Bûyerpress
Da Ku Nivîskar û Helbestvanê Kurd Mele Ehmedê Namî ji Mafê Xwe bêpar Nemîne, Ez Vê Gotarê Pêşkêş Dikim:
Gelek caran ez gotar, lêkolîn û hevpeyvînên nivîskarên kurd ên di malperan de tên weşandin (Nemaza yên di warê toreya kurdî de) dixwînim.
Rojekê, li gerekê di nava malperan de, ez pêrgî hevpeyvîna bi nivîskarekî bi nav û deng re, hatim.
Min hevpeyvîn bi germî xwend. Mixabin xwendina wê ne tenê ez tengijandim, lê belê ez li vê yekê hişyar kirim.
Gelo Çi Bû?
Nivîskar di hevpeyvînê de, helbesvanên helbesta klasîk û nivîskarên kurd ên nifşê berê ku li Rojavayê Kurdistanê jiyabûn, di nivîsa xwe de wiha wan bi nav dike û dibêje:
“Wek: Dîwanên Cegerxwîn û Osman Sebrî û kesên ko dane ser şopa wan wek: Seydayê Tîrêj, Yûsivê Berazî, Omerê Lealê, Mele Nûriyê Hesarî, Seydayê Palo û Keleş…“
Mixabin nivîskarê me, Namî ji nava karwanê van helbestvanan bi dûr dike û wî wek helbestvanekî wê demê nabîne.
De ka werin em ji xwe û ji nivîskarê xwe bipirsin:
Gelo Mela Ehmedê Namî bi helbestên xwe yên klasîk û dîwana helbestan a bi navê DAXWAZNAME, ji wan helbestvanan nayê jimartin?
Gelo Namî bi nivîsandin, çapkirin û weşandina pirtûka AGIRÊ SÎNEMA AMÛDÊ, ku ew serpêhatiya xemgîn ji windabûnê parast û ta roja îro kurdên Kurdistanê nifş li pey nifş bi wê serpêhatiyê agahdar dibe û wê bi bîr tîne, nabe nivîskar?
Gelo helbestvanê me, nivîsên Seydayê Namî di nava rûpelên zêrîn ên Kovara Hawar û Ronahî de nexwendine?
Namî di kovara Ronahî ya ku Mîr Celadet Alî Bedirxan li Şamê diweşand de, gotarek bi navê Mehkema Hawarê û Deyndarê Şermende de dibêje: “Ez kurek ji kurên Hawarê dihatim hesab kirin û min xizmetên gelekî mezin jê re kiri bûn.”
De ka em bibînin bê ev şahidên rastgo der heqê Namî de çi dibêjin:
-Profîsor Celîlê Celîl di seredana bajarê Qamişlo de û di nava civateke xortên bajêr de, di warê toreya kurdî de dipeyivî. Dema ku gotin hate ser pirtûka Agirê Sînema Amûdê ya bi pênûsa Mela Ehmedê Namî hatiye nivîsîn, wiha got:
“Dema min pirtûka Namî ‘Agirê Sînema Amûdê’ xwend, Namî bi wê serpêhatiyê û rengê nivîsîna wê ez girîyandim.”
Ji nameyên ku di bîranînên koça dawîn a Namî de hatibûn hinartin:
-Prof.Ordîxanê Celîl:
“Ji min re hurmeteke pir bilinde, ko îro ez bîranîna Mele Ehmedê Namî roja 25 saliya koçkirina wî ji gelê xwe re didme xuya.”
-Rezoyê Osê:
“Namî di helbestên xwe de, sipartiye ristên awazdar û kêşesaz, şêweyê wî taybetmendiyekê dide rist û bexşaneya wî.”
-Ehmed Huseynî:
“De bila Sorgulek bo nexşeya xewnê be.
De bila sorgulek jî ji bo herikîna sirûdê be Seyda.” Kovara Dugir – Swêd
-PENa KURD – Elmanya:
“Bîranîna koçkirina rewşenbîrekî di giraniya Seydayê Namî de ne dana mafê wî ye, lê belê gaveke di rêka danê de ye.”
-Nivîskar Firat Cewherî:
“Seydayê Namî jî li gora serdê welatê me û li gora dema xwe rewşenbîrekî me yê bijartî bû”.
-Bîranîna Namî, piştî 20 salan li Qamişlo zindî dibe:
Bîranîn jî kar û barê reşenbîran bû û bi hiş û hunerên wan bû û di bin sîmbola ”Bila Bîranîna Namî bibe sîmbola rewşenbîriyê” hatibû neqişandin.
Nivîskar Konê Reş di nameya xwe de, ya ku ji ”Yûbîla Zîvîn ya Bîranîna Seyda Mele Ehmedê Namî” re hinartibû, dibêje:
“Dema ko mirov Mela Ehmedê Namî bi bîr tîne an li ser di axife, derhal pirtûka wî (Agirê Sînema Amûdê) û sirûda wî:
Pêşkevin em serfirazin miletê kurdî
Yan mirin em dê bibînin yan jîna kurdî
Têne hiş û bîra mirov û pêre pêre jî hevalên wî wekî Cegerxwînê Hesarî, Osman Sebrî, Qedrîcan, Mela Abduselam Nacî, Mela Ehmed Zivingî, Mela Ehmedê Palo, Ehmed Nafiz Zaza û gelekên din….
Mela Ehmedê Namî, yek ji wan mirovan bû, ewên ko her dem û gav bi kul û êş û janên gelê xwe re girêdayî bû, bi refê pêşengên gelê kurd re bû, ew refê ko bingehê rewşenbîriya kurdî li sûriyê danîn…”.
Gelo ma van birêzan gotinên xwe ne li gor bîr û baweriyên xwe gotine?
Belku gelek caran û di gelek nivîsên nivîskarên bi zimanê kurdî de jî, eger nivîs di warê helbestê de be, nivîskar navên helbestvanên wekî: Cegerxwîn, Osman Sebrî, Qedrîcan, Tîrêj, Keleş… rêz dikin û di dawiya rêzkirina wan navan de dibêjin: “Û hinên din…”
Û eger nivîs bi zimanê Erebî be, dibêjin: “وغيرهم”
Ne tenê di nivîsekê de, lê di gelek nivîsan de ev yek dubare dibe.
Her û her Seydayê Namî û hin nivîskar û helbestvanên mîna wî yên wekî: Hesen Hişyar, Mela Elîyê Topiz, Mela Ehmedê Zivingî, Mela Ebdilselam Nacî Cizîrî… tên jibîrkirin.
Nivîskarekî din, di bernameyeke rewşenbîrî de ku navê wê”Rengê Rojava” bû û di Kurdistan TV de dihat weşandin(2013.04.28 ), navên hin rewşenbîrên wekî: Cegerxwîn, Osman Sebrî, Qedrîcan û Selîm Berekat…bi lêv kir (Ev ji mafê wan ê xuristî ye). Ma qey ne ji mafê Namî ye ku ew jî yek ji rewşenbîrên wê demê bê binavkirin.
Destxwşî ji her nivîskarekî re, ku di roja îroj de rûmetekê ji welatparêz, xebatkar, ronakbîr û rewşenbîrên gelê xwe re li gor kar û xebata wan a binirx bigire. Ew jî ne minetek e, lê belê ew ji mafê wan ê xuristî ye.
Nivîskar, ronakbîrê miletê xwe ye. Jê tê xwestin û li gor wê rûmeta ku milet jê re digire ku hinekî bi ujdan be û mafê tu kesî nequrmiçîne.
Nivîsên ku di Bûyerpressê de tên çapkirin, nerînên xudanên xwe ne.
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 74′ê de hatiye weşandin. 2018.2.15