Bûyerpress
Sitêrname 17
Narîn Omer
Ji hunermend Gulîstan pirsîn:
“Eger tu li welat bimaya û koçber nebûya, gelo tu yê niha hunermend û konevan bayî, rewşa te dê çawa û bi çi awayî ba?”
Wê keserên dirêj berdan û got:
“Ez bawer im ez ê kevaniya mala xwe û dayîka zarokan bûma. Dibe ku min karê konevaniyê bikira, lê helbet ez nedibûm hunermend û konevan; ji ber ku ez ji malbateke oldar û girtî me. Lê min ê bi aramî jiyana xwe derbas bikira.”
Ji bersiva wê em dikarin tekez bikin ku karê konavaniyê û nerînên wê yên konevanî, ew derbasî warê huner û civakê kirine û ew di nava pêlên navdariyê de noq kirine.
Hunermenda me di sala 1962’yan de li bajarê Ruha yê Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye. Temenê wê şeş sal bû dema ku malbata wê ji warê xwe koç kir û berê xwe da bajarê Wêran Şehrê. Hetanî ku temenê wê dibe 16 sal jiyana xwe li Wêran Şehrê didomîne, paşê berê xwe dide biyaniyê û li Swêdê bi cihe dibe, da ku jiyaneke nû bide destpêkirin.
Du tiştan jiyana wê bi carekê re guherand: Yek jê derbasbûna wê ji jiyana huner û konevaniyê re û ya duyan şûkirina wê bi hunermend Şivan re.
Girêdana wê bi hunermend Şivan re rêyên navdariyê di hemî aliyan de li pêş vekirin, nemaze dema ku wan bi hev re dest bi belavkirina kasetan kirin û aheng û konsert li dar xistin; di asîmanê hunera kurdî de bûn du sitêrk û hezkerên wan pir bûn. Jiyana wan çend salan bi hev re berdewam kir û kurê wan Serxwebûn jiyana wan geştir kir. Lê mixabin, ji nişkan ve hezkerên wan nûçeya berdana wan bihîst.
Helbet çend sedeman ew ji hev du dûr kirin, lê ez bawer im ciyawaziya nerînên wan ên konevanî sedema sereke bû. Cudabûna raman û nerînên wan ên siyasî, hêlîn û binemala wan xira kir.
Gulîstan dibêje:
“Min gavên xwe li ser xaka huner û dengbêjiyê weku hunermend û dengbêj neavêtine; belê weku konevan û xwedî nerîn. Ji ber ku gelê kurd di derfetên zor û dijwar de derbas dibû, me dixwest bi rêya sitran û muzîka xwe ji gel re nîşan bidin ku ew kurd e û divê ew berevaniyê di ber mafên xwe de bike. Ez dibînim tişta ku ez pê radibim serbixwebûn e.”
Wê di televizyonên Med TV û Roj TV de bername peşkêş kirine û heta aniha jî di aheng û festîvalan de beşdar dibe.
Ji amûrên nûjen zêdetir, ew ji dahol, zirne, bilûr û erbaneyê hez dike, lê ew derbaskirina amûrên nûjen jî normal dibîne.
“Bingeha sitranbêjiya min gelêrî ye û min bi awazên folklorî û gelêrî, muzîka şoreşgerî çêkiriye. Ez hewil didim ku muzîka gelêrî ya ku ez pêşkêş dikim, bêhtir bi pêş bikeve. Ez bi hêvî me ku xebatkarên hunera kurdî hay ji awazan hebin û wan weku xwe bihêla, heta ku bi amorên nûjen bên sazkirin”. Der barê hunera xwe de, hunermend Gulistan wisa gotiye.
Ew di sala 1985’an de derbasî hola sînemayê dibe û dibe lîstikvana fîlmekî. Lê weku piraniya fîlmên kurdî, ew bi ser nakeve û projeya wê û hunermendên din naçe serî ku ew bingeha sînemaya kurdî bi awayên sazkar ava bikin.
Ew dibêje ku bandora hunermendên kurd ên navdar ên wekî: Meryem Xan, Eyşe Şan, Gulbihar, Nisrîn Şêrwan… li ser wê heye. Banga wê ew e ku nifşên nû sitranên van hunermendan (ên kevin) bibêjin û winda nekin, “lê pêwîst e ew navên wan jî bibêjin û li hember wan rêzdar bin.”
Li ser koçberiyê dibêje:
“Koçberî hemî tiştan ji mirov disitîne û tiştekî nadiyê.”
Hunermend Gulîstan bi tena xwe zêdetir ji heft kasetan û bi hunermend Şivan re du kaset berhem dane.
Di pêşkêşkirin û amadekirina bernameyan de ew hêj berdewam e û aniha karmenda kenala Rûdawê ye. Piştî bihurandina çend salan ji temenê xwe li Swêdê, êdî li Herêma Kurdistanê bi cih bûye û hetanî aniha hêj li wir e.
Em serkeftinê jê re dixwazin û hêvîdar in ku armancên xwe cî bi cî bike.
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 82′yan de hatiye weşandin. 2018.08.01