Bûyerpress
Xoşman Qado
Têgiha wergerandinê wê çarçoveya teng a ku tenê nola xebatek bo ziman e derbas dike; çi ku ew bi xwe pêwîstîyek bo pêwendîdanînê ye berî ku bibe emrazek bo veguhastina kelepûr û serbihurîyên çandên dîtir.
Wergerandin hem gencîneya zimanê dayîkê ye, hem jî wargeha hevnaskirinê ye. Ji lew re roleke girîng a wergerandinê di pêwendîdanînê û çesipandina çandê ya di navbera gelan de heye, her wisa şaristanîyê dewlemend dike û nasnameyê jî teqez û xurt dike.
Ji alîyekî din ve weregerandin asoyên ziman firehtir dike û her tim ziman geş dike, çi ku xebata wergerandinê xebatek bo ziman bi xwe ye, ev yeka han baş di ezmûnên neteweyên din de hate xuyakirin; ango eger em ezmûna Ereban di vî warî de bigirin ber çavên xwe, em ê encamên wergerandinê baş binasin, tev li ku Ereb ji mêj ve li ser zimanê xwe xebitîne û ew zimanê Qur’anê jî bû, lê tevgera wergerandinê qonaxeke pêwîst bû bo zimanê wan.
Ji ber ku wergerandin hewl dide tenhatîyê bişikîne, û di rêya wê re pirine çandî di nava zimanan de peyda bike, armanca wê jî ew bû ku bibe dergehek bo naskirina wêje, çand û şaristanîya her gelekî, da ku ji ezmûn û afrînerîya hev û din sûdê werbigirin.
Ziman jî zindîwerek e ku ew jî her tim di rêya pêşketin û geşbûn de ye. Di hebûn û geşbûna zimanên jîndar de gellek emraz alîkar in, her wisa pêdivîya kesên ku zimanekî bi kar tînin, pêk tîne; yek ji wan emrazan wergerandin e, ji ber ku ew jî dibe pirek di nav kesên jihevcuda di warê ziman û çandê de, çi ku pêwendîya di navbera du zimanan de helbet dê bandora her duyan li ser hev hebe.
Dibe ku ezmûna wergerandina bo zimanê Kurdî belengaztirîn ezmûn be, sedemên wê jî pir in. Lê îroj roj em nema dikarin heman sedeman bikin behane û xwe ji vî erkê binirx dûr bixin. Eger em tenê Rojavayê Kurdistanê di vê qonaxê de wek nimûne bigirin dest, pêwîst e ku em xwe ji gencîneya weregerandinê bêpar nehêlin. Lê çima hetanî aniha tevgera wergerandinê lawaz e; tev li ku gellek sazî, yekîtî û rêxistinên reweşenbîr û nivîskarên Kurdî hene û derfeteke pir baş bo wergerandinê heye, nexasim ku tevgera weşangerîyê dest pê kiriye.
Tenê bi saya hindek hewildanên kesane em îroj roj li Rojavayê Kurdistanê pirtûkine zimanên dîtir jî bi zimanê Kurdî dixwînin. Gelo çima ev hewldan nabe xebateke sereke bo hezkirî û dilêşên zimanê dayîkê? Pêwîst e ku em dest bi wergerandinê di hemî qadan de bikin (wejeyî, çandî, sîyasî, aborî û zanistî…).
Îroj derfet li ber destan in, û dem ne dema berê ye, pêwendîyên di rêya medyaya civakî re rê li pêşîya hemî kar û xebatan hêsan kiriye, her wiha derfetên çapkirin û weşanê jî, li gorî berê, pir baş in; tenê maye em kar bikin û dûrî qerwelkan biçin.
Tê nasîn ku hêzên dagîrker (ango rêjîmên desthilatdar û faşîst ) tim pergala xwe li ser bingehekê ava dikin, ew jî çesipandina çanda xwe û tunekirina çanda gelên bindest e, ji ber bi qirkirina çand û zimanê gelên bindest hêzên dagirker hebûna xwe ava dike. Zimanê kurdî yek ji wan zimanên ku rastî hewldanên bişaftin û tunekirinê hat, û hêzên ku Kurdistan dagirker kirine bi hemû şîyanên xwe xwestin ziman û çanda gelê kurd winda bikin, çi ku nasnameya her gelekî zimanê wî ye.
Ji ber ku wergerandin di civak û jîyana mirovan de girîngîyek e, ji hemû hezkirîyên zimanê kurdî, sazî û rêxistinên nivîskar û rewşenbîrên Kurd, tev li sazîyên fermî jî tê xwestin ku zimanê xwe biparêzin, her wiha ked û xebateke bêhempa bo vî zimanî bikin. Ji lew re ji nivîskarên Kurd ên ku bi zimanê Kurdî dinivîsin tê xwestin ku bi berfirehî berê xwe bidin wergerê da ku hem girîngîya zimanê xwe nas bikin, hem jî vî zimanê bêxwedî dewlemend û geş bikin.
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 73′yê de hatiye weşandin. 2018.2.1