Bûyerpress
Ezîz Xemcivîn
“Xinizî çi ye, gava nivîskar xwe li nivîsandinê bike bar û rêz û rûmeta yê xwendevan negire, wê hingê eger çi beşê wêjeyê be, ez ne baş dibînim..”
Wergerandina ji zimanekî heta bi zimanekî din Pirek e, mirov dikare çand û toreya miletan bi zimanê xwe bixwîne…
Wêje ne tenê afirandina bi Zimanê Dê ye, lê belê werger bi xwe jî afirandin e. Em bi girîngiya wergerê nizanin û ev yek çavên me ji ser toreya miletên din digire.
Gava em rewişt, kultûr û çanda miletan bi zimanê xwe bixwînin, wê hingê em ê bikevin jiyana wê civakê.
Kurdan bi piranî ev celebê wêjeyê kêm bi kar aniye, ji ber evê hindê em her dem xwe bi xwe dixwînin û gelek caran jî xwe dubare dikin. Xwedubarekirina wêjeyê bi xwe paşketina wê ye, xwecûtin û heta astekê têkçûn e..
Berê dihate gotin ku werger bi xwe xinizî ye, lê ez tu caran piştgiriya evê hizrê nakim.
Xinizî çi ye, gava nivîskar xwe li nivîsandinê bike bar û rêz û rûmeta yê xwendevan negire, wê hingê eger çi beşê wêjeyê be, ez ne baş dibînim..
Lê me gelek nivîs an jî pirtûkên wergerandî xwendine, eger ne ji yên nivîskarî bilindtir bin, ne kêmî wê astê ne.
Di vir de em dikarin bibêjin ew afirandin e û mîna nivîsandina bi Zimanê Dê ye..
Pênûs ji pênûsê cuda ye, huneriya tiliyên nivîskaran ji hev cuda ne, gelek caran heman pirtûk an roman, çîrok û helbest du nivîskaran wergerandine, lê xwendevan ji ya afrênerî tê de heye hez dike û ji wergera hişk û zuha hez nake û ne amade ye bixwîne.
Li vir gelek pirs derdikevin, gelo kî ye ew kesê ku bi ewlehî wergerandinê dike, gelo nameyê digihîne, dilêr e yan sexte ye?
Wergervan berpirsyarê guhastina wêjeyekê ye bi diristî, bi rastî û bi afrênerî û ya ji her tiştî girîngtir wijdanê wê ye.
Bi nerîna min, ya/ê ku van mercan di kesayetiya xwe ya wêjeyî de nebîne, gerek wergerê neke..
Qedexekirina Zimanê Kurdî bi dehên salan û êrîşa li ser ji her hêlê ve, hiştiye ku Kurd tenê parastina hebûna xwe bikin û li ber xwe didin.
Wêje û nivîsandin jî bi rewşa konevanî ve girêdayî ye, kengî rewşa miletê Kurd aram bûye ta ku rewşa wêjeya wî jî aram bibe..?
Belku li hin cihên Kurdistanê pirtûk çap bûne, lê nivîskarên Kurd bi piranî ne aram in û ne jî dikarin wê afirandina pêdivî pêşkêş bikin.
Lê nayê wê wateyê em ji rewşê reşbîn bin, hewldan hene, wergervan jî hene û xwedan berhemên baş in. Eger evê demê rewş aloz e û nikarin hemû berhemên xwe çap bikin, lê bi hêvî me rewş baştir bibe û ew berhem ruhniyê bibînin.
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 73′yê de hatiye weşandin. 2018.2.1