Bûyerpress
Dilovan Çeto
Mîr bang li wezîrê xwe kir û wiha pirsî:
– Di vî welatî de çi heye çi nîne, gelo miletê min ji min razî ye, li ser min çi dibêje? Lê berî tu bersivê bidî, ez dizanim tu yê çi bibêjî. Min tu carî nebihîstiye ku rojekê ji rojan kesekî nerazîbûna xwe daye xuyakirin û ez bawer im tu kes birçî namîne, ji ber ku ez dizanim çi qasî xêr heye, mîna xêr û xweşiya di qesra min de.
Pepûkê wezîr dixwest rastiya ku bi çavên xwe dibîne ji mîr re bibêje, lê…
Mirovek di bajêr de hebû pir zengîn û maldar bû, bazirganekî pir mezin bû. Rojekê ewî bazirganî xwarina mîr û zilamên wî çêkir. Mîr çend siwar û zilamên xwe dan pey xwe û berê xwe da mala bazirgan. Bi rê de gihane gundekî xerabe, rêya wan di nava gund re derbas dibû.
Li milê rastê refekî kundan li ser xaniyekî xerabe danîbû, li milê çepê jî refekî din hebû. Mîr û kesên pê re gihiştin hemberî kundan, dengê kundên milê rastê hate wan, zilamekî ji zilamên mîr bang kir:
– Ji kerema xwe re hinekî rawestin… ez ji van kundan fêm dikim û bi zimanê wan dizanim!
Dema ku mîr ev gotin bihîst, destê xwe hilda û got:
– Rawestin!
Piştî ku kundên milê rastê gotinên xwe bi dawî kirin, mîr ji wî zilamê xwe pirsî:
– Van kundan çi got?
Zilam got:
– Mîrê min, xuya ye ev kundên milê rastê hatine ser cilika kundên milê çepê; xwazgînî ne, dê yekê bixwazin.
– Ma kundên milê çepê çi dibêjin? Mîr pirsî.
Bû qide qida refê çepê, zilam got:
– Ew dibêjin:
“Hûn li ser çavan hatin.”
Refê milê rastê got:
“Ji kerema xwe re, ka ji me re bibêjin nexta (qelen) bûka me çi ye (çi qas e)?”
Refê aliyên bûkê got:
“Nextê wê çil gundên xerabe ye!”
Mîr bi lez got:
– Guhê xwe bide wan; ka ew ê çi bibêjin.
Zilam domand:
– Kundên rexê zavê got:
“Me qebûl kir!”
Lê malbata bûkê dibêje:
“Hûn ê çawa karibin çil gundên xerabe peyda bikin?”
Yekî ji refê zavê bang kir û got:
“Saya Xwedê û serê mîr, eger we çil xwestiye, em dikarin zêdetir ji pêncî gundên xerabe qelenê bûka xwe bidin.”
Mîr matmayî ma û got:
– Gelo mebesta van kundan kî ye?
Zilam got:
– Mîrê min, ev gotin hemî li ser te ne!
Dema ku mîr li vê diyaloga di navbera her du refên kundan de guhdar kir, bi tepan bi serê xwe ket û got:
– Hetanî bi kundan jî dizanin ku ez xerabiyê di vî welatî de dikim… wey xwelî li serê min be, min digot qey ev welat razayî ye û tu kes devê xwe venake, çimkî rewşa wan xweş e loma tu problem di welatê min de dernakeve, lê min nizanîbû ku ji tirsan re tu kes newêre devê xwe veke!
Bêhnekê bê deng ma… paşê serê xwe rakir û got:
– Gelî ciwanmêran! Miletê min ê hêja: Ez soz didim bi Xwedanê mezin ku ji îro pê ve ez zilm û zor û sitemê li tu kesî nema bikim; ez ê hewl bidim gund û deverên xerabe ava bikim. Ez ji we dixwazim ku hûn jî alîkariya min bikin û eger ez xwar çûm şîretan li min bikin, da ku di welatê me de sitem nemîne.
Nivîsên ku tên weşandin, nerînên xudanên xwe ne.
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 81′ê de hatiye weşandin. 2018.07.15