Bûyerpress
Dildarê Mîdî
Dibêjin rojekê ji rojan Mîrê Rewandizê hat bajarê Cizîrê, li Mîrê Botan bû mîvan. Piştî ku kêfxweşiya xwe ji hevûdin re anîn zimên, xwarina xwe xwarin û dest bi henek û tinazan kirin. Dibêjin ku xulamekî Mîrê Botan hebû, gelekî sivik û zîrek bû .Mîrê Botan xwest ku zîrekiya xulêm nîşanî Mîrê Rewandizê bide. Rabû Mîr bang li xulamê xwe kir :
– Elo! Kurê min rabe biçe nav rez, selikek tiriyê nû ji me re bîne û were .
Elo got:
– Belê mîrê min, li ser çavan .
Dibêjin çawa ku Elo rabû ser xwe, Mîr jî bi rabûna wî re wiha axivî:
– Elo rabû ser xwe, Elo giha devê derî, Elo da rê, Elo giha ber çêm, Elo giha qelêç, Elo giha sênca rez, Elo kete nav rez, Elo dest bi jêkirina tirî kir… ji mêweya pêşîn, ji ya din, ji ya dîtir; Elo selika xwe dagirt, Elo zivirî, vegeriya, giha sênca rez, giha qelêç, giha çêm, giha ser rê, giha devê derî. Elo kurê min te tirî anî?
Bi gotina Mîr re, Elo got :
– Belê mîrê min, va ye min tiriyê nû ji we re anî .
Dibêjin tevaya civatê li selikê nihêrî û dîtin ku rast e tiriyê Elo nû ji mêweyê bûye.
Mîrê Rewandizê ji sivikbûn û zîrekiya Elo matmayî ma .
Piştî demeke dirêj, Mîrê Botan jî li Mîrê Rewandizê bû mêvan. Bê guman ewî jî rûmeteke bilind ji Mîrê Botan re girt. Piştî ku şevbuhêrka xwe bi nêvî kirin, Mîrê Rewandizê jî bang li xulamekî xwe kir:
– Hemo kurê min ez dixwazim tu herî nav rez ji me re selikek tiriyê nû bîne û bi lez vegerî .
Hemo got:
– Belê mîrê min, ser her du çavan .
Hemo rabû ser xwe û mîr jî dest bi axaftina xwe kir :
– Hemo rabû ser xwe, Hemo şekala xwe li xwe kir, Hemo giha devê derî, Hemo da rê, Hemo giha bestê, Hemo giha sênca rez, Hemo kete nav rez, Hemo dest bi jêkirina tirî kir, ji mêweya pêşîn, ji ya din, ji ya dîtir… Hemo selika xwe dagirt, Hemo vegeriya, Hemo giha sênca rez, Hemo giha bestê, da rê, giha devê derî. Hemo kurê min te tiriyê nû ji me re anî?
Hemo got:
– Na bi Xwedê ezbenî; ez hîn li şekala xwe digerim.
Nivîsên ku tên weşandin, nerînên xudanên xwe ne.
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 80′yan de hatiye weşandin. 2018.07.01