Bûyerpress
Selam Darî
Ez Cejna Zarokan li hemû zarokên cîhanê û Kurdistanê pîroz dikim û pîrozbahiyeke taybet bo zarokên Kurdistana Rojava yên ku penaber bûne. Silaveke taybet ji zarokên Kampa Domîzê re yên ku zehmetiyeke zor dikêşin.
Eger ne ji zarokan bûya, tu carî dayîk fêrî lorandinê nedibû; dêmek zarok dahênanê bi xwe re tîne. Jiyan bi zarokan xweş dibe; di kolanên bajaran de û li ser bênderên gundan qerebalixa wan, leystikên wan, kenê wan…
Wekî ku hûn dizanin zarok mêweyên jiyanê, nifşê paşerojê û firişteyên li ser rûyê zemînê ne. Her wiha mizgîniya herî mezin di jiyanê de bi zayîna zarok re tê. Di perwerdekirina civakan de zarok bingeh in, ji lew re pêdivî bi guhdaneke taybet ji bo zarokan heye. Hemî rêbazên perwerdeyê berê xwe bi xurtî daye perwerdekirina zarokan, ji ber ku avakirina civakeke durist û pêşketî, bi avakirina kesayetiya zarokan dest pê dike. Ji ber ku bi zayîna zarokan re kesayeteke avakirî naafire, lê belê bi rêya danûsitandina bi derdorê re û wergirtina perwerdeyê, kesayeta zarokê ava dibe.
Zarok mirovekî hestyar e û dikeve di bin bandora jîwerê xwe de, lewma kurd dibêjin: “Dilê zarokan dagirtî ye, lê devê wan nagere.”
Dema ku Can Cak Roso (Jean-Jacques Rousseau) bang kir: “Zaroktiyê binase!” mebesta wî ew bû ku em pêdivî û xwestekên wan bizanin, da ku em karibin rêya perwerdeya rast bo wan peyda bikin.
Li gorî gotina feylesûfekî din jî: “Mejiyê zarokan mîna kaxezeke sipî ye, tu çi tê de binvîsî, ma ew.”
Îcar berpirsyariya me li beramber zarokan mezin e. Divê em çavdêriyê li wan bikin û sincên pak ên wek: mêranî, ciwanmêrî, rastî, alîkarî, dilsozî û hwd.. bi wan xweş bikin.
Ereb dibêjin: “Wergirtina zanistê di zarotiyê de, mîna kolana li ser kevir e.” Ev mejiyê teze, zû bi zû tiştan ji ber dike û tu caran ji bîr nake. Tişta ku vê yekê jî tekez dike ew e ku çîrokên di zaroktiyê de ku min ji dêya dibihîstin, ta aniha di bala min de ne; wekî çîrokên: Şengê û Pengê, Zîlanê, Gur û Rovî, Rovî û Dîk û hwd…
Gelî biraderan: Rijîma Be’esê li Sûriyeyê şerekî dijwar li dij zimanê me dikir. Ji ber dizanîbû ku hîmê bingehîn ê hebûna her miletekî, zimanê wî ye. Evê siyaseta çewt, ziyaneke mezin gihand pêvajoya zanînê. Her wiha bi van pîlanên xwe yên şovînîst, dergehê pêşketinê di toreyê de girt. Îcar di rewşeke wiha de, normal e ku toreya zarokan jî li paş bimîne. Ev rasteqînî wê hingê diyar dibe, dema ku li Rojavayê Kurdistanê mamosteyên pispor kêm têne dîtin.
Tore çi ye?
Em dikarin der barê pênaseya toreyê de bibêjin ku tore: Berhevkirin an jî wênekirinek e.
Li Rojavayê Kurdistanê toreya zarokan du beş in:
1- Toreya Devkî – Gelêrî:
Ev tore bi xwe gencîneyeke dagirtî ye. Gelek nivîskarên Rojavayê Kurdistanê danehev û kolana li vê toreyê kirine karê xwe yê sereke. Ewan nivîskaran bi vî karê pîroz, ev rengetore parast. Yek ji lêkolîner û berhevkarê evan parçeyên folklora zarokan birêz Rezoyê Osê ye ku 5 kom ji çîrokên zarokan di sala 2005’ê de çap kirine, ew jî ev in: Dîk Dîko – Libhinarê – Bavê Hepûn – Şengê û Pengê – Finda Şemal.
2-Toreya Nivîskî:
Toreya zarokan a nivîskî ew e ya ku ji hêla nivîskaran ve hatiye berhemdan. Çend nivîskarên Rojavayê Kurdistanê yên ku ji zarokan re nivîsîne, ev in:
– Nivîskar Ferhadê Içmo berhevokeke helbestên zarokan bi navê “Landik1” nivîsiye û hunermenda hêja Itîdal jî ew helbest sitrandine.
Ez ê li jêrê çend malikan ji helbesteke “Landik1” rêz bikim:
“Çûko çûko sefarî
Min ji te re got sed carî
Veger li hêlîna xwe
Va ye baran dibarî
Îro berf û baran e
Roja xewa giran e”
– Nivîskar Ehmed Ismayîl hin şanoyên zarokan bi zimanê erebî nivîsîne, wek:توبة الثعلب û البارزاني
– Nivîskar Konê Reş komeke helbestên zarokan bi navê “Sîpan û Jînê” ristine.
– Nivîskar Osman Sebrî jî hin çîrok li ser zimanê lawiran ji bona zarokan çap kirine, wekî: Dîk û Rovî.
– Seydayê Cegerxwîn jî hin helbest bi çîrokî di dîwanên xwe de ji bo zarokan ristine, mîna: Şêr û Piling ku tê de dibêje:
“Şêr û piling tev de çûn
Rastî serîk penîr bûn
Vî jê xwar û wî jê xwar
Herduwa li hev dane dar
Yekî ji ê dî re got
Herdû rabûn bûne cot
Go em herin cem rovî
Seydayê weh û kovî”
Lê mixabin çawa ku berhemên toreya zarokan kêm in, wisa jî xwendevanên wê kêm in. Li hember pirsgirêkeke wisa, em gihan baweriyekê ku pêwîst e em bi nifşên nû dest pê bikin, da ku em xwendevanan pir bikin, ev ji hêlekê ve… ji hêla din ve jî da ku bibe wekî bersivdanekê ji vê biryara şovînî ya qedexekirina zimanê kurdî re.
Li hember vî şerî min, Hefîz Ebdurehman û Xalid Muhemed me pirtûkek bo fêrkirina zimanê kurdî bi navê “Pirtûka Min” çêkir.
Ji ber ku ez mamoste bûm, hayê min ji rêbazên fêrkirinê hebû. Me rêbazên fêrkirinê wekî rêbazên erebî û ingilîzî danîn. Bi şêweyekî zanistî û perwerdeyî û li gorî rêbazên nûjen em pê de çûn. Ev pirtûk ji zarokên ku berî herin dibistanê re ye, ji ber ku asta wê ya destpêka xwendinê ye. Bi rêyeke hêsan zarok fêrî zimanê xwe dibe. Pirtûk 70 rûpel e. Ji hêla kêsmê xwe ve gelekî ciwan e û bi wêneyên rengîn xemilandî ye. Cil û bergên kesan di pirtûkê de modern in. Derhênerê vê pirtûkê Luqman Ehmed e, ew şêwekarekî bi nav û deng e. Vê pirtûkê zû bi zû cihê xwe girt, ji ber ku cara yekem bû ku pirtûkeke zarokan bi vê ciwaniyê li Rojavayê Kurdistanê derdikeve. Me 4000 hejmar çap kirin, lê kêmî sê mehan hemî hatin belavkirin. Me dixwest ku bi rêya vê pirtûkê em her maleke kurd, bikin dibistanek. Mebesta me ew bû ku em mafê zarokan ê fêrbûna zimanê dayîkê bidin wan. Ji lew re me li tevahiya deverên Rojavayê Kurdistanê dest bi korsên fêrkirina zimên kir. Hêja ye mirov bibêje ku hetanî îroj jî bi rêya vê pirtûk perwerde tên dayîn.
Pêwîst e her kesek zanibe ku qonaxa herî girîng di jiyana zarok de, qonaxa berî çûna dibistanê ye. Gerek e di wî temenî de em wekî dê û bav berê zarok bidin xwendinê û jê re bixwînin. Bi vê proseyê du armanc bi cih dibin: Yek jê civakî ye û ya din perwerdehî ye. Bila diruşma me ev be: “Ji Zarok re Bixwîne.” Ew jî bi mebesta ku zarok bi xwendinê re şad bibe û di temenekî biçûk de pirtûk bibe dosta wî ya herî nêzîk.
Em hewl bidin ku kesayeteke serkeftî di hemî warên jiyanê de ava bikin û dergehên paşerojê bi berfirehî li pêş wan vekin.
Nivîsên ku tên weşandin, nerînên xudanên xwe ne.
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 77′ê de hatiye weşandin. 2018.4.1