* Min guman dikir ku wê mehrecana çîroaka kurdî di asteke bilindtire de be..!
Hevpeyvîn: Xalid Umer
Salar Salih kî ye?
Navê min Salar Salih Es’ed e, bi nasnavê (Elo) dihatim naskirin, ew jî navê malbata me ye, derçûyê kolîca Hiqûq zanîngeha Ferat im, bi zimanê Kurdî û Erebî çîrok û gotarê dinivîsim, herweha di warê vekolînê de jî dixebitim, du pirtûkên min amade hene ji çapkirinê re, ʺQişleʺ girûpeke ji kurteçîrokên bi zimanê Kurdî ye, ʺTêlên Rêsayîʺ girûpeke kurteçîrokên bi zimanê Erebî ne, û vekolînek di warê AB ya zimanê kurdî de, û gelek gotar di malper û rojname û kovaran de li Başûr û Rojavayê Kurdistanê min belav kirine, digel karê nivîsînê jî, ez di warê mafên mirovan û civaka sivîl de çalakvan im, yekem car min kurteçîrok bi zimanê Kurdî nivîsîye di sala 2007an de bi sernavê ʺRojêʺ û di kovara Helez de belavbû.
Çîroka te ya bi navê ʺQişleʺ di mehrecana çîrokê de beşdar bû, çîroknivîsên din ku beşdar bûn çi li ba Salar çê kirin?
Mixabin, ji ber ez ji nişteciyên Hesekê me, tenê di roja yekem de ez amade bûm, min û M.Imran Yûsiv çîrokên xwe xwendin û li gor axaftina ku di navbera me û amadebûyan de çêbû, ew pir kêfxweş bûn bi herdu çîrokên roja yekem, di rojên din jî de çîrokine baş hatin xwendin li gor agahiyên ragihandinê, lê bi tevayî mehrecan ne di wê asta bilind de bû, ango çîroka kurdî pêdiviya xebateke mezin e, nivîskarên çîrokê pêdiviyê xurtkirinê ne, nemaze di warê zimanê kurdî de ku lawaziyeke diyar di aliyê ziman de rûda, digel ku gelek nivîskarên çîrokê yên xwedî berhem beşdar nebûn di vê mehrecanê de. Ez komîta amadekar ya mehrecanê jî rexne dikim çimkî çîrokek tenê xelat kir, lê gerek bû ku ew sê çîrokan xelat kiriba.
Hin çavdêrên wêjeya Kurdî dibêjin çîroka kurdî li Rojavayê Kurdistanê tune ye, tenê hin pênûs xwe nêzî çîrokê dikin lê ne di wê astê de ne, derbarî van nerînan Salar çi dibêje?
Rast e ku çîroka kurdî ne di wê asta bilind de ye, ya ku em hemû dixawzin, ez bi xwe soseretî bûm ji asta çîrokên ku di mehrecana çîrokê de beşdar bûn, min bawer dikir ku mehrecan dê di asteke bilindtire de be, lê çîroka Kurdî li Rojavayê Kurdistanê heye û nifşek nû ji çîroknivîsên kurd yên behrmend nuha di warê çîroka Kurdî de dixebitin û di salên bê de wê berhemên wan roniyê bibînin û di asteke pir bilind de, lê di mehrecana çîrokê ya yekem de ez jî dibêjim ku asta çîrokan pir nizim bû û hin ji wan ne çîrok bûn.
Di nerîna te de giringiya lidarxistina mehrecana çîroka kurdî ji hêla Y.N.K-S çiye, û tu çawa vê mehrecanê dinirxînî?
Gavek pir giring bû ku guhdaneke taybet bo çîroka Kurdî yekemîn car hate kirin, lê gellek kêmasî rûdan ji wan ku komîta nirxandina çîrokan ne eşkere bû, me nizanîbû ku ew kesên çîrokên me dinirxînin çîroknivîs in, kesên pispor in yan endamên yekîtiyê ne , bixwe nediyar e ka bo çi navê wan nehat ragihandin ta piştî bi dawîbûna mehrecanê jî, di bîrûraya min de çênabe helbestevanek çîrokê binirxîne divê komîtên pispor bi vê mebestê bêne avakirin, digel ku navên mezin di çîrokê de hatin dûrxistin ji komîta nirxdar wek M.Ibrahîm Xelîl û M.Wecîha Ebdilrehman?!