Bûyerpress
Dildarê Mîdî
Sofî berê xwe da gundê Til Marûf, da ku çavên xwe bi dîtina şêxê xwe ronî bike û hem jî tobeya xwe nuh bike .
Piştî ku ji postê (mîkro) daket, li ser Pira Nametiyê rawestiya û çavên wî li rêya otombîl, motorsiklet an jî erebeyekê man, da ku lê siwar bibe û biçe gundê Til Marûf. Dunya germa havînê bû. Qaseke baş li ser wê pirê ma, bêyî ku tu wasîteyek were ku wî bigihîne gundê şêxê wî. Ha piştî demekê dît ku wa 20-30 otombîl li dû hev tên û otombîla şêxê wî li pêşiya wan e. Kêfa wî gelekî hat û ji xwe re got :”Ku Xwedê çêdike, halo ye.”
Sofî nemerdî nekir, tevlî rih û şaşika xwe bezî pêşiya karwanê otombîlan, da ku bi wan re siwar bibe. Lê mixabin şêxê wî qet li wî hoveneda, li wî nesekinî. Şêxê wî li gel tevahiya kerwên derbas bû, bêyî ku yek ji wan otombîlan li Sofî bisekine û wî bi xwe re siwar bike.
Sofiyê pepûk bê zar û çare li cihê xwe ma û ji xwe re got :”Wey bavo! Ez çi dibêjim û tembûra min çi li min vedigerîne? Ez li kû û mala dawetê li kû..!”
Hema sofî di cî de polî poşman vegeriya mala xwe. Çawa ku derbasî malê bû, bi dest xwe re bang li jina xwe kir û gotê:
– Keçê, jinikê… li bayê bezê ji min re makîne û şufreyekê bîne! Da ez vê riha dirêj biqusînim û xwe ji wê xelas bikim.
Jina wî matmayî lê vegerand:
– Pepû, pepû, waweylê waweylê… kuro tu dîn bûyȋ..! Ma ne tu ji biçûkaniya xwe ve tobedar û sofiyê mala şêx î. Tu yê çawa riha xwe kurt bikî?
Sofî keserek kêşa û bi dengekê nerm ji hevjîna xwe re got:
– Keçê ew şêxê ku li ser Pira Nametiyê bi kêrî min neyê, ka ew ê li ser Pira Selatê çi ji min re bike!!? Hey te heft xwelî li serê min kirê lêêê…!
Nivîsên ku tên weşandin, nerînên xudanên xwe ne.
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 78′an de hatiye weşandin. 2018.05.15