, wilo jî Farisiya nû li ser kelaxê Pehlewî ava bûye.
Di vê latika jêrîn de jî , hin ji nîşanên têkilî û bandora Pehlewî li Farisî û Kurdî ku bûye berçav dibin:
Pehlewî Farisî Kurdî
– Wefil, wefir berif berif, befir
– Pîtak pîda peyda
– Mîtir, mîtroban mihr, mihreban mihrevan
– Pitund pîwind pêwend
– Pitman pîman peyman
– Balayî wala bala, wala
– Biçişk pirişk pizîşk, bijîşk
– Destwîr destûr destûr
– Ap ab av, aw
– Xwap xwab xew, aw
– Tap tab tav, taw
– Pîl fîl fîl
– Kop koh koh, ko
– Dipwan dîwan dîwan
– Diroc dirox derew, dirox
– Roc roz roj
– Edwîn ayîn ayîn
– Edwînk ayine ayine, awîne
– Agas agah agah, aga
– Gef gep gef
– Nokroc nûroz nûroj, nûroz
– Giyan can can, giyan
– Gîhan cîhan cîhan
– Wes bes bes, bese
– Kotir kebotir kevok, kewtir
– Iwek yek yek, êk
– Zereye derya zerya, derya
– Horşîd xorşîd xorşîd
– Patexşahî pedeşahî padişahî
– Zohir zor zor
– Yîwan cewan ciwan
– Ferwerd perwerd perwerde
– Az men ez , men[1]
– Xalok cado cado
– …… .
Piştî vê ronîkirinê mirov digihêje baweriyeke kûr ku zimanê Kurdî yek ji komzimanên Hindo-Ewropî, malbata zimanên Îranî ye. Lê ji hêleke dîtir ve jî, zimanekî serbixwe ye, xwedan rêzik û destûrên hûrbîn û taybet e.
Rast e ku çi kar û xebatên pêdivî ji zimanê Kurdî re nebûne, lê li gel her rewş û delîveyê jî, dikarîbû ji hezarên salan ve ta roja îro xwe biparêze!
***
[1] – Bêjeyên van her du latikên çûyî, me ji gotara Hesen Qizilçî hilbijartine. Gotar di govara “Korî Zanyarî Kurd”. Jimara (6)ê . Bexda (1978)ê de, bi navê “Goranî pîtekan be yektir cêgorkêyî pîtekan û siwa û tekşikanî wuşekan be hoy ew alûgoraney be ser pîtekan da dê” belav bûye.
Mamoste Qizilçî jî, gotara xwe ji pirtûkeke Farisî, bi navê “Sebukşinasî” hilçiniye.
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 83′yan de hatiye weşandin. 2018.08.15