Bûyerpress
Cîhan Hesen
Demeke tîr, şev razayî, çiyayên bibejin xwe hildabûn ser welêt; heyvê jî pala xwe dabû çiyayan. Bayekî kurr ji gundan dihat, pê re dengê şirqîniyan, darên zeytûnan dijenandin. Te digot qey ba û darên welatê min bi hev re şer dikin. Dayîkan jî zarokên xwe berxew dikirin, bi ramûsan û çîrokên xweş, zarokên xwe hembêz dikirin û ew deng dibirîn.
Di xewên zarokan de jî ken, kêfxweşî û lîstokên dibistanan dibûn mêvanên şeva wan. Bi wê heyecanê, di xewê de ken bi lêvên wan diket. Dayîk di nîvê şevê de ji nivînên xwe derdiketin, dihatin lihêfa zarokên xwe hildigirtin ser wan, bi wê bişirîna ku xwe sipartibû nîgaşên zarokên wan, jiyan bi wan biçêj dibû.
Bi şevê çend caran ji xew radibûn û dibûn parêzvanên karxezalên xwe.
Sibehan bi kela kêfxweşiyê ew bi rêya dibistanê dixistin .
Bavê wan jî bi ramûsan û hêviya rojeke xweş, ew hembêz dikirin.
Wisa ji Çiyayê Kurmênc dadiketin dibistanên xwe.
Wisa bi kurdîbûna xwe, lîstokên kurmancî dilîstin û bi zimanê ewê dayîka kedkar, di xwendinê de bi ser diketin .
Jixwe kenîn û xweşikiya zarokên welat, ji xweşikî û bilindahiya Çiyayê Kurmênc bilindtir bû.
Jiyaneke hevpar, bêêş û bêgirî didomandin.
Jiyaneke wekî rengê zeytûnan kesk û xwezayî dijiyan .Ji ber ku xwezaya welêt, navika azadiyê di bin her darekê de çandibû. Gulîsor û şêgeleyên welêt ew navik û dar av didan, tovên azadiyê jê diweşandin.
Wan; ew şev, roj û xeyalên wan di rojeke giran de bi ser wan de hilweşandin. Hin zarok li gel xeyalên xwe di bin bermahiyên hilweşînê de man… ne ew derketin, ne jî xeyalên wan .
Zarokên ku ji kenê xwe giravek ji xwe re çêkiribûn, zarokên ku ji pelên zeytûnan tacek ji xwe re çêkiribûn, zarokên ku ji libên zeytûnan gerdenek ji xwe re çêkiribûn; zarokên welatê min bûn ew… bêken, bêtac û bêgerden di axa welêt de nivistin. Neyaran çi ji xeyalên zarokên welatê min kir?
Kirin ku dayîk di binerdan de bilorînin, newêribin têr êşa kezebê ji hundirê xwe, bi girî derxin.
Kirin ku rûyên zarokan ên çeleng, nîvrû li dayîk û bavên wan vegerin.
Kirin ku zarokên mayî jî, bi tirs û bi girî ji xew veciniqin û ji xofa bumbebaranê di zivistanên bêdilovan de ji malên xwe der bibin.
Xwestin ku zarokên me bêxeyal bimînin, bi çiyayên xwe re mezin û bilind nebin. Çi gunehê wan hebû ku ew bi azadiyê re û azadî bi wan re digirnijî?
Rûyên zarokên evî welatî, layiqî serkeftinê ne ku azadî ji wan naqere.
Erê wisa ye, xeyalên ku bi kurmancî xeyal dikirin, hêja ne ku bi tivinga kurmancî bi ser jî bikevin .
Efrîna ku buhayê çavên wê yên zeytûnî palewan bû, va ye gelek palewanên bi qasî çûkên li ser darên xwe, hembêz kirine.
Dîsa bi êşa giran re li ber xwe didin û êşê red dikin. Dikin ku wek çiyayên xwe sozdar, dilêr û bilind bin.
Ev in zarokên welatê min.
Ev in şêrgeleyên welatê min.
Ev in çavkeskên welatê min.
Û ev in şîrmijên Efrîna min.
Nivîsên ku tên weşandin, nerînên xudanên xwe ne.
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 77′ê de hatiye weşandin. 2018.4.1