Bûyerpress
Gava sal bi xemsarî gavan li ser rêya koçkirinê diavêje û mehan ji tûrikê xwe dadiweşîne, wê demê kulîlkên Newrozê di meha BEFANBARê de rikberî demsalan dibin û di dilê kurdan de dîrokê vedijînin; reng, destan didin hev û dîlana azadiyê gumreh dibe…
Lê îsal ne wekî her sal e, ji ber ku dijminê devbixwîn destên xwe yên biqirêj avêtin pîrozgeha zeytûnan, wargehê giwêj û kezwanan.
BEFANBARa îsal piştî ku bîst roj bi xemgînî pev deziyê demê kir, dagikeran hêrîşî buhişta Kurdistanê kir. Lê ew rastî berxwedaneke dîrokî hatin, hêviyên wan mîna teneke nok rastî zinarên çiyayê KURMÊNC hatin, perçe perçe bûn. Nemaze wan li aliyê Tirkiyê penageheke ji 31 hezar konî amede kiribû ku gelê Efrînê di bin de bi cî bibe…Bajarê Efrînê gelê xwe hembêz kir, radestî dijminan nekir, kêlek dane kêlekan.
Vê yekê tiştek teqez kir û anî bîra min, ew jî ku bingeha civaka kurdî evîn e. Ji mêj de xaniyên kevnar li herêma Efrînê yên bi navê “Xaniyên Qentirme” tên naskirin, dibûn hembêzeke evînî û bi dehan kes di nava dîwarên xwe de xwedî dikirin.
Efrîn îro xaniyê qentirme ye, gelê xwe ji mişextiyê diparêze. Bê gotin û bê bang, hemû alîkariya hev dikin. Ev jî pêwîstiyeke qonaxî dide xuyan ku kilîtê yekbûnê li gel gelê kurd amede ye.
Xwendevanên hêja:
Li roja sersalê bi boneyekê min seredana çiyayê KURMÊNC kir, ji ber ku li wan sirtan ji dayîk bûme. Min xwe da kalemêrekî ku bi gopalê xwe lêdanên xaknîgariyê dijmartin, roj li piskulkê kum baniyabû, min ji xwe re got:
Ev gelê bi rojê re têkildar, bi sîkan qayîl nabe.
Û ev kalemêrê ku birûskan di çavên xwe de kedî dike, di terazûya wî de jiyan û mirin li vir xweş in. Bê guman kêmhiş e yê ku hêlûna wî vepincire, aramiyekê xwe di riwê min de çand, ez di ber darçinara çateriya gundê me re derbas bûm. Dîrokê li koka xwe alandibû soza vegera Buharê da min û got:
Çiyayê KURMÊNC e keça min. Îsal Agirê Newrozê di bin berfê de serkeftinê dilîlîne. Bi xem mebe, roj jî li vir vedipeke.
Nivîsên ku di Bûyerpressê de tên çapkirin, nerînên xudanên xwe ne.
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 74′ê de hatiye weşandin. 2018.2.15