Bûyerpress
Behzad Dawûd
Bi dîtina navê gundekî kurdî yê rasteqîne, kolac û sitêrkên rengîn li ser otombîlekê, tivingeke li ser milê serbazekî, parçeqaxezeke bi kurdî li ser sendoqên mêwe û şînkatiyê, deftereke baceyê ji saziyeke nûava û gelek tiştên wisa… mirov hest bi hebûna sîstemeke kurdî bo rêveberiya parçeyekî Kurdistanê dikir û bi bihêzbûn û geşbûna wê ezmûnê mirov çavên xwe ji gelek prensîpên sereke ku bêyî wan wêranî tên, digirtin; mîna: tekalî, boxbûn, dizî, rêbaza çepiklêdan û herbijîyê yan jî barbara kerî bo gotina “îxanet” ew hemû tiştên xerab li aliyekî û xeberdana “belê ezbenî” ji aliyekî din ve ku rêvebirên wê deverê ji serbazên biyan re dibêjin, ewên ku karwanên xort û keçên kurdan bo armancên xwe şehîd kirin, paşê bi zimanekî dirêj û di rûyê serkirdeyên kurd de (ku qaşo hevpeyman in) ewan got: “Em tenê di babeta şerê tundrewên DAIŞ de hevpeymanin.” Wate: Em ji bilî lîstikên xwe yên gemarî, zar û neviyên xwe jî bi xwîna xort û keçên we ji metirsiyên paşerojê diparêzin û li hember terorîstên alreş -ku dirustkiriyê odeyên wan ên sîxurî û zanyariyan in- we bi hev didin kuştin, piştî ku erka xwe bi cih anîn…
Kesekî têgihiştî baweriya xwe bi welatên rojava tîne bêyî ku xalên lawaz ên wan welatan bizane? Erê, kurd in. Hemû parçe, lê Rojavayê Kurdistanê ziyana herî mezin dide û bê beramber.
Mîna her carekê min ev boçûn heye: Zilhêz dewletên herêmê û hevpemaniya bi wan re nakin qurbanek bo xewna partiyeke kurdî ku bi rêbazeke eşkere xwe bi partiyeke derve ve girêdide..
Kurdekî bişeref nîne ku ji her partiyek an jî şervanekî kurd re rêzê nagire, lê divê rastî bê eşkerekirin: Tev li ku şervanan dastan di şerê li dij artêşa tirkan û kurtêlxurên ereb ên bi war ne nivîsîn, lê EFRÎN ÇÛ.
Divê çi were kirin da ku yê mayî jî neçe? Tenê rêçek heye lê ew jî bi dirêjahiya dîrokê di kultûra kurdan de nehatiye dîtin, ew rêç “belavkirina tirsê” ye. Kurd bi sedan zindaniyên tundrew hene, piraniya wan ji xwînrêjtirîn terorîstên cîhanê ne, eger we rêz û cih di nava mezinan de divê, pêwîst e hûn qezencê ji wan girtiyan bikin û bi hemû şêwazan .
Babet ne karvedaneke demkî li ser şikestinekê ye, lê belê têgihiştin û xwendineke hûrbîn li ser ezmûnên gelên cîhanê ye ku li ser kelaxê hevûdin û bi hemû şêwazên dûr ji rûmet, exlaq û mirovatiyê welatên xwe ava kirine. Paşê ku bingehên xwe bo sedan sal asê kirin, lêborînek ji wan gelên perçiqî re pêşkêş kirin yan ev jî nekirin.
Belê, çend malbatên zemînê vê rewşê kontrol dikin û bazara firotina miletan di nav wan de germ e, kurd ji yên herî erzan û bê metirsî ne.
Yan ev rêç, yan jî ezmûna Rojhilata Feratê jî dê mîna Rojavayê wê û pir xerabtir be; ji ber kurdan bi hezaran dûpişk di paşila xwe de, di nava hêzên çekdar de xwedî kirine û ew (dûpişk) amade ne ku ji her kesî re xwe bikin destek eger armanc kurd bin .
Ezmûna me mîna lîstika zarokan a bi qûmê li ser kenara deryayê ye ku demjimêrên dirêj bo avakirina koşk û kelehan xerc dike, paşê kesek di çirkeyekê de, bi yek pehînê dirûxîne .
Nivîsên ku tên weşandin, nerînên xudanên xwe ne.
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara 78′an de hatiye weşandin. 2018.05.15