Bûyerpress
Zeynulabidîn Zinar
Piştî destpêka vê hewldana bi navê ”Çareseriya Pirsa Kurdî” ku ji aliyê hikûmeta Teyîb Erdoganî ve ketiye rojevê, di medyaya tirkî de jî geremolek seredor dibe ku ango ”zanist û berhemên zanistiyê bi zimanê kurdî nayên nivîsandin…” Bi vê yekê jî ranawestin û dixwazin ku zimanê kurdî ji rûmeta wî ya sereke daxînin û kêmik bi xelkê bidin nasandin, dibêjin: ”Zimanê kurdî, tenê di kuçe û kolanan de tê bikaranîn.”
Pêşî ka em berê xwe bidin zimanên dinyayê, ka nasnameya zimanê kurdî li kurê cihê xwe girtiye:
Dema jiyana mirovan dest pê kiriye û demeke dirêj bihuriye, qalibê axaftinê jî di navbera mirovan de bi cihê bûye. Îcar her miletekî li gor çanda xwe, navek ji wê axaftinê re gotiye. Piştî demekê ew axaftina ku di nava mirovên wê demê de dibû, dabeşî ser heşt şaxan bûye. Ji her şaxekê re jî FAMÎLEYA ZIMÊN hatiye gotin. Ew heşt famîle ev in:
1- Famîleya Hindoewrûpî
2- Famîleya Koreyî
3- Famîleya Japonî
4- Famîleya Çînî
5- Famîleya Taylavî
6- Famîleya Semîtî
7- Famîleya Uralî
8- Famîleya Fîn-ogrî
Di famîleya Zimanê Hindoewrûpî de li dora 60 zimanên serbixwe hene, bi dehan jî zaravayên wê yên cuda hene. Zimanê kurdî jî, di nava vê famîleyê de cihê xwe girtiye. Kesên zimanzan, rind jî vê yekê dizanin.
Bê guman ziman ew pîrozî ye ku miletek pê his, daxwaz û vîna xwe eşkere dike. Zimanê kurdî, ew ziman e ku neteweyê kurd pê dipeyive. Kurdan jî wek hemû miletan, bi vî zimanî his, daxwaz, dîtin û ramanên xwe eşkere kirine.
Gelek rojhilatnas û zimanzanên biyanî, pejirandine ku zimanê Imperatoriya Madê, maka zimanê kurdiya îro bûye, weha gotine: ”Êl û hozên Medan, di serê pêşî de bi yek zimanî peyivîne û alfabeyeke 36 tîpî bi kar anîne. Alfabeya wan jî, ji aliyê çepê ve dihate nivîsandin.”
Zimanê kurdî, dabeşî ser çar şaxên cuda bûye. Ji van şaxan re ZARAVA jî hatiye gotin. Ew çar şax ev in:
– Kurdiya Rojava
– Kurdiya Rojhilat
– Kurdiya Başûr
– Kurdiya Goranî
Çi zimanê ku îro li dinyayê heye û ku cihê xwe di nava van heşt famîleyên zimanan de girtiye, ew ziman dewlemend e û pê hemû şaxên zanistiyê jî hatine/têne nivîsandin. Lê helbet hinek ji hinekan dewlemendtir in.
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 82′yan de hatiye weşandin. 2018.08.01