Ez ji zaroktiya xwe ve hewceyî şanoyê bûm lê min nizanîbû navê wê çi ye.
Çaxa derdiketim ser şanoya erebî min digot: Ez mirovekî kurd im, bavê Rêvan im.
Karê me bi koma Botan re soz e, evîn e, biratî ye, wijdan e ji bo şehîdên vê xaka pak Osman û Şêrvan.
Hevpeyvîn: Hozan Hadî
– Fewaz Mehmûd kî ye?
Fewaz Mehmûd li Qamişlo, di 1956an de çêbûye, despêk li taxa Qedûrbeg û dibistana Selahedîn a seretayî bû, em zarok bûn, me nizanîbû şano çi ye, me distirand, dîlan dikir, birayê min Dr.Elî Mehmûd ji hunerê , şêwekarî û lîstikvaniyê hez dikir, ez bi xwe re dibirim sînemayê, biçûk bûm lê min pir ji sînema hez kir.
Li dibistanê di pola çaran de, mamoste hişt ku ez bi wêrekî nêzîkî şanoyê bim, herwiha mamoste Îsa Xemîs û mamoste Ebas û mamostekî min êzîdî hebû û gelek kesên din ez ber bi şanoya dibistanî ve birim. Wilo min di sala 1970î min destpê kir.
Çima Şano?
– Şano canê hunerê ye, te dixê nav malbateke nû di kar de, ez ji zaroktiya xwe ve hewceyî şanoyê bûm lê min nizanîbû navê wê çi ye, min zarok dicivandin û min ew amade dikirin ji lîstikvaniyê re.
– Gelo Tv dikarî bi rol û karê şanoyê rabe?
Çawa av laşê mirovekî tî geş dike, şano wilo mirovatiyê geş dike, erê Tv navdariyê û pereyan tîne, dikeve her malekê de, lê çiqasî Tv pêşkêş bike ew ê li ber afirandina şanoyê biçûk be. Tv di malan de ye lê gava tu çend kesan tîne holeke şanoyê tu serkeftineke mezin dikî, ez hunermendên drama tilvizyonî yên Sûrî nas dikim, lê gelek ji wan ji şanoyê hatine Tvê weke Hatim Elî, Eymen Zêdan, Zênatî Qudsiyê û gelekê din di şanoyê de perwerde bûne.
– Di nerîna we de çi pêdivî hene ku kesek bibe lîstikvanê şanoyê?
Cîhan û jiyana lê dibe şano ye, em mirov lîstikvan in, ango çi yekê li ser zemînê bijî lîstikvan e, her yek bi rola xwe radibe, şano jî hunereke pîroz e, ew depê şanoyê ne kêmî erda camî û kenîsê ye, eger mirov ev nas kir, wê bibe xwedî peyam di jiyana xwe de, ev e pêdiviya karê şanoyê yê ku şanoger radijiyê.
Ji bo ku mirovek bibe lîstikvanê şanoyê, divê berî her tiştî heskirin û baweriya wî bi şanoyê hebe, laşê wî karibe raje barê lîstikvaniyê û di rahênan û korsên amadekirinê de cihê xwe li gor karîn û heskirina xwe bibîne.
Şanoya bi Kurdî, we çi jê re kir?
wê çaxê nedihiştin Kurmanc, Aşûrî yan Siryan bi zimanê xwe di şanoyê de kar bikin, em di şanoya Erebî de dixebitîn, lê tim em di wê baweriyê de bûn ko em ne ji aliyekî siyasî yan berpirsyarekî re kar dikin, huner çi cure be, radije nameyeke mirovatî ji hemî xelkê re, hunermendê rasteqîn nabêje nameya min tenê ji kurdan, ereban yan aşûr û siryanan re ye.
Ez serê xwe ditewînim ji hevalên xwe re, yên di rewşine xirab de bi zimanê xwe şano pêşkêş kirin, lê ez jî çaxa derdiketim ser şanoya erebî, xelkê dipirsî ev kî ye? Min digot: Ez mirovekî kurd im, ez Fewaz Mehmûd bavê Rêvan im, navê zarokên min(Rêvan, Îvan, Şevzan û Roksan) in, ez ji malbateke kurd ji taxa Qedûrbeg li Qamişlo me û ez bi vê serbilind im, seknandina min li ser şanoya erebî bi navê şanoyê bû.
– Karê te bi koma Botan re, çawa hat, we çi bi hev re kir?
Li navenda hunermendê gewre Mihemed Şêxo, min xortekî delal dît navê wî Welat Dêrik bû, nerînên me wek hev bûn, em li hev hatin ku bi hev re kar bikin.
Ji wê kêliyê min ji wê navendê û karmendên wê hez kir, paşê me korseke amedkirina lîstikvanan biçûk û mezin ji koma Botan re li wir vekir, me wek encama wê korsê, şanoyek bi kurdî pêşkêş kir bi navê (Bîra Herifî), heyber ya nivîskar lawê qada pak Hums mamoste Ferhan Bilbul bû, wî bi erebî di gelek mehrecanan de xelat li ser wergirtin, min vegerand koka wê ya kurdî, îro karê me bi koma Botan re soz e, evîn e, biratî ye, wijdan e ji bo şehîdên vê xaka pak Osman û Şêrvan, ez serê xwe li ber wan ditewînim û dibêjim: ez Fewaz Mehmûd, ez ê kenê we, xwîna we ya pak, bikim ximav, pênûs, nivîs û ziman, ji bo nameya şanoyê bigihe hemî mirovan.
– gotinek dawî .
– Ez soz didim ku ez ê ji nameya xwe ya şanoyê re dilsoz bim, ew nameya biratiya mirovan. Ew kesên kilîtan dikin stuyê xwe de û di wê baweriyê de ne ku ew ê pê deriyê buhiştê vekin, bera zanibin ku dema xwedê hebûn afirand, deriyek tenê jê re hişt, deriyê perwerî û lêborînê, roja ku em ji hev hez bikin, destên me di destên hev de be, wê xwedê ji me razî be, ji ber em ê bigihin kêfxweşiya ku xwedayê me ji me xwestiye.