Bûyerpress
Raman Hesê
Xewna hezarên salan, paytexta hêvî û xwestekên bendewar, îro bi tîrêja roja pîroz xemilandî ye. Wekî find û çiraya şevên tarî, riya tiyên zanîn û wêjeyê ronî dike. Wargeha omîdan; Zanîngeha Rojavayê.
Bi zordestî û sitema qedexekirina zimanê dayîkî, mirov korê robinîro ye, hebûn û hestên jiyînê jê tên birîn; vexwarina ji kaniya Cizîrî, Feqe, Xanî, Herîrî û CegerXwînan radiweste, baran jî ji barîna dilopên bişkevandî radiweste û hebûn bênasname dibe.
Xwînkar û mijokên gencîneya wêjeyê, bi salên ku nayên hejmartin em jê bêpar dihiştin, ji xwe re dikirin saman û ji xwedanên wê yên resen didizîn; navê xwe tê de digotin, dikirin a xwe û belav dikirin. Li ber çavên me, talan û wêran dikirin û em bi gotinên hingivîn dixapandin. Jibîrkirina wê bi me, ji xwe re kiribûn armanc, ji tehlkirina wê li ber çavên me teqez bûbûn.
Bi rijîna xwîna pak, avakirina nifşên pêşerojê dest pê kir. Zimanê zikmakî li bexçe, kolan û dibistanan hat axivîn, li ber deriyê zimanên zindî, serî ra kir û doza derbasbûnê kir. Weke mala ji binî ve bê avakirin, kar û xebateke bêhempa û bilez û bez hate meşandin. Di bin sirûda “Ey Reqîb” de soza nûvejînê hate dayîn û pirpirîkên rengîn, nîşanên serkeftinê bilind kirin.
Li ber dengê daholên ceng û şoreşê, biryara vekirina seraya perwerdeyê hate ragihandin. Êşdarên vî derdî mizgîniya vê nûçeyê dan, Osman Sebrî û Celaldet Bedirxan di gora xwe de bi şanazî, aram û piştrast xwe spartin xewa sermedî. Va ye xewna wan pêk tê û pêpelûka yekem derbas kir .
Xemxwerên vî zimanî bi karwanên bêrawestîn tomarkirina xwe dan destpêkirin. Ew roj hat û xwendina qonaxa yekemîn dest pê kir. Qelem û deftera ji bo nivîsîna tîpên zêrîn bi meraq û dilxweşî amade bûn, roja em li bendî bûn hat .
Weke mirov li tiştekî xwe yê windayî bigere, weha li me hatibû. Xewa şevan li me nebû, me bawer nedikir kengî roj here ava ku em careke din berê xwe bidin seraya hêviyên xwe, bi çêja jîna nû û zelal hîs bikin , çawa xwe di ziravî û hûrgiliyên wê de kûr bikin û ji ava kaniya ku naçike têr vexwin.
Hevaltî xeleka windayî tekûz dike, neynika jiyana rast bi me dide nasîn, li wir ev xeleka windayî tê dîtin. Li wir pirs û bersivên destpêka gerdûnê peyda dibin. Xwenasîn li wir dest pê dike.
Zimanê windayî û mûma vemirî li wir jîndar dibin, pûtedana bi rizgarkera gelan li wir tê kirin. Di nav pelên pirtûkên bi vî zimanê pîroz de, zengînbûna wî xweş dixuya, dizên razên hebûna me tên kifşkirin û dîlana têkiliyên rasteqîn li wir germ dibe.
Wane li pay waneyê, xurtbûna me li ber çavan diyar dibe, bi mamosteyê perwerdekar, hînkirina nifşekî azad û welathez misoger dibe. Bi vê gotinê, vîna dewamiya me her roj xurtir dibe. Vejandina zimanê piştguhkirî li Zanîngaha me xwe dide der. Di dema berveçûyîna ewrê reş û tarî bi ser vî zimanî de, Zanîngeha Rojavayê li sînga xwe xist ku vî gelî bîrewer, zana û hişmend bike. Pira rizgariya ji windabûnê ye.
Dîroka nûzayînê ji vê zanîngehê dest pê dike, soza geşkirina hebûnê hatiye dayîn, zembîla wê ji zanîn û wêjeyê tijî ye û rawestîna hizirê dijminê wê ye. Hêviya me pê heye û teqez dê li gorî soz û peymanên pêşxistin û ronîkirina rêya vî gelê bextewer bi zimanê wî yê serfiraz be.
Nivîsên ku tên weşandin, nerînên xudanên xwe ne.
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 75′ê de hatiye weşandin. 2018.3.1