Bûyerpress
Agît Yazar ( Egît Jahrîyûs)
Li gorî ku tê zanîn, di nava ajalan de cara pêşîn kûçik bûye dostê mirovan, hem jî dostê herî wefadar.
Dema ku mirov ji jiyana nêçîrvanî û berhevkirina pel û pincaran derbasî jiyana niştecihî û çandiniyê bûye, berî tevahiya ajalan kûçik hewisîne mirovan û hatine kedîkirin(Zanyar wisa dibêjin, ne ez).
Li gorî baweriya min, berî ku mirov derbasî jiyana niştecihî û çandiniyê bibe jî, ew û kûçik bi hev re dost bûn. Hûn ê bibêjin çawa? Baş e, gava em li dokumentên ajalan dinerin, hinek ajal ne ji nijada hev in lê dîsa jî bi hev re dost in û ji xisletên hev sûdê werdigirin.
Bo nimûne: Fîl û hêştirga zurafa bi hev re diçêrin; fîl ji çavên hêştirgê sûdê werdigire û hêştirg jî ji guhên fîlî sûdê werdigire. Çavên fîlî pir ne xurt in lê gûhên wî pir mezin in, nola radarê dibihîzin. Hêştirg jî xwediya hustuyekî dirêj û çavine jîr e, nola dûrbînê ye. Yek dibe guh, yek jî çav.
Hevkarî û nêzîkatiyên bi vî rengî, di navbera zebra û xezalan de jî pêk tê. Bi hev re li derdora xwe miqate dibin û xwe ji xetereyên pêkan dihefidînin.
Bê guman di nava tu ajalan de girêdan û rastiyeke bi qasî ya kûçik ji mirovan re tune ye. Di nava dem û dewranan de mirov û kûçik qenc hewisîne hev û girêdaneke niwaze di navbera wan de çêbûye. Ev wefadariya kûçik, ji têgihiştina me û wirdetir e.
Kûçik, ajalekî hestzirav û diltenik e. Hema nola mirovan şerm dike, hêrs dibe, şa dibe û heta di hin rewşên awarte de digirî jî. Di heman demê de, ajalekî zûfêhm û bîrbir e jî, bo nimûne: di her rewşê de, bi hal û hewalê xwediyê xwe dizane; xwediyê wî/ê xemgîn be, şa be, yan bi hêrs be, tê derdixîne.
Wexta xwediyê kûçik melûl be, edetî li ber dilê xwediyê xwe dihere û tê. Ger bizane ku xwediyê wî/ê pê re naxeyide, vê der û wê dera xwediyê xwe dialêse. Bi vê tevgera xwe, dixwaze ji xwediyê xwe re bibêje: “Ez hevparê kula dilê te me. Ka kula ku ez pê nizanim ew çi ye? Hinekî bide min, da ku kula te sivik bikim.”
Wexta xwediyê kûçik şa be, ew jî bi xwediyê xwe re dilîze û li dora xwediyê xwe li ser nenûkan direqise. Bi vî hawî dixwaze ji xwediyê xwe re bibêje: “Ez hevparê bextewariya te me. Da ku şahiya di dilê te de lê zêde bikim.”
Wexta xwediyê kûçik bi hêrs be jî, qet bi ser bayê xwediyê xwe nakeve û nakeve li ser xulqê wî/ê. Wekî ku ji xwediyê xwe re bibêje: “Eger ez bi semt û sitara te bikevim, dibe ku hîn bêtir tu hêrs bibî. Loma jî ya qenc ew e ez te bi tenê bihêlim, da ku tu li xwe vegerî û sedemê hêrsa xwe ji holê rakî.”
Kûçik ne tenê kûçik e, kûçik hinekî xwediyê xwe ye jî. Ji lew re kûçik gelek xisletên xwe ji xwediyê xwe werdigire.
Heger xwediyê kûçik bi gir û buxd be, kûçik jî weha ye. Gava girê xwe ji kesekî bigire, tu car ji bîr nake û her girê xwe dikudîne.
Heger xwediyê kûçik di xwe de, genfis û gumre be, kûçik jî xwedî heman xislet e. Gava çav li merivekî dikeve, xwe dideyne û bi dizîka xarî meriv dike.
Heger xwediyê kûçik behcokî û pitpitokî be, kûçik jî kazkazokî û lewlewokî ye.
Heger xwediyê kûçik giran û serwext be, kûçik jî di hed û hudûdê xwe de ye. Wexta çav li kesekî xerîb dikeve, nêta wî/ê ya qenc û xerab hilditeqile û paşê li hember dikeve tevgerê(ev çavdêriya min e).
Xisleta xwediyê kûçik çi dibe bila bibe, ti carî kûçik dev ji xwediyê xwe bernade û her li ber devê deriyê xwediyê xwe ye. Xwediyê kûçik, kûçikê xwe birçî bihêle, bi tenê bihêle, heta hem birçî bihêle û hem jî lê bide, dîsa jî dev ji xwediyê xwe bernade. Tim û dayîm ew li mal û milkê xwediyê xwe miqate ye û jê re çavdêr e.
Kûçik ne tenê xwediyê xwe nas dike, her wiha xizm, derdor û cîranên xwediyê xwe jî nas dike. Heta ker, çêlek, hesp, bizin, mîhî, elok û mirîşkên xwediyê xwe jî nas dike û wan dihefidîne. Kûçik ne tenê ajalên malê, her wiha alav û amûrên xwediyê xwe jî dinase û lê xwedî derdikeve.
Ev sedaqet û girêdana di navbera kûçik û mirov de, di navbera tu ruhberan de nehatiye dîtin û ew ê neyê dîtin jî.
KÛÇIKÊ MIN GUHDAR
Ev reşbelekên ku min li jorê der heqê sedaqeta kûçikan de nivîsîne, ez dixwazim bi mînakekê rave bikim:
Dema ez biçûk bûm, kûçikekî me hebû, navê wî Guhdar bû. Guhdar, kûçikekî zincîrreş bû. Ajalekî gelekî bîrbir bû.
Rojekê şivanê me (birayê min ê mezin) ne li malê bû. Bavê min ji dêlva wî ve, ez rêkirim ber pez. Min kerî ber bi rojavayê gund ve ajot. Kûçikê min Guhdar jî bi tengala min ket.
Min hem pez diçêrand hem jî ji xwe re xarr/şaqûlê kevirî çêdikir. Hew min dît li min bûye êvar. Êvarê şivan tev çûn bêriyê û ez tenê mam li wê çola hanê (di payizî de, ber bi êvarê ve pez didotin (.
Sawê ez girtim, ji ber ku ew der cihekî xewle bû û min li xwe kiribû êvar. Divabû min kerî tavil bibira bêriyê, teslîmî şivanê esil bikira. Paşê şivan jî pez ber bi rojhilata gund ve diajot û dibir kurên boz.
Min dikir û nedikir, min nikarîbû serê pez ji çêrê rakira û pez bimeşanda. Paşê min bi derbendê ciher (tûrê nan) girt û vî alî wî alî min avêt ji pez re. Gava ciher nola qertelekî baskşikestî li hewa ket, hingê pez ji ciher tirsiya, bû guregure pêz û di ser hev de terqiya.
Hasilî min dîsa ciher avêt li hewa. Ciherê min çû li nava şikêra keviran ket. Ez çûm lê geriyam û negeriyam min ciherê xwe nedît. Sofa min jê derket. Bê ciher ez jî ketim rê û min berê xwe da mal.
Dêya min ji min pirsî, got ka ciherê te? Min got yadê hal û ehwalê ciher ev e. Yadê got: “Ez virde-wirde nizanim, vegere here ciher bîne. Ez ne ji pişta Mele Yûsuf bim, heger te ciher neanî, tu jî îşev nehatî vê malê..!”
Min kur hilçinî. Di nigê nig de ez vegeriyam. Lê roj çûye ava û bûye sawgura êvarê. Hezar saw û weswese ji min re çêdibȗn. Ez çûm li nava wê şikêra ku min ciherê xwe lê wenda kiribû.
Di pişt kevirekî de tiştek diliviya, dilê min got qup! Min got aha bi îman ew tişta li pişt kevir, cin e. Min xwe danî. Tibabekî min xwîn di xwe de sar kir û paşê min dîsa zax da xwe. Min hêdîka serê xwe rakir û li wî tiştê pişt kevir nerî; min dît ew dûvê ajalekî ye. Min hêdî hêdî qad jê dizî û ez ber bi wî ve çûm. Gava ez gihaştim li ba kevir, min dît ew ajal, kûçikê min Guhdar e. Ji şahiyan re min dikir bifirim.
Belê, kûçikê min Guhdar li ber ceherê min veketibû û li malê xwediyê xwe xwedî derketibû…
Nivîsên ku tên weşandin, nerînên xudanên xwe ne.
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 79′an de hatiye weşandin. 2018.06.01