Bûyerpress
Imran Yûsiv
Krîza Sûriyeyê, bi dirêjahiya heşt salan di çend qonaxan re derbas bû. Tu şîrovegerên siyasî pêşbînî nedikir ku ev krîz wiha dirêj bike. Heya roja îroj jî kesek nizane ka şêwazê çareseriya dawî ya vê krîza gerînok dê bi çi awayî be.
Dijberîbûna ajînde û berjewendiyên dewletên ku ji destpêkê ve destêwerdan di bûyerên hundirê Sûriyeyê de kiribûn, hêla ku ev krîz wisa dirêj bike. Em dikarin bibêjin ku şerekî bi wekalet di hundirê Sûriyeyê de diqewime, ev şer jî bi rengê xwe yê leşkerî ber bi dûmahîkê ve diçe.
Guhertina herî mezin di pêvajoya krîza Sûriyeyê de ji Kongreyê Asîtanayê dest pê kir, piştî ku Rûsya bi hemû giraniya xwe daket meydana Sûriyeyê û hevsengiya hêzê di navbera rêjîm û rikberiyê de da guhertin. Armanca sereke ya Asîtanayê ew bû ku hêzên islama radîkal ên bi ser rikberiyê (îtîlaf) ve û ji aliyê Tirkiyê ve têne destekdayîn, ji nav bibe.
Gelek bazar û girêbest di navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê de bi rêya danûsitandinên Asîtanayê hatin girêdan, hin ji wan hatin ragihandin û hin jî veşertî man.
Du encamên sereke ji danûsitandinên Asîtanayê derketin hole; yek jê jinavbirina hêzên teror û radîkal li deverine berfireh ji Sûriyeyê ye û vegerandina desthilatdariya dewletê li wan deveran, ya din kêmkirin û lawazkirina rola Tirkiyê di krîza Sûriyeyê de ye, nemaze piştî daxwaza Rûsya ji Tirkiyê ku divê di dema mehekê de ji Idlibê vekişe.
Bi dîtina min, destêwerdana Rûsyayê di dosyaya Sûrî de ji destpêkê ve bi ronahiyeke kesk û rêdaneke veşertî ji aliyê Amerîkayê ve bû, ev yek li ser zimanê berpirsekî amerîkî hat tekezkirin, dema ku got: “Hevalbendê me yê herî zêde em jê bawer li Sûriyeyê, Putîn e.” Destêwerdana Rûsyayê bi rengekî yekser û aktîv piştî wê yekê hat ku hêza grûpên islama radîkal gihişt astekê ku êdî metirsî hebû dest deynin ser desthilatdariya Sûriyeyê. Eger “Ixwan El-Muslimîn” û hêzên çekdar ên bi ser wê ve desthilatdariya Sûriyeyê zeft bikira, rola Tirkiye û Qeterê dê di Sûriyeyê de bi hêz bibûya. Bê guman evê yekê dê berjewendiya Amerîka li Rojhilata Navîn bixista di bin gefê de; ji lew re Amerîka rola jinavbirina wan grûpan sipart Rûsyayê, bê ku bi şêwazekî eşkere têkildarî siyaseta Rûsyayê li Sûriyeyê bibe.
Hebûna hêzên terorîst ên wekî Cebhet El-Nusra di nava refên rikberiya Sûrî de rewatî da Rûsyayê ku şerê wan bike û hêzên islama radîkal ên ku rikberiya Sûrî -bi taybet “Ixwan El-Muslimîn”- hêviyên xwe bi wan ve girê dabûn, ji tevahiya Sûriyeyê biqewitîne. Êdî ji bilî Idlib û çend deverên bakurê Sûriyeyê, tiştek di destên rikberiya islamî de nema. Em pêşbîn dikin ku di demeke nêz de ew dever jî û di nav wan de Efrîna ku bû qurbana bazarên Asîtanayê, ji wan çeteyan bêne paqijkirin. Di bin fişarên rûs û amerîkiyan de, Tirkiye dê neçar be ku ji Sûriyeyê derkeve û dest ji çeteyan berde.
Li gorî ku em dişopînin, diyar e ku planeke hevbeş di navbera Rûsya û Amerîkayê de ji bo bidawîkirina krîza Sûriyeyê û peydakirin çareseryekê heye, ev plan dikeve xizmeta rewatiya hebûna wan ji bo ku karibin demeke dirêj li Sûriyeyê bimînin, ev plan her wiha berjewendiyên wan li deverê diparêze.
Yek ji rêbazên vê planê: Baskokirina tirk û îraniyan û tunekirina rola wan li Sûriyeyê ye.
Der barê Rojavayê Kurdistanê û deverên bakurê Sûriyeyê yên ku di bin destên hêzên HSDê de ne, çarenûsa wan girêdayî rêkeftineke amerîkî-rûsî ye. Ev danûsitandinên ku di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Sûriyeyê de dibin, bi dîtina min yek ji encamên hevdîtina Trump û Putîn a dawî ye. Armanca van danûsitandinan, rewakirina Rêveberiya Xweser e, ew jî bi rêya danpêdana Şamê bi vê rêveberiyê ye li gorî destûra heyî, yan jî bi rengekî demkî heya ku destûr bête guhertin. Ji aliyekî din ve, ev danûsitandin rê li ber destêwerdana Tirkiyê û gefên wê li ser kurdan û deverên ku li jêr kontrola HSDê ne, digire.
Bi giştî, biryara paşeroja Sûriyeyê di destên Amerîka û Rûsyayê de maye. Piştî lawazkirina rola Tirkiye û Îranê û tunekirina wê rolê li Sûriyeyê, dibe ku Sûrî ber bi dewleteke nenavendî ve biçe û Rojavayê Kurdistanê û kurd ber bi Rêveberiya Xweser, wek hukmekî etonomî yan jî nimûneyeke mîna ya Başûrî Kurdistanê ve biçin.
Nivîsên ku tên weşandin, nerînên xudanên xwe ne.
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 83′yan de hatiye weşandin. 2018.08.15