Bûyerpress
Nuham Elî
Dibêjin ku Pêxemberê Xwedê ” Suleyman” gazî teyrê baz kir û jê xwest ku cihê herî xweş li ser rûyê erdê bibîne, da ku koçî ewî warî bikin û lê bijîn.
Teyrê baz firek da xwe û ber bi lêgerîna xwe ya li hawîrdorê dunyayê ve tûj ajot. Rojek, du roj, sê roj derbas bûn, teyrê baz bi kêf û şahî vegeriya bal pêxemberê Xwedê û jê re got:
– Ez benî fermo em herin buhişta Xwedê ya li ser rûkê erdê.
Pêxember Suleyman bi rê ket…Giha cihekî wekî gelek cihên ku berî aniha lê jiyabû; tenê goleke avê û çend darên şîn hebûn.
Pêxember li teyrê baz zivirî û got:
– Gelo ev e bihişta ku te digot?
Baz lê vegerand:
– Belê ez benî ! Dibe ku cihine din ji vir xweştir hebin, lê li nik min ev war buhişta dunyayê ye. Ev e cihê ku ez lê ji dayîk bû me!
***
Mebesta min ji vê serpêhatiya jorîn ew e ku em wekî kurdên Rojavayê Kurdistanê hinekî li xwe vegerin û têkiliya di navbera milet û welatan de nas bikin. Kurdistana ku bi buhişta dunyayê tête nasîn, kurdek nîne ku hêj pesnê bedewiya wê nedaye.
Seydayê Cegerxwîn bi xwe jî gotiye:
“Welatê min buhişt e kaniya zêr
Bekê şêr tê de birçî ne gur in têr
Kurên Guhderz û Rustem lê perîşan
Di bin destê neyaran têne ber kêr”
Mixabin, kesên ku evîna evî welatî bi rastî kirine di dilên xwe de ku ev evîn bûye parçeyek ji canê wan, kêm in.
Der barê koçkirina ji welêt, her yek ji me dikare gelek sedeman bîne zimên û gazindên xwe bike. Lê em tev dizanin ku piraniya wan sedeman ne rast in û nabin egera destberdana ji welêt. Nemaze di demekê de ku welatê me bi hewceyî hebûna me ye, pêwîstiya wî bi zend û bendên qîz û lawên evîndar û canfîda heye.
Bê guman, şerê ku bi ser Rojavayê Kurdistanê de hatiye şerekî pir dijwar e. Her wiha evî şerî gelek kirîzên aborî û ewlehî jî bi xwe re anîn.
Lê me qet nebihîstiye û ne jî dîtiye ku di van çend salên şoreşê de hin ji nêza mirine yan jî berî roja xwe hatine kuştin.
Ji beriya demekê min amadekariyên xwe dikirin ku biçim Efrînê da ku li meşekê amade bibim .Diyar e ku di van kêliyan de, Efrînê serkêşiya berxwedana serdemê dike. Çawa ku malbata min pê agahdar bû ku ez ê biçim Efrînê, bawer bikin tenê cenazeyek ji mala me kêm bû.
Min jî wekî rastan, qewêtiyên xwe jî nivîsîn.
Xwişka min li Başûr li ser min digirî. Birayên min bi rêya WhatsAppê name û deng dihinartin: ” Qurban, heyran, ji bo Xwedê, ji bo pêxember… tu neçî”. Lê ez çûm.
Gelo kanî welatparêzî?
Gelo kanî îmana bi Xwedê?
Welatparêzî ew e ku tu can, mal û zarokên xwe bi gorî welatê xwe bikî. Ev welatê ku di firehiyê de ava xwe, nanê xwe, gul û kukîlkên xwe bê minet û bi kêf û eşq diyarî me dikirin , em ê çawa di tengahiyê de jê biqerin û ew birîndar e?
Ma ez ji wan şervanan çêtir im? Na.
Ma ew şervan bêxwedî ne? Na.
Ma kesê ku canê xwe dike gorî welatê xwe, dîn e? Na.
Cudahiya wan ji min ew e ku ew welatparêz in, lê ez na.
Li aliyekî din, baweriya bi Xwedê ew e ku tu bizanibî yê rih dide ew e
-Xwedê- û yê dibe jî ew e.
Cegerxwîn careke din dibêje:
“Ne pêxember
Ne rêber
Negihan doza xwe
Bê şer”
Lewra divê em kara xwe ji mirinê re bikin, lê jê netirsin, ji ber ku jiyan û mirin ji karîna Xwedan e.
Lê em tu carî dara hêviyan nabirin. Ev dar dê her û her şîn bimîne û saxên wê dê ji hêlînan mişt bin, li benda teyrên kurdî yên baz bin ku vegerin û li ezmanê welatê xwe bi azadî bifirin; bêyî ku tu kes karibe wan basko bike yan jî bîne xwar.
Nivîsên ku tên weşandin, nerînên xudanên xwe ne.
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 75′ê de hatiye weşandin. 2018.3.1