Bûyerpress
Şiyar Silêman
Hînkirin: Prosesa veguhestina agahî û zanyariyan di navbera kesê hînker û kesê ku dixwaze hîn bibe de ye.
Veguhestina agahiyan di qonaxên dîrokê de gelek ezmûn û serbor derbas kirine. Eger ne ji veguhestinê bûya, dê gelek zanyarî di demekê de rawestiyana û dê civakên pey wan nikarîbûna sûdê ji wan zanyariyan wergirin; anku hebûn û nebûna wan zanyariyan dibû wek hev.
Asta serkeftina seyda û mamoste bi şêwazê veguhestina wî ji zanyariyan re tê destnîşankirin. Heger ew karibe bala xwendekar bikişîne û bihêle şêweyê hînkirinê têkeve dilê wî, dê ew zanyarî mejiyê wî jî ronî bikin, lê heger kesê hînker nikaribe bihêle xwendekar ji zanyariyan hez bike, dê nikaribe bandora xwe ya hînkirinê wek tê xwestin lê bike.
Her serdemeke dîrokê şêweyekî wî yê pêşketîtir ji serdemên berî xwe di warê hînkirin û veguhestina agahiyan de heye. Ji ber pirbûna zanyariyan di serdemên nûjen de, nema şêwe û prosesên kevneşop têra veguhestina wan dikin, lewra welatên pêşketî rojane şêwazên nû di warê hînkirinê de diafirînin, da asta nifşên xwe li gor nûjenî û pêşketina cîhanê bilind bikin û afirandinê li rex wan bi pêş de bibin, da ku ayindeyeke geş ji welatên xwe re dabîn bikin.
Ji ber van pêdawîstiyan têrma “Teknolojya Hînkirinê” xwe daye pêş û bûye sîsika jiyanê ji hemî gelên cîhanê yên pêşketinxwaz re.
Mirovahiyê di sedê bîst û yekê de, yê ku em niha tê de dijîn, gavine pir mezin di warê hînkirinê de avêtine, ew jî bi sûdewergirtina ji pêşketina teknolojyayê, û pêkhatîbûna mamosteyan di bikaranîna wê teknolojyayê de bûye fakterê sereke ji bo afirandina şêwazên nû yên fêrkirinê û danîna têkiliyan bi xwendekaran re, ji ber nifşê nû her dem dixwaze li gor şert û mercên serdema xwe ya nûjen û wek hevçaxên xwe yên welatên pêşketî tevbigere .
Tevlî ku teknolojya ketiye hemî movikên jiyana nûjen, lê weltên paşdemayî hîn nikarîne sûdê jê wergirin û jiyana xwe pê bi pêş de bibin.
Em wek gelê kurd îro hewcedartirîn milet in di warê bikaranîna teknolojyayê de, bi teybetî di warê perwede û hînkirinê de; ji ber ku bindestiya sedên salan hiştiye em di gelek waran de li paş bimînin û zimanê xwe wek nasnameya netewî di warê hînkirinê de ji dest bidin. Lewra em ji hemî miletên cîhanê hewcedartirên teknolojya ne ji bo em karibin xwe bigihînin karwanê gelên serdest.
Lê mixabin hîn dezgehên me yên ku hene guh nadin vî warî û xwendekarên me li ser şaopa berê û bi alavên kevnar hîn dibin, pirê caran ew jî peyda nabin, ji ber rewşa çewisandin û bindestiyê.
Ji ber van sedeman ji hemî xwendevan, pispor û zanayên kurd tê xwestin ku di pêşkêşkirina pisporiya xwe de nemerdiyê nekin, bi alavên teknolojya yên pêşketî yên bi rengekî ji rengan li ber destê her kesî peyda dibin.
Wek nimûne: Em kurd di warê bikaranîna teknolojya de di hînkirin û hînbûna zimanê kurdî de pir li paş in. Tevlî peydabûna alavên medya û ragihandinê û amûr û malperên peywendiya civakî, lê me nikariye vê derfetê li gor ku tê xwestin bi kar bînin, ji bo pêşdebirin û belavkirina çanda zimanekî kurdî yî mukum, dewlemend û yekbûyî ku bibe bingeha nasnameya me ya hevbeş.
Dema em li ser tora enternêtê lêgerînekê dikin, ji bo hînbûna çi zimanê cîhanê, em bi hezarên fayl, parçevîdyo û programan dibînin, lê dema em li jêderekî ji bo hînbûna zimanê kurdî digerin, em ti çavkaniyên berkeftî ji bo em palê bidin ser û zimanê xwe yê dayîkê pê pêş de bibin nabînin.
Lewra îro civaka kurdî hewcedara dezgehên profîşonal, pîşeyî û pispor e, ji bo yekirina karînan bi armanca pêşxistina di hemî waran de, nemaze di warê hînkirin, fêrbûn û perwerdeyê de.
Civaka kurdî di gelek waran de xwedan kesayetiyên pispor û zana ye, lê ji ber pêknehatîbûna wan kesan di warê bikaranîna teknolojyayê de, sûde ji pisporiya wan wek ku tê xwestin nayê wergirtin û ew karînên wan ên giranbuha gelek caran veşartî dimînin û nakevin gencîneya pêşxistina civakê de.
Di heman demê de, kesin hene xwe di warê teknolojyayê de bi pêş xistine, lê pisporî û zanebûna wan di warên pîşeyî yên din de kêm e. Lewra ew teknolojya jî nakeve cihê xwe yê ku jê tê xwestin de, ji ber nebûna dezgeh û saziyên ku wan karînan bikin yek û berhemên tekûz û pêşketî biafirînin.
Ji ber sedemên me li jor gotin , ji desthilatdarên kurd tê xwestin ku dezgehên pêşketî û serdemî di hemî warên jiyanê de ava bikin, û sûdê ji teknolojyayê wergirin ji bo bersivdana hewcedariyên civakê û peydakirina bingeha pêşketinê, da gelê me jî di nav gelên pêşketî de cihê xwe bibîne.
Nivîsên ku tên weşandin, nerînên xudanên xwe ne.
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 76′ê de hatiye weşandin. 2018.3.15