Bûyerpress
Bi nasnameya xwe ya kurdî, li asîmanê hunera erebî bilind bû û derbasî dilê hemî neteweyên deverê bû. Hunermend Rêber Wehîd di sala 1970’yî de li bajarê Qamişloyê ji dêya xwe bûye. Hêj di temenekî biçûk de bû, dest bi sitranbêjiyê kir û di hejdehsaliya xwe de jî derbasî qada awazdaneriyê bû. Ji berî ku wekî hunermend were nasîn, di salên 90’an de li milê Tirbespiyê mamostetî dikir. Di sala 2002’yê de çawa ku alboma wî ya bi navê Sîmfoniya Evînê derket, nav û dengê wî li tevahiya cîhanê belav bû. Ji bilî xebatên hunerî, ew Balyozê Niyetên Pak ê Neteweyên Yekbûyî ye. Di şerê Efrînê de yekem karwanê alîkariyên mirovî ji hêla wî ve derbasî Efrînê bû. Her çi qas mirovekî kurd e û bi kurdbûna xwe şanaz e jî, lê belê bi mebest an jî bi zanebûn berê xwe da hunera erebî, da ku bigihe armanca xwe. Di vê hevpeyvîna jêrîn çend xalên girêdayî jiyan û hunera Rêber Wehîd diyar dibin, her wiha der barê hunera kurdî di roja îroyîn de jî hunermend Rêber Wehîd nirxandinên xwe tîne zimên.
Hevpeyvîn: Ferîd Mîtan
– Hunermend Rêber Wehîd hem li ser asta neteweyê kurd, hem jî li tevahiya Rojhilata Navîn hunermendekî navdar û naskirî ye. Lê helbet hilkişîna bi çiyayekî ve û gihiştina lutkeyê, ji gaveke pêşîn dest pê dibe. Îcar dixwazim wan kêliyên pêşîn ên jiyana te ya hunerî binasim.
Gava min a pêşîn ji vê derê bû, ji bajarê min Qamişloyê bû. Dema ez biçûk bûm min di dibistanan de disitra. Dikarim bibêjim ez pêncsalî bûm dema min cara pêşîn sitra.
Min bi sê zimanan disitra: tirkî, erebî û kurdî. Paşê ez fêrî suryanî û ermenî jî bûm, her wiha min gelekî bi hindî jî disitra. Kêfa min ji dawetan re dihat. Carinan di dawetan de min li hunermend guhdar dikir û ji xwe re digot: “Ma ez ê kengî bibim wekî wî?”
Di hejdehsaliya xwe de min dest bi awazdaneriyê kir û wê demê min sitranek da Necwa Kerem. Paşê min li ser kêmendaman û xerîbiyê jî sitra. Lê wekî navdarbûn, di sala 2002’yê de dema min alboma “Sîmfoniyet El-Hub” berhem da, nav û dengê min belav bû û ez li tevahiya deverê hatim nasîn.
Ez nehatime guhertin, ez Rêber im, lawê Qamişloyê me.
– Ji sitranên kurdî zêdetir, Rêber Wehîd bi sitranên erebî tê nasîn, ji ber çi?
Min li gorbuhişt Mihemed Şêxo û gelek hunermendên kurd ên hêja nihêrî ku li ser asta cîhanî ne naskirî ne, vê yekê bala min kişand! Min ji xwe re got: “Çima ez bi erebî nasitrînim ji bo ku xelk min nas bike û dûv re bi kurdî bisitrînim!” Min wisa kir û bi rastî jî miletê ereb bi dest xwe re ez nas kirim, jixwe ji berê ve kurd min nas dikin. Tişteke din jî heye: Ragihandina kurdî -bibûre- ji aliyê hunerî ve qels û lawaz e. Li beramber wê dixwazim tenê mînakekê bidim: Eger Kenala MBC bernameyeke biçûk jî biweşîne, tevahiya dunyayê jê agahdar dibe. Îcar eger tu bernameyeke mezin jî di kenaleke kurdî biweşînî, tu kes dê pê nehese, ne kurd ne jî ereb.
Ji berê ve û hetanî roja îroj jî, tevahiya kurdan li bernameyên MBC temaşe dikin, çima? Ji ber ku ragihandineke xurt û xwedî nerîn e.
Ez nehatime guhertin, ez Rêber im, lawê Qamişloyê me. Hemî berhem û xebatên min bi navê min in; ango min navê xwe nekir Fadî ne jî Îsam, ev qas xelk dizane ku ez kurd im. Min sitran û awaz dan Necwa Kerem, Diyana Hedad, Asî Helanî û piştre min “Sîmfoniyet El-Hub” derxist, her wiha min sitrana Eyşo jî sitra, lê belê min zimanê xwe ji bîr nekir.
– Ji axaftinên te dixuye ku te ragihandin û hunera erebî wekî navgîneke navdarbûnê ji xwe re didît, an?
Na, ne tenê ji bo navdarbûnê, lê ji bo ku zanibin min bi erebî sitra û ez bi ser ketim.
Îro Selîm Berekat mirovekî kurd e û bi erebî dinivîse, lê hevrikiyê bi nivîskarên ereb re dike. Yanî ji bo ku dunya hemî zanibe: erê em kurd in, lê em bi zimanê wan jî jîr in.
Kurd bi aqilê xwe nafikirin, lê bi dilê xwe difikirin, ji ber vê yekê pir şaşîtiyên kurdan hene.
– Di hunera kurdî de tişta herî balkêş ji bo te çi ye?
Hunera kurdî bi hemî aliyên xwe ve balkêş e. Miletê kurd miletekî feqîr û belengaz, miletekî birîndar e. Ji xem û derdan, ji sitranan pê ve, tu kesekî kurdan tune ye. Kurd bi aqilê xwe nafikirin, lê bi dilê xwe difikirin, ji ber vê yekê pir şaşîtiyên kurdan hene. Wisa ne baş e, her tişt bi aqil dimeşe. Xwedê di pirtûka pîroz de gotiye: “اعقل و توكل”. Miletên dunyayê hilfiriyan esmanan; hunera wan, pirtûkên wan, dîwan û berhemên wan hene. Hunera kurdî pir belengaz e, wekî şekirê tu bavêjî nav zad û bidî hev. Sedemên vê yekê jî hemî partiyên kurdan in, partiyên kurdan hemî tişt tevlihev kirine û her tişt bi xwe ve girê dane.
– Eger em bi çavekî hunerî yî pisporane li babetê binihêrin û hunera kurdî û erebî bidin ber hev, çi cudahî di navbera wan de heye?
Hunera erebî ji aliyê not û meqaman ve pir li pêş e. Hunermendên kurd ên ku bi awayekî bilind û akademîk hunera xwe pêşkêş dikin pir kêm in, wekî: Feqiyê Teyran û Dilşad. Ji aliyekî din ve jî hunera erebî hatiye belgekirin û parastin, dibistanên ereban ên hunerî hene. Em kurd, tenê hunera me li bal bav û kalan e, eger ew bav û kal çûn hunera me jî diçe, îcar de ka were û lê bigere! Êdî nema ew parçeyên hunerî tên bidestxistin. Rast e em ne dewlet in, lê divê hunera me were parastin.
Hunera kurdî wekî huner pir dewlemend e, lê wekî parastin û xwedîlêderketin pir jar û feqîr e.
– Tu herî zêde li kîjan hunermendên kurd guhdar dikî, ango herî zêde hunera kê bala te dikişîne?
Mihemed Şêxo, Tehsîn Taha û Se’îd Yûsif. Ez ji yên kevin hez dikim.
– Ji ber çi ev nav, çi di hunera wan de heye?
Rastî tê de heye, tu miletê kurd di hunera wan de dibînî. Evînî, welatperwerî, koçberî û gelek hêmanên din di hunera wan de tên dîtin. Hunermendên aniha dikarin serê sibehê ji xew rabin, biçin tomargehê û dengê xwe tomar bikin, lê yên wekî Mihemed Şêxo, Tehsîn Taha, Îsa Berwarî û Se’îd Yûsiv gelek zor û astengî dîtine. Bê guman gelek hunermendên kurd ên dema niha jî dengê wan xweş e û hunera wan paqij e.
– Di roja îroyîn de bi dehan ji amûrên muzîkê yên pêşketî peyda bûne û derfetên berhemdana sitraneke di asteke bilind de pir bûne. Di demeke wisa de, amûrên muzîkê yên nûjen çi qasî rola xwe dilîzin, an jî dengê xweş bi tena xwe çi qasî dikare belav bibe?
Hunermendên îro herî zêde guh didin muzîk û stîlê. Gelek hunermendên ereban hene li ser asta cîhanî navdar in lê dengê wan tune ye, wekî Heyfa Wehbî tenê reng û stîl e.. Wekî din, gelek hunermend li bal me hene dengê wan bi tembûrê re xweş e û bi amûrên muzîkê re na, dengê wan diguhere. Ji sala 90’î hetanî 2000’î, nirxê hunerê hebû, lê îro em di 2018’an de ne, nirxê hunerê daketiye. Wekî mînak jî bidim: dema min albomên xwe derdixistin, bi pereyekî zêde dihatin firotin, lê îro hema tu internêtê vekî, sitrana tu bixwazî dikarî daxînî. Îro hunera sivik û bênirx li bazarê belav e, kesê guhdar li gotinên sivik û beredayî digere. Her ku diçe, nirxê hunerê dadikeve.
– Eger tu sitranekê binirxînî, di nirxandina xwe de herî zêde giraniyê didî deng, an gotin an jî awazan?
Di destpêkê de gotin, piştre awaz û herî dawî deng. Ji ber ku sitran bi gotinan ava dibe, bi awazan xweş dibe û yê ku dibêje sitranbêj e, ango deng e.
Aniha min sitraneke ku bi çar zimanan (erebî, ingilîzî, rûsî û îranî) tê gotin, amade kiriye.
– Di demên bê de çi projeyên te yên hunerî hene?
Aniha min sitraneke ku bi çar zimanan (erebî, ingilîzî, rûsî û îranî) tê gotin, amade kiriye, navê sitranê “Sûriya El-Hub” e. Her wiha cara pêşîn e ku sitraneke devokî bi zimanê kolanê amade dikim, ew jî aniha amade dibe, navê wê “Xelî Yiwelî” ye. Ez aniha ji Elîsa, Rebî El-Esmer, Mu’în Şerîf û Newal Zuxbî re sitranan amade dikim.
– Eger hejmareke destnîşnakirî li bal te tune be jî, lê dixwazim bizanim hetanî aniha te awaz û sitran dane kê û kê?
Min gelek sitran û awaz dane, hin hunermend hene bi gotin û awazên min pir navdar bûne. Min sitran û awaz dane Asî El-Hilanî, Necwa Kerem, Diyana Hedad, Mihemed El-Mazim, Ceylan, Letîfa Tûnisiyê, Refîq Sibê’î, Mehmûd Ceber, Hala Hisnî, Eymen Rida û gelekên din.
– Ji hunermendên ereb, herî zêde tu li kê guhdar dikî?
Kêfa min gelekî ji Nazim El-Xezalî, Azar Hebîb û Esmehan re tê. Yên aniha pir kêm li wan guhdar dikim.
– Di roja îroj de tu Balyozê Niyetên Pak ê Neteweyên Yekbûyî yî. Kengê û çawa tu bûyî balyozê wan?
Di sala 2011’an de şahiyeke min li Libananê hebû. Şandeyeke Xaça Sor a UNICEFê di wê şahiya min de amade bûbû. Di wê şahiyê de min gotinek got, min got: “Ev şahî ne ji bo min e, 10 zarok hene dilên wan qul in, ez ê ji kîsî xwe wan emelî bikim.” Îcar evê yekê pir bala şandeya UNICEFê kişand. Endamên şandeyê bang li min kir da ku bizanin ka ev gotin çi qasî rast e, min ji wan re got di vê şahiyê de min 6000 dolar sitandiye, tenê 500 dolarî ji xwe re dibim û 5500 dolarî didim ewan zarokên nexweş. Paşê rapor û buhanameyên nexweşxaneyê jî dîtin û gihan baweriyekê ku ez rast dibêjim. Piştî ku niştergeriya wan zarokan qediya bi du rojan, şandeya UNICEFê telefona min kir û min li Beyrûtê ew dîtin. Di wê hevdîtinê de girêbesta min çêkirin û ji min re gotin tu bûyî Balyozê UNICEFê yê Kêmendaman.
Di 8’ê adarê de min 20 kamyon alîkariyên mirovî derbasî Efrînê kirin.
– Di şerê Efrînê de dema ku efrînî koçber bûn, hewildanên te yên xurt ji bo derbaskirina alîkariyên mirovî hebûn. Dixwazim xebata te ya wê qonaxê bizanim û gelo ta çi radeyê te karîbû alîkariyan derbas bikî?
Di 20’ê meha yekê de şer dest pê bû, ez 12’ê meha 2’yan giham Efrînê. Ji 20’ê meha yekê hetanî 1’ê adarê, alîkarî bi yek carê nehatin. Di 8’ê adarê de min 20 kamyon alîkariyên mirovî derbasî Efrînê kirin. Dikarim bibêjim ji 20’ê meha 1’ê hetanî 8’ê adarê, ez di nava tevger û hewildaneke xurt de bûm, hetanî min karîbû wan 20 kamyonan derbasî Efrînê bikim. Helbet Hikûmeta Sûriyeyê nedihişt alîkarî derbas bibin, hetanî min erêkirina hikûmetê anî, qirika min qetiya. Miletê Efrînê ji hemî aliyan ve zordarî lê hat kirin; ji aliyê ragihandinê ve, ji aliyê piştgîriya mirovî ve, ji aliyê navdewletî ve û ji hemî aliyan ve mafê miletê Efrînê hat xwarin.
Eger ne ji firokeyan baya, tu carî tirkan nikarîbû gavekê nêzîkî gundên Efrînê bibin.
– Der barê rewşa deverên kurdî yên Rojavayê Kurdistanê de, li gorî pêşbîniyên te rewş ber bi kû û çi ve diçe?
Ez mirovekî rastgo me û bila tu kes xwe ji min nexeyidîne. Devera ku serweriya dewletê tê de tune be dê devereke sist be, bila em ji tecrubeya Efrînê hîn bibin. Du hevpeymanên herî xurt ên rêjîma Sûrî hene: Rûsya û Îran. Lê em -helbet hevalan gelekî xwîn rijand- hevpeymana me Amerîka ye û Amerîka ne cihê baweriyê ye! Tirkiye me naxwaze, Sûriye me naxwaze û Îran me naxwaze. Eger tu bixwazî dewletekê ava bikî, divê herî pêşîn tu ji aliyê asîmanî ve xurt bî. Binere li Herêma Kurdistanê du-sê mehan biryara qedexeya dijfirînê li ser balafirxaneyên wê hat bicihanîn, çi bi serê wê hat! Ma Efrîn çawa ket? Ji aliyê asîmanî ve Efrîn ket, eger ne ji firokeyan baya, tu carî tirkan nikarîbû gavekê nêzîkî gundên Efrînê bibin. Şervanên YPG û YPJê gelekî xurt û zana ne, lê ka li hember firokeyên Tirkiyê dê çi bikin? Çekên me yên giran tune ne û ji aliyê teknîkî ve jî hêza me tune ye. Ez dibêjim devera me aram namîne. Ez ê gotinekê bibêjim û ez berpirsyarê gotina xwe me: eger hikûmeta Sûrî xurt bibe, di cî de dê berê xwe bide deverên kurdan. Hişmendiya be’siyan (Partiya Be’is) tu carî naguhere.
– Em ê xwe ji babet û mijarên siyasî vedin û berê xwe bidin hin taybetmendiyên te. Navê te “Rêber” e, lê civat û derdora te hemî ereb in, îcar bilêvkirina navê “Rêber” ji bo ereban hinekî zehmet e. Di bilêvkirina navê te de, çi çîrok û serpêhatî di bala te de hene?
Hin dibêjin “Rûbêr”, hin dibêjin “Rîbêr”, hin dibêjin “Raber” û miletê Libnanê jî dibêje “Reyber”. Jixwe hin kes dibêjin ev ji Sînê ye, hin jî dibêjin ji Iraqê ye.
Bi yek hevokê:
– Herî zêde tu ji çi hez dikî?
Ji dêya xwe hez dikim, ez pir ji dêya xwe hez dikim.
– Gotina ku herî zêde tu jê hez dikî?
Dema dayîka min dibêje: “Xwedê ji te razî be.” Her wiha ez gelekî ji gotina “hêvî” hez dikim.
– Gotina ku herî zêde tu jê aciz î?
Derew.
– Di hunera xwe de, tu li çi poşman bûyî?
Belku di jiyana xwe de ez poşman bûme ku nezewicîme. Dayîka min dixwaze lawekî min bibîne.
– Hevpeyvîna me diqede, ji bo vê suhbeta xweş sipasiya cenabê te dikim.
Ez gelekî sipasiya te dikim. Dixwazim miletê kurd ji hev hez bike. Bila kurd ji zana, rewşenbîr, hozan û hunermendên xwe hez bikin. Ji ber çi ez ê pesinê yê ereb bidim û sixêfên nexweş ji kurdên xwe re bikim!? Bi hezkirinê, em ê welatan ava bikin. Dema em bûn yek, em ê hilfirin asmanan.
Ev hevpeyvîn di rojnameya Bûyerpress, hejmara 79′an de hatiye weşandin. 2018.06.01