Bûyerpress – Taybet
Di 20’ê tîrmeha 2018’ê de “Duyemîn Pêşangeha Pirtûkan a Rojava” ku bi serpereştiya Desteya Çand û Hunerê li Herêma Cizîrê ye, “bi tevlîbûna 30 maseyên pirtûkan” li bajarê Qamişloyê vedibe û hetanî 25’ê mehê didome. Hevseroka Desteya Çand û Hunerê li Herêma Cizîrê B. Bêrîvan Xalid di daxuyaniyeke taybet de ji Bûyerpressê re got: “Di her şeş rojên pêşangehê de ku tê de hejmareke mezin ji rêxistin û hevgirtinên rewşenbîran li hev kom dibin, me hewil daye ku em dema xwe baş qezenc bikin û birek ji çalakiyên xwerû çandî di pêşangehê de li dar bixin.”
Sala çûyî pêşangeha pirtûkên bi gelek çalakiyên çandî û wêjeyî dagirtî bû, der barê çalakiyên îsal de jî B. Bêrîvan Xalid da zanîn ku “surprîzên xweş hene”.
Der barê rêxistin û aliyên ku dê di pêşangehê de beşdar bibin, Hevseroka Desteya Çand û Hunerê da zanîn “dê weşanxaneyên Bakur û Başûrê Kurdistanê û yên hundirê Sûriyeyê, hevgirtin û kombûnên rewşenbîran, kesayetên serbixwe û pirtûkxaneyên deverê jî tevlî pêşangehê bibin.”
Di “Yekemîn Pêşangeha Pirtûkan a Rojava” de ku sala 2017’ê hat lidarxistin, mêvanê pêşangehê romannivîsê Lubnanî Ebas Huseynî bû ku di çarçoveya çalakiyên pêşangehê de romana wî ya bi navê “Evîndar” hat îmzekirin. Xalid ragihand ku eger tu pirsgirêk li ser sînor dernekevin “du nivîskar dê ji derveyî Rojava jî beşdar bibin, da ku pirtûkên xwe îmze bikin.”
Di axaftina xwe de Hevseroka Desteya Çand û Hunerê B. Bêrîvan Xalid ragihand ku Desteyê bi xwe jî 15 pirtûk çap kirine û dê di pêşangehê de belav bike, her wiha bal kişand ser wê yekê ku ev her her 15 pirtûk girêdayî dîrokê ne û roman in.
Hêja ye mirov bibêje ku di vê pêşangehê de dê maseyeke girover ji bo nîqaş û hevpeyvînê hebe û di piraniya rojên pêşangehê de dê semîner hebin û tenê rojek dê ji bo îmzekirina pirtûkan hebe.
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 81′ê de hatiye weşandin. 2018.07.15