Her dem diya min ji min re digot:
Hişyar be kurê min; li xwendina xwe miqate be, guh bide mamosteyê xwe, lênûs û pênûsên xwe li dibistanê ji bîr neke.!
Hişyar be; di kirîna goşt û sebzeyan de tu neyî xapandin, dema ku tu kolanê qut dikî, erebe li te nedin!
Hişyar be lawo, Şam bajarekî mezin e, ji xêrnexwaz û nekurê dê û bavan xalî nabe; tu çûyî xwendinê, her wiha keçên xapînok jî hene..
Em ê li hêviya te bin ta ku em serê xwe bi bawernameya te hildin; dê cihê bawernameya te sînga evî dîwarî be, cihê wêneya min.
Hişyar be kurê min, li pereyên xwe miqate be, wan qenc asê bike û veşêre, bixe ber derpiyê xwe yê binî, tu kes ji te nedize, tu yê li xerîbiya leşkeriyê, wisa bêpere û bêzar bimînî.
Hişyar be Qadiro: “Keçikên xelkê şeytan in” te ji rê nebin, û di hewq û çamûra dil de wernekin, xewa şevan ji çavê te nebin.. dilovano…!
Hişyar be law; jiyan ajaleke durinde ye, bêomîd û bêol e, lingê şemitî hevalên wî tune ne…Hevjîn û zarokên xwe kêm neke, jiyana xwe û wan xweş bike, Xwedê we ji beleyan biparêze.
Di Şeva Sersalê de xwarin, goşt û şorayî raxistî ne û mûzîk jî li dar bû; lempeyên rengîn, mîna jiyana me qels û xurt dibûn, vêdiketin û vedimirîn. Kenê zarokan jî bi van dîmenan bilind dibû, geş û şîn dibû, û ew jî xweşiktir dibûn.
Sersal xatirxwestina pêvajoyeke ji temen e û derbasbûna yeke nû ye. Spartina hêviyên saleke kevin ji bo saleke nû ye, serjimêriya têkçûn û serkeftiyên qonaxek ji jiyanê ye, her wiha çandina xewnine nû di zeviyê temenê mayî de ye.
Pir zor e ku xatirxwestin, spartin, serjimêrî, û çandina xewnên te bi guleyeke bêserûbin, guleyeke beradayî û serserî mîna kesê ku ew gule berdaye, hewla destnîşnakirina temenê te dabe.
Guleya ku buxçika xewnên te yên sala tu tê de girê bide, û piştî deh deqeyan di saleke nû de, li nexweşxaneyekê, di odeya (Emeliyatan) de li ber nişterên pijîşkan raxe.
Guleya ku bi germahiya coşa zarokekî di şeva sersalê de gihişte bilindtirîn dever ji riya xewnên me, geuleya ku bi hemû sermahiya dilê kesên ku bi kenekî zer ew gule berdan, û bê ku guh bidin qêrîna bêdeng ji dilê zarokên bêguneh careke din berê xwe da reh û damarên kêferata jiyana me û di nav re çû û çû…
Hemû kesên ku ziyan li min kirin û min li wan kir, ên ku ji min hez dikirin û min ji wan hez dikir û hez nedikir; pîlanên tolhildana dil û kesayetê, xweştirîn û geştirîn kêlîk di jiyanê de, hemû projeyên kar, nivîs, berhem, û efsaneyên evînê di tarîtiya wê şevê de, di bin vîzevîza guleyan de, wê kêlîkê, mîna stêreke ku were xwarê, di ber çavên min re çûn.
Tu jî di serê wan de bû…!
Pengizandina min ji hêza guleyê re, destên min ji xewn û xeyalên min qut kirin û bi lez berê min kete riya xestexaneyê… Guleya ku wê şevê bi hêz xwe berdabû nava damarên laşê min, parastina Xwedayî, du’a û lavijên diya min ku di riya wê de sekinîbûn û nehiştibûn ku ew bigihêje devera metersiyê; di wêneyekî lezgîn de ji hêla pijîşkan ve cihê wê diyar bûbû û bi emeliyateke niştergerî hate deranîn.
Hêzên me yên parastinê, wan wê şevê ji şîniyên bajêr bêtir û bê ku guh bidin jiyan û saxlemiya tu kesî, gule berdan.
Guleyên ku radestî we bûne hevalino, ji bo ku hûn jiyana me pê biparêzin, ne ku hûn wê jiyanê bixin tehlukeyê..!
Parêzvanên me yên li ser sînorên welêt, tiliyên wan li ser pelepîtka tivinga wan e, lê bê sedem yek guleyê bernadin, û hûn jî li vir çep û rast û bêhawe xwîn û berxwedana miletekî berbat dikin.
Mûma bi dehan ji jin, mêr û zarokên bêguneh li seranserî welêt bi guleyên wisa bêserûber di Şeva Sersalê de, şeva vejînê de hate vemirandin.
Tenê – yên mîna min – xwestibû ku xatirxwestina sala bûrî û derbasbûna sala nû bi gul, ken û asîmanekî sayî be.
Bayê mirinê, wê şevê, li mûma jiyana min dabû; tenê ji ber ku diya min dûr bû û bi dilsojî ji min re negotibû: Kurê min hişyar be..!?
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 73′yê de hatiye weşandin. 2018.2.1