Bûyerpress
Cara pêşîn e ku li bajarê Qamişloyê, di ecnama xebateke hevbeş de pirtûkeke rêzimanî tê berhemdan. M. Ferhad Mûsa, M. Izedîn Mihemd û M. Rêzan Hemo ku her sê jî endamên Saziya Zimanê Kurdî ne, piştî xebateke hevbeş pirtûka “Waneyên Rêzimana Kurmancî” amade kirin û di 10’ê hezîrana 2018’ê de pirtûka wan bi çapeke taybet li Herêma Cizîrê hat weşandin.
Babetên ku di “Waneyên Rêzimana Kurmancî” de ne, bi awayekî akademîk hatine rêzkirin û şîrove û pênasekirinên wê jî bi zimanekî fêmbar û nerm hatine nivîsîn. Rast e ku ev pirtûk ji bo mamosteyên Rêveberiya Xweser hatiy amadekirin, lê belê fêrkereke kêrhatî ye û mirovê ku bixwîne dikare xwe bi xwe rêgezên wê bigire. Di pêşgotina xwe de amadekarên pirtûkê daye zanîn ku wan xwe ji xalên dubend û nakok vedaye û tenê rêgezên rûniştî girtine dest. Tişta herî balkêş jî di vê berhemê ew e ku mînakên di şîrovekirinê de hatine rêzkirin, ji parçeyên zargotina kurdî û ji berhemên wêjevanên kurd in.
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 80′yan de hatiye weşandin. 2018.07.01