Bûyerpress
Raman Seydo
Dîrok dirêj e, roj tarî ye û rê li pêşîya wêjevan û torevanê kurd winda ye. Çawa ku zevî, çîya, zozan û çem bindest in, wisa helbest û wêje jî bindest in.
Zêdetir ji du hezar sal di ser hilweşîna Şahinşahiya Mîdî re derbas dibin. Bi sedên salan in ku Kurdistan di bin dagirkeriya sitemkar û zordaran de dijî. Armanca sereke ya hemû zordaran qedexekirina ziman bû, lê ew armanc bi cî nehat û di demekê de ku bi sedên zimanan mirin, zimanê kurdî heta roja îro zindî ma.
Bê guman bi saya helbest, dastan, sitran û dengbêjan zimanê kurdî hate parastin. Jixwe kurdan ji helbestên ku rewşa Kurdistanê tanîn ziman, hez dikirin.
Lê di dîroka nû de, hin rewşenbîrên kurd, rê şaş kirin.
Îro li gelek cihan -bi taybet li semîner û şevbuhêrkan- ji aliyê hin helbestvan û nivîskaran ve hevokek tê gotin; ew jî ku: “Pirtûkxaneya wêjeya kurdî û ya erebî yek e.”
Berî ku cudahîya di navbera helbestvan û helbesta erebî, helbestvan û helbesta kurdî de bidim xuyakirin, dixwazim bi kurtî li wan kesan vegerînim:
Ez benî, zimanê kurdî ji malbata zimanên hindo-ewropî ye. Ew kesên ku pê diaxivîn, ji wan re “korgans” digotin (4300.B.Z). Di pê re navê wan bûye “arî”.
Zimanê erebî ji malbata “samî” ye. Zimanên erebî, ibrî û birek ji zimanên din, reha wan yek e.
Li ser vê rastîya dîrokî, dikarim bibêjim ku wêjeya kurdî û ya erebî heta bi reha wan jî ne yek e.
Belê sê tişt hene ku ji gotina hevoka navborî re dibin sedem, ew jî ev in:
1- Yan ew kes di zimanî xwe de qels in û ber bi zimanekî din ve direvin.
2- Yan ew bi xwe ne nivîskar in û xwe di pişt ristên nedîyar de vedişêrin
3- Yan jî ev ciwanmêr bi çavê “Selîm Berekat ” li xwe dinerin.
Di bawerîya min de dê tu rewşenbîr nekeve van şaşîyan, ji ber ku berî niha min da xuyakirin ku pirtûkxaneya herdu zimanan nabe yek .
Tenê bandora ola islamî hinekî hebû, lê ew beşekî din e û nayê wateya ku wêje bibin birayên hev; ji ber ku bandora zimanan û derbasbûna gotinan tiştekî normal e, ne şerm e.
Dîroka Helbesta Erebî û Hin Helbestvanên Wê:
– Sûq El-Ukaz: Di Serdema Cahilî de bazarek bû. Helbestvan li wir dicivîyan û helbest dixwendin, da ku pereyan qezenc bikin .
– Imri’u El-Qeys: Mezintirîn helbestvanê ereban e. Diçû ser çemê ku jinan serê xwe tê de dişûşt û li ser laşê wan helbest dihûna. Malikeke wî ya navdar heye, dibêje: “Heta bi jina ducanî dilê xwe dibijîne min.”
– El-Ihûteya: Yek ji helbestvanên navdar ên ereban e ku di helbestên xwe de xeberên pîs ji xelkê re didan; heta ji bav, dê û hevjîna xwe re jî didan .
– Nabîxa El-Zibyanî: Evî jî konek vegirtibû û di bin de bi helbestvanên din re bi poçan li hev dixistin .
– El-Mutenebî: Ew jî ji navdarên helbestvanên ereban e, digot: “Ez pêximber im “. Bi sedema hûnandina helbestekê, hat kuştin, ev jî malikeke wê helbestê ye: ” Şûr û şev û biyaban min dinasin.” Dema ku çend siwarên rêbir ketin pêşîya wî, revîya. Xulamê wî jê re got: Ma ne te digot: ” Şûr û şev û biyaban min dinasin.” Ji ber vê gotinê di cihê xwe de sekinî, rêbir gihanê û ew kuştin.
– Serdema Ebasîyan: Dîroka helbesta erebî di Serdema Ebasiyan de gelekî xerab bû .Helbestvan diçûn ber lingên mîrê ebasî û helbestên xwe ji bo pereyan dixwendin, tev de kurtêlxur bûn…
Naxwazim pir dirêj bikim, ji ber ku dîroka helbesta erebî tev wisa ye. Di vir de ez ne şerê wan dikim, belê dixwazim ku cudahîya di navbera helbestvanê kurd û yê ereb de bidim xuyakirin.
Dîroka Helbesta Kurdî û Hin Helbestvanên Wê:
-Baba Tahirê Hemedanî: Helbestên xwe li ser êş û vîna jîyanê dihûnan.
-Melayê Cizîrî: Serdarê evîndaran e. Helbestên xwe li ser vîn û hezkirina Xweda û welat dihûnan. Ew bîr û ramanên wî yên zêrîn, di dîwana wî de xweş xuya ne .
-Ehmedê Xanî: Tenê ji ber dastana ku li ser evîna Mem û Zînê nivîsiye, hêja ye ku mirov bibe aşiqê hestên wî .
Bi hezaran helbestvanên kurd bi vî rengî nivîsîne û hetanî îroj dinivîsin.
Hêjayî gotinê ye ku hemû helbestvanên kurd xebatkar bûn, gelek ji wan diçûn şoreşê û di çeperên şer de radiketin. Pir ji wan nêvîyê jiyana xwe di zindanan de derbas dikirin û gelek ji wan di zindanan de ji ber lêdanê şehîd dibûn, bi taybet li ser dema serokê berê yê Iraqê Sedam Hisên. Her wiha dîwanên wan jî dihatin şewitandin. Heta aniha jî li Rojhilata Kurdistanê rewş wiha ye.
Mîr û serokan pere didan helbestvanên ereb, di heman demê de jehir didan helbestvanên kurd; mîna bavê dastana kurdî Ehmedê Xanî.
Pirs xwe dubare dike: Gelo ka bi çi rengî helbest û wêjeya kurdî û erebî yek e!!?
Nivîsên ku tên weşandin, nerînên xudanên xwe ne.
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 76′ê de hatiye weşandin. 2018.3.15