Rodî Hesen
Serpêhatiya Kurdên Êzîdî yên devera Şingalê li Başûrê Kurdistanê, her Kurdistaniyek li pêrgî ezmûneke sext û dijwar kir . Siyasetvan , rayeder , rewşenbîr , sazî , partî û hema bêje tevahiya civaka Kurdistanî erkdar kir. Pirsa lêqewimiyên Şingalê taqîkirin û imtihaneke gelek bi cidî ji Mediya Kurdistanî re bû . Medya Kurdistanî bi hemî zimanên pê tê nivîsan û weşankirin û bi paşxane xwe yên cûdacûda zûzû biryar da ku ew hîna negihiştiye asta lisermilhilgirtina stûbariyeke wiha giran û mezin .
Lê tevî vê yekê jî, dengê Kurdan bo her deverî hat veguheztin û li her deverî jî hawara Kurdistanê hat bihîztin .Aniha ,serpêhatiya Şingal sernavê (Headline) sereke yê rojname û dezgihên medyayî yên herî bi bandor û ezmûndar li seranserî cîhanê ye. Lê ew yek zêdetir ne bi saya medya û rojnamevaniya Kurdî pêk hat. Hêjayî behskirinê ye , rojnamegerên Kurdisatnî yên ku ji rojnamegerî û medya biyanî re dixebitin, çi wek karmend anjî wek rojnamegerê serbest (Freelancer) rolekî berçav lîstin û cihêtiliyên wan xuya ye .
Karesata Şingal qelsî û lawaziyên rojnamegerî û medya Kurdistanî ji hemî aliyan ve da pêş . Mirov dikare bi dehan kêmasî bîne ziman .Ji bilî , çewtî û nepîşeyîyê di veguhstinê de .
Xweş hate eyan ku rojnamegerî û medya Kurdistanî hîna jî medyake bêtir li gorî zihniyeteke partîtî tevdigere . Hevdem , ku ciwanên Kurdsitanî yên ji hemî partî , aydyolojî , rêbazên siyasî û baweriyên cuda di sengerên şer de tên dîtin , medyaya Kurdistanî , bi aweyek gelemper , vê rastiyê dişêwîne û li gorî kêfa xwe û berjewendiya aliyê siponser rastiya bûyeran form dike .Wate , di encamê de ne tenê qehremanî û dilsoziya wan ciwanên Kurdistanî yên ku ji seranserî xaknîgariya Kurdisatan –her çar parçe – hatine parastina xaka başûrê welêt dikin, wek pêwist romal nehate ziman , belê mirov ne şaş e ku bêje ew xebata bi meznahî hat biçûkirin . Mirovê şopêner gelek caran têbînî dike ku çawa rojnamegerên TV û radyoyên Kurdistanî xelkê li gorî berjewendiyên teng ên partîtî didin axiftin û çawa jî axiftina kesên ku ne bi dilê wan daxvin rediwestênin ,diqurmiçênin û bidawî dikin. Ma ji wiha bêmistewayî û trajîdî?! . Ji bo her şopênerekî jî ev tişt diyar e û pêwistî bi westaneke vehizrînê ya dijwar tune ye . Lewra jî pêwistî bi destnîşankirna tu navan ne gerek e .
Ne tenê wiha , bela ta derbasbûna çend rojan bi ser penabirina Êzîdiyên Şingal bo dostê Kurdan yê hertimî ku Çiya ye , tu vîdiyo û dîmnên wan lêqewimyan nebûn .Bihane jî ew bû ku dever ji aliyê çekdarên dewleta Islamî (DI)ve kontrolkirî ye û gelek xetirnak e!. Baş e , dezgehên ragihandinê yên navdewletî û tenanet Herêmî jî (Erebî wek mînak ) çawa vî karî (karkirina li deverên ne aram û xeternak ) di rewşên hevşêweyê reşwa niha ya Şingal ,pêk tînin. Herwiha , hewla nîşandana bûyeran bi aweyekî nerasrt û guherandîkirî berdewam e .Ta niha mirov nizane çawa û kî sivîlan bi selametî dighîne Rojavayê Kurdistanê . Bi tenê mirov dibhîze ku korîdorên aram hatine çêkirin .
Gelek dezgehên Kurdistanî jî , bûyîna hin nûçeyên xwe wek çavkanî di çend rojname , radyo û TV yan de wek belgeya serkeftina xwe nîşan dan !. Weke , ku ew û xelk jî , nizanin ku bûyer li Kurdisatanê diqewime û normala her dezgeheke Kurdistanî bibe çavkanî. Belê ji xwe nûçe derbarê girî û xwelixwenegirtina rojnamevanên xwe li hember kareseta mirovî ya ku li Şingalê pêk hat , amade kirin û gelek caran jî ew nûçe dubare kirin . Xweş bextan e ku rojnamevanan ji seranserî cîhanê berê xwe dan Başûrê Kurdistanê bo romalkirina pêşveçûnan dena ji xwe belkî dengê Kurdan bi gelek nizmahî gihiştibane cîhanê û cîhan wek niha bi berfireyî agahdarî hûrgiliyên qetilama Şingal nebûbane. Trajîdî bi vî aweyî bidawî nabe.
*Têbîn: Li ser daxwaza nivîskar ku (tikaya ziman û qalibê zimanî islûbê min e), me gotar weke wê weşandiye .