Hevpeyvîn: Xalid Umer
1-Imran Yûsiv wek nivîskar,kî ye?
Ez ji nivîsandinê hez dikim,nivîsandin li ba min bêhnvedaneke giyanî ye û serxweşiyeke ramanî ye, tucaran pilana min ne ew bû ku ez bibim nivîskar, lê her dem gava ku hest û ramanan fişar li min dikirin teqînqa hundirê min di rêya nivîsandinê re derdiket, lewre jî nivîsandinên min corecor in (şano-çîrok- yekcaran helbest- gotar)her coreyek ji van çîrokeke wê ye taybet li ba min heye.
2-Helbesta kurdî ya pêlewaz an kêşesaz (mewzûn) û ya pexşan (serbest) li gorî rexnevanan mercên wê hene ta nav lê bibe helbest?
Di nêrîna te de mercên çîroka ast bilind çi ne?
Wêje bi giştî girêdayî berhemdan û afirandinê ye, heger em pêşveçûna wêjeyê bişopînin, em ê bibînin ku herdem ew merc û pîvanên ku rexnevanan jê re danîbûn dihatin şikandin, ev jî ji ber ku rexnê dida pey wêjeyê ne li pêşiya wê dimeşiya, lewre jî gelek dibistan û berdozên wêjeyê ji nik rexnevanan hatin binavkirin û her dibistaneke wêjeyî merc û pîvanên wê cuda ne.
Ev bi giştî, di warê çîroka astbilind û mercên wê de, di nêrîna min de her hêmanek ji hêmanên çîrokê (mijar- bûyer- zimanê bêjeyî- cih û dem-hûnandin- axaftin…..) pêwîstiyeke wê ya taybet heye di avakirina çîrokê de wek karekî yekgirtî.
Nivîskar çuqasî karibe van hêmanan di cihê wan de, di hundirê çîrokê de bikar bîne ji bo yekgirtina çîrokê, çuqasî behremend û têgihiştî be di warê bikaranîna teknîkên nivîsandinê û alavên wê de, ewqasî dikare jî wê ber bi asteke bilind ve bibe.
3-“Koçberî” navnîşana çîroka te ya xelata yekemîn a mehrecana çîroka kurdî wergirt , a ku Y.N.K.S lidar xistibû, di nerîna te de xelkên meyî feqîr ne hatin dehfdan bo koçber bibin ,nexasim di vê nezelaliya rewşa me ya siyasî de û nakokiyên her du encûmenên kurdî ?
Koçberiya di her sê salên dawî de li herêmên kurdî bû, ji mezintirîn karîset e di dîroka Rojavayê Kurdistanê de û bandorên wê heta demeke dirêj dê bimînin.
Gelek sedemên vê koçberiyê hebûn, yek ji sedemên sereke rewşa aborî ya aloz û nebûna kar bû ku di encama dorpêçkirina herêmên kurdî de rûda. Ev ligel ne aramî û ne tebatiya li herêmên kurdî, herweha rewşa tevgera siyasî ya kurdî bi herdu encûmenên xwe yên baş guh nedan vê diyardeya metirsîdar, tu çare jê re nedîtin, tenê bilyabûn bi berjewendiyên xwenî partiyane û nakokiyên xwenî navxweyî ku vê yekê jî hişt baweriya gel bi vê tevgerê kêm bibe û bêhêvî li ba gel zêde bibe, ev jî sedemek ji sedemên koçberiyê bû.
4- Hin dibêjin mehrecana çîroka kurdî ne di wê astê de bû,û gelek çîroknivîsên Kurd ku bi zimanê Erebî dinivîsînin xeyidîn, ji ber mihrecan tenê ji bo çîrokên bi zimanê kurdî bûn, Imran çilo vê yekê dinirxîne?
Bijartina rojeke taybet bi çîroka kurdî û lidarxistina mehrecana yekem ya çîroka kurdî li bajarê Qamişlo bûyereke dîrokî bû di dîroka wêjeya kurdî de û dê di paşerojê de gelek bandorên erênî li pêşketina çîroka kurdî bike.
Herweha destpêşiya Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê di vê yekê de wê neyê jibîrkirin.
Derbarî nirxandina min ji mehrecanê re çend têbîniyên min hene:
1-Jimara beşdaran ji çîroknivîsên kurd di vê mehrecanê de pir kêm bû û ne li gor hêviyan bû.
2-Nebûna rexnevanan û xelekên nirxandin û gotûbêjkirina çîrokan.
3-Ji alî ragihandina kurdî de mehrecanê mafê xwe nestand.
Derbarî gazinên nivîskarên ku bi Erebî dinivîsin,ez dibînim ku ji navê mehrecanê diyar e ku ew mehrecana çîroka (KURDÎ) ye ango çîroka bi zimanê kurdî hatiye nivîsîn.
Di nerîna min de ziman nasnameya wêjeyê ye, dema em bibêjin çîroka Kurdî tê wê wateyê ew çîrok bi zimanê Kurdî hatiye nivîsîn, çîrokên ku bi zimanekî dîtir hatine nivîsîn tucar û tucaran vê wateyê nadin
Lewre ne ji mafê kesekî ye ku ji vê rastiyê bixeyide yan jî jê bireve.