Bûyerpress
Xalis Misewer
Di pêşî de divȇ em zanibin ku rewşenbîrê resen ew e yê ku xwediyê zihniyeteke vekirî ye û bi pergaleke têgihiştin û ronakiyê ve mijûl dibe. Her wiha rewşenbîr ew e ku ji rewşenbîrî û zanisteke resen dagirtî ye ku dikare civaka xwe ya lipaşmayî û bindest bi aliyê pêşxistin, guhertin, hêviyên têkoşîn ȗ azadiyê ve bibe. Ji bilî vê jî divȇ rewşenbîr wijdanê niştimaniya xwe be, navnîşana guhertin û serxwebûna wê be ku pîvanên pêşketin û şaristaniyê li ser milên wî bên avakirin, da ku di nav netew û welatên din de bingeha peyama miletê xwe hilde jor û guhertin û pêşketinan ji bo civaka xwe bi awayekî herî aqildar, pilebilind ȗ mirovahî biafirîne.
Civak jî bi rola xwe rewşenbîr li pêş dixe û asta wî bi aliyê guhertinê ve dibe. Lê berçav e ku rewşenbîrê kurd ê ku îro bê vîn û îrade maye, nikare bi rola xwe ve rabe û civaka xwe bi awayekî bi rêk û pêk li pêş bixe. Rewşenbîr bi piranî ber bi siyaset û civaka bijartî ve hildikişe, bi giştî ji bûyerên civaka xwe bi dûr dikeve. Lê kelemên herî mezin li ber rewşenbîrê kurd îro ew in ku nikare vê jihevketina siyasî ya herî kûr di bingeha civak xwe de çareser bike û di nav hemû aliyan de pêwîstiya hebûna rewşenbîriya xwe mȋna hêza çareseriyê teqez bike. Dibe ku ev pêşveçûn û guhertinên ku em dixwazin ne li gor berjewendiyên wî bin, wê demê rewşenbîrê keysebaz dê nebe pêşkêşê civak û miletê xwe.
piraniya rewşenbîrên me îro di rewşeke bêpergal de xwe didin nasîn; bê guman gelek sedemên din jî ji vê taybetmendiyê re hene:
1- Rewşenbîrên me di roja îroj de di ezmûneke nû re derbas dibin ku hêj rol û têkiliyên xwe bi milet û civaka xwe re baş nas nekirine û nikarin di vî warî de rolên xwe baş bi kar bînin. Ji ber vȇ yekȇ jȋ, rewşenbîrên kurd bê navber xwe bi aliyê gengeşeyên siyasî ve dikişînin.
2- Piraniya rewşenbîrên me her dem xwe di bin çengên siyasetmedaran de dibîne, berjewendiyên xwe bi wan re dibîne û bêdengî û peyetiya xwe ji wan re dide xuyakirin. Tê xuyakirin jî ku piraniya van rewşenbîran bê lêborîn pişta xwe daye civaka xwe, vî tiştî hiştiye ku rewşenbîr ji civakê bi dȗr bikevin û di deryaya mîtafîzîkeke neriyalîzm de melevaniyȇ bikin.
Markis dibêje: “Fikir û ramanên mirov ku gavan bi aliyê materyaliyê ve neavêjin û milet li wan bi xwedî dernekeve, ew fikir nabin fikirine civakî.”
3- Rewşenbîr pirê caran li belavbûna dengê xwe digerin û di vir de rewşenbîr tu karîzmayên rewşenbîr û ronakiyê di xwe de nacivînin; ango rewnşenbîrên kurd wekȋ ku tê xwestin xwe ji rewşenbîriyê re dane girtin, ji ber wiha wan nikarîbû di golên guhertin û ronakbîriyê de avjeniyê bikin.
Ji ber vê yekê, divȇ rewşenbîr di warê bûyerên civaka xwe de bêhtir têgihişt û ronak bin.
Sartir dibêje: “Erka rewşenbîr ew e ku li hember astengî û kelemên li pêşiya niştimaniya miletê xwe li ber xwe bide.” Ev jî tê wateya ku erka rewşenbîr ew e ku ji birca xwe ya Belek dakeve nav refên milet û civaka xwe, da ku wan bi aliyê asoyên pêşketin û guhertinên bilind û firehtir ve bikişîne. Lê mixabin rewşenbîr nikarȋbȗ vȇ rola xwe pêk bîne û xwe li ber devê rewşenbîriyê reben û bêmical hiştiye.
4- Ji aliyekî din ve rewşenbîr xwe kêmxwendin hiştiye, ango ew naxwîne ȗ rewşenbîriya xwe bi pȇş ve nabe. Heta ku bixwîne jî, xwendin û rewşenbîriya xwe naxe xizmeta civaka xwe.
5- Ragihandin jî bi rola xwe rewşenbîriyeke sivik û ne kûr li ser sifriyeke bêwestan dide rewşenbîr û wî bi rewşenbîriyeke cidî û resen ve mijûl nake. Ji lew re tiştekî balkêş tune ye ku bide milet, ji ber wiha jî ew qasî bandora wî li milet tune ye. Wiha milet jî wî napejirîne û wî mîna rêber û pêşkêş ji xwe re nabîne.
Nivîsên ku tên weşandin, nerînên xudanên xwe ne.
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 78′an de hatiye weşandin. 2018.05.15