Bûyerpress
Kawa Şêxê
Ji destpêka belavbûna medyaya civakî ve, Kurd jî wekî hemû miletên dunyayê bi awayekî aktîv ketine nava hêlên vê medyayê û êdî bi awayekî çalak bi kar tînin.
Ne tenê wisa, lê belku li gorî hejmara xwe, Kurd ji neteweyên din bêhtir medyaya civakî bi kar tînin. Dibe ku sedema vê yekê ew be ku civaka Kurd heyanî demekê ne serbest bû, ji lew re neçar bû ku hemû çalakî û projeyên xwe di jiyana dijîtal de pêk bîne.
Lê mîna hemû miletên rojhilatî, Kurd jî her dû aliyên medyaya civakî bi kar tînin; anku aliyê qenc û aliyê xerab…
Mixabin, hejmara kesên ku didin dûv hestên xwe û li şûna ku mijaran bi zanebûn guftûgo bikin, bi gelekî ji hejmara zana û rewşenbîran zêdetir e. Ji ber vê yekê jî ev kesên wiha bandoreke neyînî dikin û li şûna ku medyaya civakî bibe alavek ji alavên pêşxistin û rêvebirina raya giştî di nava civakê de, dihêlin ku bibe cihê axaftinên vala û asta wê dadixînin, heya ku dihêlin mirov hew bixwaze nêzîkî wê bibe.
Beriya demekê Paltalk derket. Di destpêkê de Kurdan ew ji xwe re kir alavek û di Serhildana Qamişlo ya sala 2004’an de roleke pir mezin lîst. Jixwe wê demê di navbera Kurdistan û Ewropa de têkilî pir buha bû, û hevgihîn tenê di rêya telefonan re bû; ew jî ne her kesî dikarîbû pereyên wê bidana. Ji ber wê jî dema Paltalk derket, bi şêweyekî pir baş belav bû û kurdan ew ji xwe re kir mîna civakekê, helbestvan û stranbêjan kul û derdên xwe tê de belav kirin.
Lê piştî demekê kete nav destên nezanan û bû alaveke xerabî û gelaciyê…hêdî hêdî milet jê veciniqî û bi dûr ket.
Niha jî gelek alavên medyayî belav bûne û belku ya herî zêde ji hêla kurdan ve tê bikaranîn, FACEBOOK e.
Hetanî niha Facebookê roleke gelekî girîng di tevgera miletên rojhilat de lîstiye, ew jî ji destpêka tevliheviya Buhara Erebî ku ji Tûnisê dest pê kir û heya xerabiya ku li Sûryayê çêbû.
Facebook, di destên her kesî de bû mîna televizyona zindî. Her mirovek rûpeleke wî çêbû û xudanên van rûpelan wekî ku nûçegihan bin, li kolanan ketin nava tevgerê.
Ev jî dû aliyên wê hebûn: Yek baş û yek xerab.
Yê baş ew bû ku her tişt bi lezgînî dihat ragihandin û belavkirin. Yê xerab jî ew bû ku nûçeyên rast û derew jev nedihatin nasîn û tu kesî hew zanîbû kîjan nûçe rast e, kîjan jî derew e.
Medyaya civakî alaveke bêalî ye, bikarhênerê wê biryar dide ka dê vê alava medyayê bêxe xizmeta xwe, an jî ew ê têkeve xizmeta wê.
Ne tenê di warê siyasî û nûçegihaniyê de medyaya civakî rol lîst, lê belê di jiyana rojane ya mirovan de jî, ji ber ku mirovan demeke gelekî mezin ji bo bikaranîna wê terxan kiriye; ew jî ji dû aliyan ve hate pîvan, aliyekî qenc û aliyekî xirab.
Aliyê wê yê xirab ew bû ku mirov pê ve hat girêdan û gelek dem li ser vê medyayê winda kir. Gelek malbatan gazind dikirin ku êdî têkiliyên malbatî nemane, têkiliyên civakî kêm bûne û pir kesan sûretê mêvanên xwe belav dikir dema ku her yek ji wan serê wî di telefona wî de bû û tu kesî nema li dora xwe dinihêrî.
Lê aliyekî qenc ê vê girêdan û bengîbûna bi medyaya civakî ve heye; berî ku aliyê qenc bibêjim, dixwazim birpirsim:
Ew kesên bêkar, ji beriya ku medyaya civakî derkeve, dema xwe li kû derê diqedand?
Weku mînak, ez hin kesan nas dikim dema ku vala diman, berê xwe dida qumar û vexwarina alkolê.. Lê medyaya civakî dema wan kesan dagirt û êdî bi awayekî demkî be jî, ew ji wan kiryarên xerab rizgar kirin.
Di dawiyê de ez dibêjim tu kes nikare li hemberî vê lehiyê raweste, tenê ya giring ew e ku mirov zanibe çawa bi kar bîne, ji bo çi û kengî..?
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 73′yê de hatiye weşandin. 2018.2.1