Bûyerpress
Alan Pîrê
Berê deverê li kû ye?
Şerê Tirkan û destêwerdana wan di deverên Kurdî yên Bakurê Sûryayê de, dê ne wiha bi hêsanî derbas bibe. Ji ber ku di dawiyê de ya ku dê lingên wê di teqan û çamûrê de asê bimîne, her Tirkî ye. Bi kêmanî ev yek ji her kesî re û ji niha ve, diyar e.
Lê ketina Turkan nava deverên Kurdî li Bakurê Sûryayê ne ji ber wê sedemê ye ku Kurdên alîgirên Partiya Karkerên Kurdistanê yên ku rûberekî berfireh li jêr desthilata wan e, li ser Tirkiyê gef û metirsî ne; na, ev tenê ji çapemenî û medyayê re tê gotin, lê behsa tiştên veşartî nayê kirin.
Şerê ku zêdetir ji heftiyekê ye li jêr navê “Şaxê Zeytûnê” dest pê bûye, bi armanca jihevxistin, pûçkirin û tunekirina nakokiya Sûrî a çekdar e ku bi navê “Artêşa Azad” tê nasîn. Piştî ku dawî li nakokîya Sûrî ya siyasî anîn û ew ji hev xistin, ew şûştin û şûştin, ew geh li Genev, geh li Astana û geh li Soschi raxistin, êdî dora jinavbirina nankokiya çekdarî (Artêşa Azad) hatiye.
Gelo opozisyona Sûrî ya berî sê-çar salan, kanî?
Ew hêrs û kelecana wan, sozên ku ji aliyê hevalan ve ji wan re hatibûn dayîn; tev de belawela bûn û tiştek di wan de nema. Ev hemû jî li alîyekî û nakokî û dubendiyên wan ên hundirîn ku ji destpêka damezirandina wan ve û heta aniha li dar in, li alîyekî din( Bi taybet nakokiyên wan û endamên Encûmena Niştîmaniya Kurdî li Sûryayê ”ENKS” ).
Armanca sereke ji vê yekê ew e ku Artêşa Azad bajon mirinê û berê Turkiyê bidin pirsgirêk û kirîzan, her wiha lingên wan girêdin û bihêlin ku li ser asta nêvdewletî ji hemû alîyan ve bi tundî bên rexnekirin û şermezarkirin.
Mebest ji vê armancê jî ew e ku êdî di paşerojê de Tirkî nerm bibe û qîma xwe bi biryarên nêvdewletî bîne; biryarên ku dê der barê deverên Kurdî li Sûryayê û Herêma Kurdistanê de bên sitandin. Ji ber ku ew jî hîn di hundirê vê xirecir û qerebalixê de ye, û ez bawer im ku welatên mezin ji niha ve dest pê kirine; êdî di hundirê Encûmena Ewlehiya Nêvdewletî de li dosyayan vedigerin. Lê di heman demê de, divê herêm bi xwe jî ji çareseriyê re amade bibe.
Efrîn ji Artêşa Azad re kirin wekî wê qûma ku her tiştê li ser rûyê xwe dadiqurtîne hundirê xwe, her wiha ji Turkiyê re jî bû sedema destpêka nakokiyên hundirê Tirkî; ji ber ku opozisyona Tirkî bi xwe jî ji her tiştê ku aniha Erdogan dike, ne razî ye. Me dît jî, bê çawa li dijî kiryarên Erdogan derketin, jixwe ne ji ber ku dilê wan bi ser Kurdên Rojava ve ye, na, ma ne dijminên Kurdan ên herî har û bêcir ew in( Ataturkî), lê ji ber ku dibînin, bê çawa Erdogan berê welêt daye felaket û pirsgirêkên mezin.
Çareseriya deverên Kurdî li Bakurê Sûryayê dê bi çareseriya Herêma Kurdistanê ve girêdin, dê ev yek jî ji ewlehî û aramiya hemî kirîz û aloziyên welatên derdorê re, bibe mercekî sereke.
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara 73′yê de hatiye weşandin. 2018.2.1