Bûyerpress
Agît Yazar ( Egît Jahrîyûs)
Berî ku Romana Gurzo derkeve, ez naxwazim razên Gurzo bidim der û kelecana berdevk û wergêrê (Nûserê Romanê) Gurzo bişikînim.
Ez xwe diavêjim dexlê xwînerê vê nivîsê, da ku vê çikûsiya min bibexşînin (Cênîka serê min bi xwe, ji merivên çikûs diêşe. Loma hûn nebexşînin jî, tu gazind ji we nabe. Yanî hûn bi qîma serê xwe ne).
Bê guman romaneke ku hatibe çapkirin, gelek tişt dikarin li serê werin gotin û nîqaşkirin. Lê romaneke ku hîn nehatibe çapkirin, zahmet e ku meriv çi bi çêyî, çi jî bi xerabî karibe nirxandinekê li ser bike û hestiyên çend peyvikan di curnê galegalên serberradayî de bikute (Bi gorna pîrika min Hecî Fatê, ez dibêjim qey bayê helbestên rêzdar Ehmed Huseynî li serê min xist).
İ’ffffte Egît looo! Tu çi qas zilamekî lewlewok î! Li mijara nivîsa xwe vegere camêêêr.
Yan bi xwe biqurrince û yan jî mûyê pişt hustê xwe bikişîne. Da ku tu li ser hişê xwe werî. Bi bîra te dixînim, mijar: Romana Gurzo ye.
Heta niha min du beşên romanê xelas kirine û ez niha di beşê sêyemîn û yê tewra dawî de me.
Heger ez li xwe mikur werim, ez romana Gurzo bi kelecan û bi helkehelk dinivîsim. Ew qas besta min lê radibe û ez xwe berra li ber didim, yek caran ji dêlva ez bipeyivim, ez dixwazim birreyim.
Erê erê, we şaş fahm nekir! Ez dixwazim birreyim. Ma hew reyandin? Na Wele. Yek caran dixwazim bizûrim jî! Ma hew zûrandin? Na bi serê Gurzo. Car caran jî dixwazim bibêjim kaaaaz, kaaaaz, kaaaaz û terkîdinya bibim(Min bibexşîne Gurzo. Lewra min rista te ji te dizî. Tu dibînî Gurzo ne! Tu dibînî bê em meriv çi qas mexlûqatine çavnebar in û di her kêslêhatinê de xwe li her tiştên we radikişînin û xwe lê dikin xwedî).
Li vir ez dixwazim biçelpînim nav û pirseke dînane bipirsim: Gelo eger Gurzo, romana Egît (Ez, tu, wî, wê, wan) binivîsanda, dê çi çêbûba?
Ez bawer dikim ku tenê kûçikekî poz û bêvil bi wê romanê nedikir û nedixwend.
Heta dibe ku hinekan ji wan ew roman bibira û daniya li ser tûmikekî, nigekî xwe yî dawî bilind bikira û destava xwe di ser de bikira(Aha, bi îman hindik ma ev mijar biçirvire!).
Berî ez şax, pax û xaçerêkan ji mijarê berdim, ez dixwazim dîsa li romana Gurzo vegerim…Ez wa bawer dikim ku wexta romana Gurzo derkeve, dê gelek kes Gurzo bişibînin Bazin, Hirço, Teyrê, Qafreş, Şêro, Qerê, Reqso, Şerrê, Kejê, Gundor û Guhdar.(Li nêva Kurdan, ev nav li kûçikan tên kirin).
Heta dibe ku gelek kes ji ber ku Gurzo ji kûçikê wan wêrektir û zîrektir e, ji Gurzo bihesidin jî.
Kî çi dizane, dibe ku pir kes ji bo karibin bibin xwedî kûçikekî nola Gurzo, kirrekirr ji dilê wan were.
Di vê pêvajoya nivîsandina romana Gurzo de, ez li gelek kûçikan qesidîm û li wan bûm mêvan. Çi kûçikên kolanan, çi kûçikên di sitargehan de, çi kûçikên seydê, çi kûçikên di nava malan de, çi kûçikên bêhnhilanînê û çi jî kûçikên şivanan.
Wan tevan derî li min vekir û mazûvaniyeke pir baş ji min re kir, heta ew hestîkê di devê xwe de jî bi min re parve kir (Li ser meselê yanî).
Rojekê ji rojan, bi tenê yek kuçikî mirûzê xwe bi min re tirş nekir, ji min re negot kewt û bi min de nereya. Ez ji wan tevan re sipasdar im.
Ez hîn jî serlêdana xwe dikudînim. Beriya çendekê ez rabûm çûm sitargeha şaredariyê ya kûçikan. Çawa çav li min ketin, tev de rabûn, hatin ez pêşwazî kirim û li dora min çûn û hatin. Haybûna ez ji xwe hay bûm, min dît ez destvala çûme sitargehê.
Yeqîn bikin ji fediyan re û ji ber ûda rûyê xwe(Ez bê henek dibêjim) min xwest erd biqelişe û ez têkevimê. Min soz da eger careke din ez herim sitargehê, teqez ez ê destvala neçim.
Hinek ji wan bi sê lingan bûn, hinek jê bi çavekî bûn û hin ji wan mabûn çerm û hestî; serî bi vî alî de, qûn bi wî alî de diçû û ji lawaziyê ditewtihîn. Ew çend lawaz bûn, edetî hestiyên wan di çermê wan re diçûn. Çirûska jiyanê di çavên wan gişan de tefiyabû û ruh digerandin; hemûyan serî ji çarenûsa xwe re tewandibû û li benda roja mirina xwe bûn.
Li vê derê ez têgihiştim ku Gurzo ne yek ji van kuçikan e.
Min cûreyekî kûçikên din jî dît. Ev cûre kûçik jî bi zikekî têr û duyê birçî dijiyan. Aha ev cûre kûçik, kûçikên parîkan bûn. Kê parîkekî nan biavêta ber wan, teriya xwe dihezikand û li ber devê deriyê hewşa wan direyan.
Heşayî Gurzo, Gurzo ne kûçikek ji van kûçikan bû.
Min hinek kûçikên din jî dîtin. Bi goştên kelandî dihatin xwedîkirin. Te mû ji wan bikişanda, dê dohn tê re bavêta. Meriv digot qey te bi destan, goşt hepisandiye bin eyarê wan. Qelew û çavsorî bûn. Di pişt deriyê hesinî de û bi zincîrên sitûr girêdayî bûn. Ji gewîtî, edetî dibeziyan siha xwe. Piştî wextekê aqilê wan çelq dibû û heta xwediyên xwe yên xwedî jî, nas nedikirin.
Bê guman, Gurzo ne kûçikek ji van kûçikan bû jî.
Gurzo ne ew e, ne ew e û ne yê din e! Baş e, lê Gurzo kîjan e?
Gelo Gurzo reşê şevê ye?
Gelo Gurzo lehengekî kesnedîtî ye?
Bersiv di romana Gurzo de nixumandî ye.
Bi kelecan, ez jî li bendê me.
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 72′yê de hatiye weşandin. 2018.1.15