Bûyerpress
Diyar e ku di roja îroj de Kurdistana me çar parçe ye. Parçeyê herî mezin Bakurê Kurdistanê ye û di pê re Rojhilata Kurdistanê tê. Hem ji milê xaknîgariyê ve, hem jî ji milê danûsitandina rasterast ve têkiliyeke baş di navbera kurdên Bakur, Rojava û Başûr de heye. Lê belê kurdên Rojhilata Kurdistanê yek jê ji milê desthilata Tehranê ve hatine çewisandin û ya duyan jî ji hêla kurdên her sê parçeyên din ve bi yek carê hatine paşguhkirin. Me xwest bi rêya kirina evê hevpeyvînê, dîmenê çandî û wêjeyî yê kurdên Rojhilatê binrixînin û giraniyê bidin babeta kurmancên Rojhilatê. Lêkolînerê kurmanc Perwîz Cîhanî ku di gelek sazî û rêxistinên kurdên Rojhilatê de xebitiye, têra xwe dagirtî û tijî ye. Di vê hevpeyvîna ku Bûyerpressê pê re kiriye de, vegotin û şîroveyên bilind ên M.Perwîz bixwînin.
Hevpeyvîn: Ferîd Mîtan
-Li nêva civata nivîskarên kurmanciyê, bawer im ku nivîskarên kurmanc ên Rojhilata Kurdistanê kêm têne dîtin. Dixwazim ku tevger û rewşa nivîskarên kurmanc ên rojhilata Kurdistanê binasim?
Durust e ku li Rojhilata Kurdistanê kesên ku bi kurmancî dinivîsin, hejmara wan ji tilîyên destekî jî kêmtir e. Ew jî dizivire ser rewşa jîyan û çawanîya civakê. Kurmancên Rojhilatê pişka zor li ser sînorên destkirên nîveka Tirkîye û Îranê dijîn. Heta salên 90’î jî ji sedan 95’ê gundên kurmancan bêy xwendinxane bûn. Dewleta Îranê çi di dema şah da û çi jî di dema şêx da, ev siyaseta qirêj û li dijî gelê kurd bi giştî û li dijî kurmancan bi taybetî meşandîye. Kurmancên Rojhilatê bindestên bindestan in. Li hemû bajarên kurmancan azerî li bara kar û barên îdarî da serdest in. Hêza hakim li bajarên kurmancan azerî ne. Ca dema ku ji %95 gundên kurmancan bêy xwendinxane bin, nivîskar dê ji kû bên?
Ev rewşa li hemû waran, li warên aborî, sîyasî û ferhengî/çandî jî wekî hev e. Wate kurmancên Rojhilatê di hemû warên jîyanê da bindest mane. Ustan yan wilayeta ku kurmanc tê da dijîn, navê wê kirine Azerbayicana Rojava. Lê %70 ji sedî heftêyî daniştîyên vê ustanê kurd in. Dema ku ez li sazimana koçeran dixebitîm, min li ser vê hindê gilînameyek ji berpirsên rijîma Îranê ra şand, ku heyetek ji Tehranê hat û li ser vê mijarê lêkolîn kir, lê dewlata merkezî li ber hevmezhebîyê her dem azerîyan li ser kurdan ra digirin. Her dema ku desthelatên azerî bixwazin dikarin bi navên curbecur kurdan li bal hukûmeta merkezî bednav bikin û ji holê rakin.
Mirov dikare bibêje ku wêjeya kurmancî li Rojhilata Kurdistanê bi cûreyekî cidî, di gel weşandina Kovara Sirwe ra dest pê kir
-Tu bi xwe bi tîpên latînî dinivîsî. Wêjeya kurmancî ya nivîskî li Rojhilata Kurdistanê kengê dest pê bûye?
Ez bi xwe bi her sê rênivîsên kurdî: latînî, aramî û kirîlî dixwînim û dinivîsim. Mêjûya nivîsîna bi latînî dizivire serdema Kovara Sirwe. Kovara Sirwe ku sala 1984’an li bajarê Ûrmîyê bi herdu zaraveyên soranî û kurmancî diweşîya û ez bi xwe jî yek ji damezrînerê wê kovarê bûm, pêş da herdu zaraveyên wê jî bi rênivîsa aramî dihate weşandin. Lê li dû ra me pişka kurmancî bi rênivîsa latînî weşand.
Mirov dikare bibêje ku wêjeya kurmancî li Rojhilata Kurdistanê bi cûreyekî cidî, di gel weşandina Kovara Sirwe ra dest pê kir. Lê muxabin li ber rewşên heyî ku min li jorê amaje pê dan, rewşa wêjeyê di wê pişka Kurdistanê da lawaz e û wekî pêdivî pêş neketîye.
-Di nava civaka kurmancên Rojhilatê de, hetanî çi radeyê ziman, çand û jiyana kurdî li kar in?
Tenê tişta ku dilê mirovî xweş dike ew e, ku di gel hemû zor û zulm û zextên rijîmên Îranê li ser kurdan, li dirêjaya mêjûyê da axaftina bi zimanê kurdî li Rojhilata Kurdistanê nehatiye berbendkirin. Evê hindê hîştîye ku ziman û ferheng/çanda kurdî ta radeyekê destnexwarî bimîne. Lê eger zimanek nebe zimanê xwendin û nivîsînê, çi car nikare pêş bikeve. Eva nêzîk çil salan e ku rijîma Îranê li makedestûra xwe da mafê xwendina bi zimanê kurdî li dibistanan da pejirandiye, lê muxabin ta roja îro ew madeya destûrî tenê li ser kaxezê maye.
-Desthilata Tehranê çawa ji nivîskar û xebatkarên kurmanciyê nêzîk dibe û hetanî aniha çi zordarî û binpêkirin der heqê nivîskaran de bûne?
Rijîma Tehranê ne tenê di gel nivîskarên kurd di gel hemû nivîskarên ku wekî wan nafikirin, dij in. Ta niha bi dehan nivîskar li Îranê bi şêweyên curbecur hatine kuştin û terorkirin. Bi dehan nivîskarên kurd û ne kurd îro bi neçarî li tarawgehê dijîn. Ew nivîskarên ku li Îranê jî mane, bi neçarî debê li ser dilê rijîmê binivîse. Pişka zor a nivîskaran tûşî xudsansorîyê bûye.
Ew derbên ku pertîyan li wêje û zimanê kurdî dane, neyaran lê nedane
-Partî û rêxistinên kurdî yên Rojhilatê, ta çi astê guh didin geşkirin û vejiyandina ziman û çanda kurdî?
Muxabin hemû partîyên Kurdistanê li her çar parçeyan zimanê wan ê dîwanî, zimanê dewleta wan a dagirker e. Zimanê partîyên me ji qenc û xerabên wan hema yê hemûyê: tirkî, erebî û farsî ye. Evê hindê derbên kujinde li ziman û çanda kurdî daye. Li nav gelek partîyên me da hê jî (dîl araçdir) ziman wek amîrekî tê nasandin. Lê ji bo me kurdan ziman nasnameya hebûna me ye. Tenê tişta ku îro kesên kurd pê tên nasîn, ziman e. Eger ew jî ji dest me here, êdî çi pênaseya me weke kurd namîne. Mamosta û rêveberên civakekê bi çi zimanî xwe raber bike, şagird û peyrewên wan jî muxabin wekî wan difikirin. Muxabin partîyên me di vê barê da şaşîyên mezin kirine. Ew derbên ku pertîyan li wêje û zimanê kurdî dane, neyaran lê nedane. Ka kîjan nivîskar an helbestkarê serketî ji nav partîyên me derketine!?
Hejmara kurmancên Rojhilatê nêzîkî du milyonî heye
-Belku bersiva evê pirsê ne pêkan jî be, lê dixwazim zanibim ka hejmara kurmancên Rojhilata Kurdistanê çi qas e?
Salên 1983 û 1984’an ez di sazimana koçerên kurd da wekî lêkolîner dixebitîm. Ez bi ekîba xwe va em ji kirrê Araratê ta Şinoyê gund bi gund gerrîyan. Karê me serhejmarîya kurmancan û lêkolîna li ser jîyana wan û sîstema eşîretîyê bû. Hînga hejmara kurmancên Rojhilatê ser mîlyonekê ra bû. Piştî sî û çend salan debê roja îro hejmara kurmancên Rojhilatê nêzîkî du milyonî heye. Kurmanc di bajarên: Makû, Puldeşt, Şot, Qelenî, Xoy, Qerezîyadîn, Selmas, Ûrmîye û Şinoyê de dijîn. Lê ji bilî van kurmancan, kurmancên Xurasanê jî hene ku hejmara wan digîje sê milyonan.
-Rewşa ziman û çanda kurdî li Rojhilata Kurdistanê ber bi çi pêngavê ve diçe?
Bi giştî rewşa ziman û ferhenga kurdî li Rojhilata Kurdistanê ji rewşa her sê parçeyên dî baştir e. Îro di Rojhilata Kurdistanê da bi dehan kovar û demname bi kurdî têne weşandin. Bi dehan nivîskar û helbestkarên naskirî peyda bûne. Pirtûkên kurdî yên wêjeyî, ferhengî/çandî bi sansoreke hindik têne weşandin. Lê sansorên giran li ser berhmên dî hene.
-Der barê kesayeta te de, te çawa û kengê dest bi nivîsîna kurmancî kir?
Ew cihê ku ez lê hatime cîhanê, navçeyeke çîyayî ye. Navçeya Elendê dikeve nîveka navçeyên Kotol, Sokmanava û Qerederê û ji layê rojava va jî di gel Kurdistana jêr lekmên Tirkîyê hevsînor e. Di van her çar navçeyên ku navên wan hatin û hejmara gundên wan nêzîkî 100 gundî ye, di serdema me da li nav van hemû gundana bi zorê du sê kesên xwenda peyda dibûn. Ew jî mela û nîvmela bûn. Lê di wê serdemê da di navçeyeke wisan dûrketî û şaxawî da di mala me da pirtûkxaneya me hebû. Ez di nav wê pirtûkxaneyê da mezin bûm. Li jorê jî min got rijîmên dagirkerên Kurdistanê her dem têkoşîne û têdikoşin ku gelê kurd di rewşeke nexwendewarî û nezanîyê da bihêlin. Lê malbata me ku malbateke xwenda û mîrza bû, li dijî vê rewşê xebitî. Dewleta Îranê bi cûreyekî resmî ji me ra dibistan çênedikirin û xwendebêj nedişandin, lê bavê min bi pareyê xwe ji me ra xwendebêjek girt û ez bi wê rêkê di gel xwendin û nivîsînê nasyar bûm. Hînga hîç kovar an rojnameyeke kurdî tunebû, tenê rêveberên me yên toreyî radyoyên kurdî bûn. Li dawîya salên 70’yî min dest bi nivîsîna helbestan kir û min helbestên xwe ji wan radyoyan ra dişand. Wate karê min pê nivîskarîyê hînga dest pê kir.
-Tu çawa dîmenê wêjeyî û çandî li Rojavayê Kurdistanê dinirxînî?
Pêşketina wêje û çandê bi pêşketina civakê û rewşa jîyana gel va girêdayî ye. Gelê ku ji hemû layan va li jêr givişk û tivijkên neyaran be û bi komelî di qada şerî da be, dîyar e nikare wisan ku pêdivî ye li ser wêje û çandê bixebite. Lê gelê kurd li Rojava di gel van hemû gîrodarîyên siyasî ta radeyekê karîye barê giran ê wêjeyê jî bide ser milê xwe. Lê muxabin derfetên jîyana wêjeyî wisan ku pêdivî ye hê jî nerexsaye.
-Aniha li Rojavayê Kurdistanê şoreşek li dar e û êdî guhertinên berbiçav dibin. Weku nivîskarekî Rojhilata Kurdistanê tu çawa li vê babetê dinihêrî û bi dîtina te rewşa Rojava ber bi kû derê ve diçe?
Ez pir ji siyasetên navnetewî ditirsim. Eger gelê me nebe yek, di hîç deverekê da nikare bi ser bikeve. Serketina me li gireva yekbûna hêzên me da ye. Dema ku li parçeyên dî yên Kurdistanê ne tenê bira arîkarîya birayê xwe yê Rojavayê nake, belke bi ser da jî dergeyên xwe li ser birayê xwe da dadixe û li qada siyasetê da jî li ber duhola neyaran direqise, pêşketina netewî lawaz dibe. Muxabin gelê kurd hê jî nikarîye xwe ji helboqeya partîyan rizgar bike, hê jî nikare netewî bifikire. Eva derdê gel ê herî mezin e. Bi kurtî serketina me wekî gel ne wekî partî, hînga ye ku hestê netewî serdestîyê li hestê hizbayetîyê bike.
Di gel van hemû gîr û giriftan, berxwedana gel li Rojava bera cîhanê hemûyê li ser xwe da rakêşaye. Ev şoreşa ku li Rojavayê dest pê bûye, debê bibe nimûne ji dîtir parçeyên Kurdistanê ra.
-Derfetên Rojhilata Kurdistanê êdî ne alîkar in ku raperînek li wir rû bide û statuyeke kurdî ava bibe?
Na wisan nîne, her dem derfet hene, vê gavê şoreşên li wê pişka Kurdistanê weke agirê di bin arî da ne. Tenê tişta lawaz jihevketin, dijayetî û yeknegirtina hêzên sîyasî ye. Dema niha rewş ji her wextî zêdetir guncawtir e.
Bi yek gotinê:
-Di vê jiyanê de û di nava evê xebatê de, armanca te çi ye?
Xizmeta ziman û toreya gelê kurd bi taybetî û mirovanîyê bi giştî armanca min e.
–Gotina herî xweş ji bo te?
Azadî.
-Gotina herî ne xweş?
Bindestî.
-Di nava nivîskarên kurmaciyê de, herî zêde ji kê re dixwînî?
Gelek kes hene, lê hanîna navan ne karekî durust e. Ji hemûyan jî hez dikim. Roja îro her kê tenê yek peyveke kurdî jî bi durustî binivîse, ez destên wê/wî maçî dikim. Lê muxabin hejmara nivîskarên kurd ji hejmara xwendevanên berhemên kurdî zêdetir e. Hema kî karibe navê xwe bi kurdî binivîse, xwe nivîskar dizane. Eva jî derbeke mezin li wêje û zimanê kurdî dide.
Bila ez li ser axa welatê xwe bihatama dardekirin, ne ku li Awropayê bibama penaberekî bêpenah
-Tu li çi poşman bûyî?
Ez li hatina xwe ya Awropayê poşman bûme. Bila ez li ser axa welatê xwe bihatama dardekirin, ne ku li Awropayê bibama penaberekî bêpenah. Lê muxabin êdî bihorî, tişta çû nede dû.
– Gotina dawî…
Gotina min a dawî dermanê derdê me kurdan yekîtî ye. Em hev bigirin çi kes nikare zora me bibe.
Ev hevpeyvîn di rojnameya Bûyerpress, hejmara 77′ê de hatiye weşandin. 2018.4.1