Bûyerpress
Deham Ebdulfetah
– Di navbera salên 2160-2110’ên BZ de Gotiyan desthilatiya xwe li herêma Mîzobotamyaya jêrîn kiriye û di navbera salên 1600-1200’ên BZ de Kasiyan jî li wê herêmê desthilatî kiriye. Ev her du gelên dêrîn nişteciyên Zagrosê bûn û têkiliyeke dîrokî di navbera wan û Kurdan de hebû .
Vêca reng e ku ew bandora zimanî, di wê qonaxê de bûbe.
Dibe jî, ku ew bandor di rêçikên bazirganiya ku di navbera Somerî, (li başûr) û nişteciyên çiyayan (li bakûr) de bûbe.
Ji ber ku dîroknas, wê têkiliya bazirganî tekez dikin ku wê demê hebû .
– Li gora ku hatiye zanîn, Somerî jî Arî ne (Hindo-Îranî) ne. Vêca dibe ku ew bêje û gotinên ku di navbera zimanê Kurdî û yê Somerî de hevbeş in, ji wê koka Arî, di nav her du zimanan de mabin!
Li dûmahiya vê ronîkirinê em dikarin bibêjin, ev gotin ji kû hatibin û çawa bûbin hevbeş bila ew bin, lê herî ne besî me ne ku em bibêjin, Kurd Somerî ne yan Kurd ji Someriyan in . Li vê gorê jî ne durist e ku em bibêjin zimanê Kurdî paşmayekî zimanê Somerî ye!
Zimanê Avistayî
Bandora Avista û zimanê Avistayî li gelên herêmê û zimanên wan bûye.
Mes’ûd Mihemed der barê rola Avista de dibêje[1] :
“Çi tê gotin bila bê gotin, lê ya herî rast ew e ku bandora Avista ji hêla olî, rewşenbîrî û zimanî ve li gelên Arî bi giştî ron û eşkere ye. Wê bandorê heta destpêka Islamê jî berdewam kiriye.”
Ew dema ku Zeradeşt tê de ji dayik bûye, bi hûrbînî nehatiye nasîn. Hinek dîroknas dibêjin, Zeradeşt di sedsala heftem ya BZ de bûye, hinek jî dibêjin, Zeradeşt di sedsala nehem ya BZ de hatiye dinyê. Bi rastî, çi belge li ber destê kesî nîne ku karibe bi hûrbînî wê demê destnîşan bike. Lê tiştê ku piraniya dîroknasan tekez kiriye ew e ku Zeradeşt li herêma bakûrê rojavayê Îranê ji dayik bûye. Anku, li herêma Mukriyan, başûrê Deryaceya Ormiyayê.
Li gora ku dîroknas tekez dikin, Zeradeşt ji welatê bav û kalên xwe berû herêma Xurasanê ve koçber bûye û li bajarê Belxê niştecî bûye. Li wê herêmê dest bi belavkirina peyamên doz û xwazyariyên xwe kiriye. Avista jî li wê herêmê pêk hatiye.
Di vê pêvajoyê de mirov tûşî pirsekê dibe:
Gelo Avista bi zimanê Zeradeşt û bav û bapîrên wî hatiye nivîsîn, yan bi zimanê welatê koçberiyê yê ku lê jiyaye?!
Bi dîtina piraniya karnasên zimanên dêrîn, Avista bi zimanê Zeradeşt ê dayikê, zimanê welatê ku lê bûye û lê mezin bûye hatiye nivîsîn.
Bûbelata herî kambax ku bi ser Avista de hatiye ew zêdegaviya hovane bû, dema ku Îskenderê Makdonî sala 331’ê BZ pirtûkxana şahinşahî, li bajarê Istexirê[2]( paytexta ola Zeradeştî) şewitand. Piraniya bergên wê pirtûka pîroz şewitîn, tenê nêzî 83000 bêje ji wê şewatê rizgar bûne. Lê ya xoşbextane ew bû ku hemû deqqên (metnên) wê pirtûkê di sîngên Mûbîdanan[3] de parastî bûn . Bi vê yekê jî tiştek ji Avista winda nebûbû.
1] – مسعود محمد لغة الكرد – بغداد 1987 –ص14
Mes’ûd Mihemed : ” Zimanê Kurd”
. Bexda (1987= . R. (14) –
[2] – Bajarekî kevin e, li ser kavilên bajarê “Parsî Polîs” hatiye avakirin. Demeke dirêj weku paytexta ola Zeradeştî maye .
[3] -Mûbîdan : Pîrên ola Zeradeştî
Nivîsên ku tên weşandin, nerînên xudanên xwe ne.
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 80′yan de hatiye weşandin. 2018.07.01