Bûyerpress
Helbestvan Dilbirîn Mihemed Di sala 1946’ê de, li gundê Çaxir Bazar hatiye dunyayê. Çend salên pêşîn ji xwendina xwe li dibistanên gundewarê Amûdê qendandiye.
Di temenekî mezin de berê xwe daye fêrbûna zimanê dayîkê, da ku di 1975’ê de bi awayekî fermî bi Kurdî binivîse.
Dilbirîn Mihemed herî zêde helbestê dinivîse û gelek helbest û nivîsên wî di rojname û kovarên Kurdî de hatine çapkirin.
Bi awayekî spehî û qeşeng, pesnê evîna xwe di malikên helbestê de vedibêje. Di hundirê helbestên wî de bedewiya welêt dixuye, her wiha bilindahiya bejna serwerên Kurd diyar dibe.
Dîwaneke wî ya helbestan bi navê “Pêlê Evînê Sote Dil” heye.
EZ EVÎNADR IM
Ez li vir yarê li malê
Lê dinêrin herdû çav
Ne mi hilbesten nivîsî
Min bi xwîna cerg û dil
Eşq û evîna wê sotim
Dil kiriye têtê agir
Nema min sebr û aramî
Ku nebînim por zerê
Ez ketim derya evînê
Serxweş gerdem dibim
Dîmen û reng û kilîşê wê
Pisotî cerg û dil..
Ger çiqa dûrî ji min tu
Her dinerin her dû çav
Aşiqê bejn û balê me
Çav û wan birhê zirav
Gerden û anî ji almaz
Dev û lêvên erxewan
Ez ketim salox û pirsê
Ma li kê bikme hewar?
Min dixest ez herme balê
Wê bibînim carekê
Ku himêzkim bejn û balê
Jê bixwazim maçekê
Şev û roj ez tême sotin
Xew bi çavan nakevî
Bûye çend sal ku dinalim
Êş û janê daye dil
Lê çima dengê min nakî
Dil bûye wekî kevir
Soz û peymanê te kanî?
Kanî ew soza li wir
Ma nayê bîra te yarê
Ew kêf û densa li vir
Çend gez û qurniç min dabû
Ji wan dêmên tey bedew
Lê di bîra xwe de bîne
Wê roja cejna mezin
Çend kas û şûşe vexwarin
Min ji destê meyderê
Serxweş û bêhiş kirim wê
Dil ji min bir ku derê?
Ma ez ê çawa nezorim
Janê daye kezebê
Ger bibe kuştin û ferman
Her zê bêjim dilberê
Min bidin ber şûr û kêra
Dil ji te qet nagerê
Dilbirîn bes xwe bisojî
Bi ar û pêtç por zerê
Ger dixwazî bike himbêz
Mal û can deyne berê.
DIBÊJE MIN TU KÎ YE?
Tu dibêje min tu kî ye?
Ev çi pirsa bê fedî ye
Tu bê xak û welatî
Li cem min qehweçî ye
Veger here warê xwe
Li cihê kal û bavê xwe
Tu bindest û kole yî
Cihê li vir tuneyî
Tu dibêjî min tu kî ye?
Ev çi pirsa bê fedî yî
Dîroka min bixwîne
Tê zanibe ez kî me
Ez kurê Kurdistan im
Mêrxas û qehreman im
Ji Azer ve ez Kurd im
Kordoxê hele gurdim
Ez ne diz û pêxwas im
Tu dibêje min tu kî ye?
Ez ne Turk û teter im
Ne jî Firs û Ecem im
Ez Horiyê Mîtan im
Ji dilê Kurdistan im
Ez Hewlêr û Amed im
Ez Qamişlo û Koban im
Miştenûr û helenc im
Keleha berxwedan im
Tu dibêje min tu kî ye?
Ev çi pirsa bê fedi yî
Tu dibêje min tu kiye?
Ez dêrik û Efrîn im
Amûda Dilbirîn im
Tu dibêje min tu kiye?
Ev çi pirsa bê fedi yî
Şêx Saîdê Pîran im
Berxwedana Doxan im
Qazî û Riza û Nehrî me
Maşûqê Xiznewî me
Seqiz û Çar Çira me
Enfal û Helebça me
Tu dibêje min tu kî ye?
Ev çi pirsa bê fedî yî
Şingala birîndar im
Hêsrê çavê Viyan im
Biqeşt ji vir herî
Kulî xurê bê fedî
Tu ji tuxmê Cecasî
Kuleyb û Curû û çehşî
Tu dibêje min tu kî ye?
Ev çi pirsa bê fedî yî
Ev der qada şêra yî
Ne şîn warê roviya yî
Bi destê zorî-kara
Îro te lê palda yî
Tu dibêje min tu kî ye?
Ev çi pirsa bê fedî yî
Ez agirê Newroz im
Çiyayê Zaxaroz im
Erarat û Hemrîn im
Berxwedana Arîn im
Tu dibêje min tu kî ye?
Ev çi pirsa bê fedî yî
Ez Guhderzê Kurdî me
Pêşmergê Barzanî me
Şînwarê min diyar e
Dîroka min kevnar e
Ar û Newroz û jîn im
Tîrêj û CegerXwîn im
Beyazîta Xanê me
Seydayê Cizîrî me
Ez YPG şervan im
Canguryê Kurdistan im
Kilê çavê Zîlan im
Rûken û Bêrîvan im
Ez pêşmergê Hemrîn im
Ji Helgurd û Sevîn im
Sirûda ey Reqîbim..
Helbesta Dilbirîn im.
EZ BI GORÎ TE WELAT IM
Ez bi gorî te welat im
Tu jîn û jiyana min î
Ez bi te serbilind im
Tu taca serê min î
Nadim bi Şam û Enqera
Qamişlo xaka min î
Gund û bajar û betrolê
Meden û zêrê min î
Ma kî ye bûka cîhan?
Tu Kurdistana minî
Bi xemil û xêz û gewherî
Nazik û şoxa min î
Hilbest û rista hozanî
Sirûd û ala min î
Mistek ji axa Amûdê
Ember ûmiska min î
Ez naçim Quds û Hicazê
Dêrik laleşa min î
Dergevan im ji bona wê
Bihuşt û Heca min î
Tu dildera evîndara
Nêrgiza bexçê min î
Tu fêkiyê her team î
Dara zeytûna min î
Tev dehl û rez û kanî ye
Her çiqasî bo min dûrî
Roniya çavê min î..
EY ŞEHÎD
Ey şehîdê pêşewa tu namirî
Ser bilind û qehremanê vî gelî
Tekoşîn û berxewdan û raperî
Lê bi te azad û serkeftin dibî
Her di qada berxwedanê
Restem û Şêrgo tu wî
Tu di sînga dijminan de
Eqîd û Serhed tu wî
Her tu wî bejna bilind î
Sîpan û Cûdî tu wî
Kaniya merd û comerda
dil darê welat tu wî
Te serî qet netewandî
Riza û Qazî tu wî
Her tu wî Mezlûm û Xeyrî
Kemal û noşîn tu wî
Her tu wî Arîn û Roken
Zîlan û Leyla tu wî
Sitêra ezmanê Kurdî,
Ronya Kurda tu wî..
EZ YPG ŞERVAN IM
Ez YPG şervan im
Mêrxas û qehreman im
Xwedyê doza welat im
Lehengê niştiman im
Xwedî hêrz û hiner im
Kilê çavê Zîlan im
Dîroka min bixwînî
Ez atom û volqan im
Serî qet natewînim
Serhetê qehreman im
Miştenûr û Helc im
Keleha berxwedan im
Êrîş dikim neyara
Weke şêrê Zozan im
Namûs bi min giran e
Min sûnd daye bi Arîn
Bi Rîhan û Bêrîvan
Ez ji vê dozê nayêm xwar
Ta rizgar bî Kurdistan
Bi soz û sûnd û peyman
Bi Şingala birîndar
Çek û rexta nadeynim
Weke Egîdê Botan
Hewara gelê Kurd im
Nisêbîn û Gever im
Ameda berxwedanim
Li her derê qêrîn im
Cizîra Berirxan im
Ji lewra ez diçim şer
Seqz û çarçira me
Ez Dêrsim û Hewlêr im
Ji dilê Kurdistan im
Qamişlo û Efrîn im
Helbesta Dilbirîn im
Sirûda Ey Reqîb im
Şoreş û berxwedan im.
HELEPÇA DUDIWA
Li şarê Qamişlo bajarê delal
Yazdê Adarê, bû qîr û hewar
Xwe kujên bê ol bibûn gurê har
Êrîş kirbû şaredariya wan
Dabûn ber bumba xort û keçê ciwan
Helepça bankir Emîna û Jiyan
Hev kirne hemêz Rewşen û Cîhan
Kanî Birahîm Mûsa û Elwan
Dengê wa bû yek qîrîn û giyan
Kiribûn dojeh ev bajarê han
Di nav xwînê de jiyana xwe ji dest dan
Peyayê dilmin eve karê wan
Riwê wan reş be seranser qetran
Wek marê korin dijminê insane
Di ya xwe nabûrin ev pêxwasê han
Ji tuxmê Lotin bi Incîl û Quran
Ez im Helepça Kurdistan
Ev qada me ye qada Kurdistan
Welat welatnadin erd her ezman
Bela em şehîd bin bijî Kurdistan.
Ev helbest di rojnameya Bûyerpress, hejmara 73′yê de hatine weşandin. 2018.2.1