Bûyerpress
Seydayê Tîrêj
Hemo û Elo du birayên hev bûn. Hemo kurekî wî hebû; jê re digotin Zilfo. Zilfo kurekî kawik û nezan bû. Elo jî kurekî wî hebû; jê re digotin Mîrza. Mîrza xortekî hişyar û zana bû.
Hemo û Elo her du rojekê di nav civatê de ketin girê hev. Hemo got kurê min zana ye û Elo got kurê min zana ye.
Rabû her diwan a xwe kir yek û gotin em ê aniha her diwan biceribînin.
Elo şand dû kurê xwe Mîrza û jê re got:
– Mîrza li hespa xwe siwarê û here nav rez ji me re çend goşî tirî bîne.
Mîrza got:
– Ser çavan. Û berê xwe da mal. Elo got:
– Mîrza çû mal, rahişt sirc li hespê kir, xurcik danî ser hesp, siwar bû, giha nav rez, hinek tirî çinî, kir xurcik; Mîrza siwar bû berî da mal, giha ber devê odê… rabin xurcik ji dest bigirin.
Yek ji civatê rabû, dît ku Mîrza li devê derî ye û xurcika tirî da dest wî.
Hemo jî şand dû kurê xwe Zilfo û jê re got:
– Kurê min li hespa xwe siwarê û here nav rez ji me re hinek tirî bîne. Zilfo got:
– Babo ser çavan. Zilfo çû, bavê wî Hemo jî wek Elo got:
– Zilfo çû mal kêlîkê ma, sirc li hespê kir, siwar bû, giha nav rez, tirî çinî, kire xurcikê, xurcik li ser hespê danî; li hespê xwe siwar bû, berî da mal, giha gund, giha ber deriyê odê… yek rabe xurcikê ji dest bigire.
Yek rabû dît ku Zilfo li ber derê odê sekinî ye. Yê ku pê ve rabû jê pirsî:
– Ma ka tiriyê te?
Zilfo lê vegerand û got:
– Bi Xwedê kî tu yê ji bavê min re bêjî bê hefsarê hesp li kû ye?
Her wekî Tîrêj gotiye:
Li ber bayê wa zana guh bidêre
Ko cîza te bibî tev dur û gewher
Li ber bayê nezana ger bidêrî
Wê cîza te bibe xurdê êmê ker.
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 82′yan de hatiye weşandin. 2018.08.01