Bûyerpress
Nameya Duwem: Doza Me Pîroz e…Bêhempa ye
Doza me pîroz e, bêhempa ye. Ji mêj ve ye ku vê dozê li ber xwe daye, xwe ragirtiye. Li ser gelek serdeman re bûriye, derbasî roja me ya îroj bûye. Ne kêm bûye ne jî lawaz bûye, her demî bi hêz û mezin bûye. Kurdên welatparêz, berxwedêr û cangorî ev doz parastine; kirine armanc û hêvî, sipartine dil, can û hestên me.
Ev doza mirovahiya me ye, narvîna hebûna me ye, ronahiya çarenûsa me ye. Em xwedî maf in, ev doza pîroz a pakrewan, şehîd û cangoriyên vî welatî ne. Hem bi saya hezarên şoreş, berxwedan û serhildanan, hem jî bi xwîna şehîd û cangoriyan hatiye parastin.
Ev doz hêrs dibe, dibe hêz li ber xwe dide, dibe volqan, difûre, diteqe, dibe şoreş û berxwedan rûdide. Her demî dibe serhildan û peyv û gotin, ji nedad û sitemkariyê re dibêje: Na na.
Ev doz hêjayî berxwedanê ye, bi vîna azad ji dil û can… Ev doza pîroz gewherê mirovahiya te ye û sembola dilsoziya te ye, ey kurdê berxwedêr û welatparêz! Serbilind bibin bi vê dozê, ji ber ku em aştîxwaz in, ne wekî dijminên welat û vê dozê hov in.
Heger hûn ne dilsozên xak û welatê xwe bin, hûn ê nikaribin bibin xwediyên vê dozê. Heger hûn bi vê dozê, ne şanaz bin, mirovahiya we yê ne azad, sivik û nizim bimîne. Ev doza pîroz tenê dikeve nav dil û hestên pak, soz û ronak. Ev doz nayê kirîn û firotin. Bizanibin dema we xwe firot, ev doz bi we re nayê firotin. Lê dema we ji welat bar kir û hûn koçber bûn bi vîna xwe, ev doz li welat dimîne, bi we re ti carî koçber û xweperest nabe, bi rê nakeve.
Ev doza jiyaneke bi rûmet û azadî ye, napejirîne sitemkarî, zordarî, koletî û bindestî. Ev doz wêrîna qehremaniyê ye.
Nimûne: Ev doza çiyayên Ararat û Zagros e; Toros, Çiyayê Kurmênc û Cûdî ye. Dicle, Zab û Ferat e. Xak û dar û av in, Kurd in, mirov in. Ev doz welat e.
Ev doza Mehabad û Agirî ye, Dêrsim û Amed e, Şingal û Helapçe ye. Koban û niha Efrîn e.
Dîrok: 2018/1/20_ 21_22_23…. Oy Efrîn, te dil û can dişewitandin. Efrînê, delalê, şîrînê! Hêlîna hêmin, bajarê pîroz, nazdara dilên kurdan, hembêzgeha darên zeytûnan. Tu welatparêz î, mirovperwer î, kurdewar î. Te ev doza pîroz hembêz dikir. Dijminên hov û sitemkar êrîşî te kirin û dikin, ji jor û hawîrdor.
Li te didin top û gulleyên zordarî, ji bêdadî û nemirovahî, ji kîna dijminkarî.
Ey Efrîna serbilind û rûmetdar, tu ne bi tenê yî. Birîna te mirovahiya kurdan birîndar dikir û dike. Berxwedana te, Kurdistan dihejand. Berxwedana te romantîkî ye. Herêma te romantîkî ye. Min bawerî bi serkeftina te heye, sitemkarî dê nikaribe zora mafdariya te bibe. Tu yê rahêjî sembola azadiyê û bilind bikî. Ev doz Kurdistan e.
Ey doza welatê min, ez te bi evîna xwe pîrozî dikim û te di nava dil û canê xwe de hembêz dikim. Te datînim li hemberî rojê, tu şewqan vedidî, roniyê didî li ser alayê bi rengîn diçirûsî. Tu gewher û zêrên sermedî yî, te datînim li pêşiya hemî hêviyan, hêvîdar im tu yê bibî serkeftin, bigihêjî serxwebûn û azadiyê…
Ey Xweda, welatê min biparêze. Dozdarên gelê min di dema li ber xwe didin û xwe diparêzin de, xwedî maf in. Em aştîxwaz in, ne wekî dijmin şerxwaz in. Ev doza me bi dad û mafdar e, hebûna me bi welatê me, azad û serbilind û bihadar e.
Ey Xwedanê şev û roj, me bawerî bi te heye. Em sipasdar in, em bûne xwediyên vê doza pîroz a mirovahî. Mirovahiya me bi pak û mezinbûna te bilind û bihadar e. Ev mirovahiya me bi zanîn û rawişta Zeradeşt, durist û parastî maye.
Ey Xwedayê Mihrevan, ji bo Xatirê Giyanê Pîroz (Yesûi Mesîh ) evê dozê biparêze, bilind bike jor û bigihîne serkeftin û azadiyê. Alîkariya me bike, em bi tenê ne. Welatê me, mirovên me, li hêviya Mihrevaniya Te ne. Em pêwîstdarên Mehdera Yesûi Mesîh in.
Bang bo doza me romantîkî ye.
Nivîsên ku di Bûyerpressê de tên çapkirin, nerînên xudanên xwe ne
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 74′ê de hatiye weşandin. 2018.2.15