Bûyerpress
Bi dîtina piraniya karnasên zimanên dêrîn, Avista bi zimanê Zeradeşt ê dayîkê, zimanê welatê ku lê bûye û lê mezin bûye hatiye nivîsîn.
Bobelata herî kambax ku bi ser Avista de hatiye ew zêdegaviya hovane bû, dema ku Îskenderê Makdonî sala 331’ê BZ pirtûkxaneya şahinşahî, li bajarê Istexirê[1] (paytexta ola Zeradeştî) şewitand. Piraniya bergên wê pirtûka pîroz şewitîn, tenê nêzî 83000 bêje ji wê şewatê rizgar bûne. Lê ya xoşbextane ew bû ku hemû deqqên (metnên) wê pirtûkê di sîngên Mûbîdanan[2] de parastî bûn. Bi vê yekê jî tiştek ji Avista winda nebûbû.
Sala 147’ê BZ, cara pêşîn bû ku Avista (piştî wê şewatê) hatibû nivîsîn û cara duwem jî sala 226’ê zayînê hatibû nivîsîn.
Ew zimanê ku Avista pê hatiye nivîsîn çi be û çilo be jî ne xem e, herî ew ziman bi navê zimanê Avistayî hatiye nasîn. Zimanê Avistayî jî, bi sedema ku zimanê ola Zeradeştî bû desthilatiya xwe li ser qada zimanê Parsî[3] (Exmînî) û zimanên hawirdor jî kiriye. Gelek bandor û kartêkirin di navbera zimanê Avistayî û zimanên dîtir de bûye. Zimanê Kurdî jî yek ji wan zimanên ku bandora Avistayî lê xuya dibe. Ev jî bûye cihê rawestan û jixwepirsînê!
Di Avistayî de pêşgira “e” alava neyînê ye, beranberî alava “ne”ya Kurdî, bi kar tê. Di Avistayî de gotina “emir” bi kar tê, beranberî wê di Kurdî de “nemir” bi kar tê.
Di Avistayî de paşgira “tat” digihêje navên şênber (madî) û wan dike navine razber (manewî).
Beranberî vê paşgirê di Kurdî de paşgirên “îtî, ayetî, tî” bi kar tên, wek :
– Di Avistayî de (e + mir + tat) = emirtat
– Di Kurdî de ( ne + mir + îtî) = nemirîtî
Wisan jî “heval + tî = hevaltî”, “Kurd + ayetî = Kurdayetî”
Ji bilî vê jî hin gotinên Avistayî di zimanê Kurdî de tên dîtin (di gel hin guherînan) :[4]
Evistayî Kurdî
– Zamatir zava , zawa
– Zereya zerya ,oqyanos
– Asu asik , xezal
– Mese masî
– Vizim xizim , meriv
– Per-to têper (derbasbûn)
– Zime zistan , zivistan
– Zantî zanîn
– Pesu pez
– Az ez
Bi vê ronîkirinê têkiliya zimanê Kurdî û yê Avistayî bi hev re ron û diyar dibe, ku ew têkilî sînorên bandor û kartêkirinan derbas dike.
Jêder
[1] – Bajarekî kevin e, li ser kavilên bajarê “Parsî Polîs” hatiye avakirin. Demeke dirêj weku paytexta ola Zeradeştî maye .
[2] -Mûbîdan : Pîrên ola Zeradeştî
[3] – Zimanê Parsî : Zimanê Xurasaniya kevin e .
[4] – مسعود محمد لسان الكرد بغداد 1987- ص 23 ,24 , 25 , 26 Mes’ûd Mihemed : Zimanê Kurdî. Bexda (1987)- R. (23-24-25-26)
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 81′ê de hatiye weşandin. 2018.07.15