Bûyerpress
Cenkar Salih Qadê
Di ser şoreşa Sûrî re 6 sal derbas dibin. Şoreşa ku Kurd û Ereban bi hev re li dar xist û bi mebesta rizgarbûna ji rêjîma Esed, serî hildan.
Ev şoreş di gelek qûnaxan re derbas bû; ya destpêkê xwepêşandanên aştiyane ji aliyekî ve û ji aliyê din ve bikaranîna tundûtîjiyê ji hêla rêjîmê ve bû.
Paşê biçekirina rikberiyê û destêwerdana Rûsya û Îranê. Her wiha parçebûna dijberiyê li gorî berjewendiyên welatên piştevan û dûrbûna wê ji armanca şoreşê.
Ji hêleke din ve diyarbûna rêxistinên tundrew ên mîna Nusra û DAIŞê û tirsa civaka navneteweyî ji kiryarên wan (Nemaze piştî ragihandina xîlafeteke islamî).
Û yek ji wan qonaxên ku aniha rêz dikim: Êrîşên DAIŞê û hin komikên rikberiyê li ser devera Kurdî ya ku ji aliyên aborî û erdnîgarî ve girîng e. Herî dawî jî damezrandina Hevpeymana Navdewletî ya Şerê li Dij DAIŞê û destekdayîna Kurdan, bo rûbirûbûna DAIŞê…
Helbet rewşa devera Kurdî hindekî cuda bû, ji ber ku Kurdan ta radeyeke baş karîbû xwe dûrî şer bikin.
Lê piştî êrîşên DAIŞê û komikên tundrew, êdî Kurdan êrîşên wan têk birin û bi alîkariya balafirên Hevpeymanê, piraniya deverên Kurdî rizgar kirin û berê xwe dan deverên din ên mîna: Minbic, Reqa û gundewarê Dêra Zorê.
Lewra Tirkiyê ket liv û tevgerê, û bi awayekî nehênî bi rêjîmê re giha rêkeftinekê; da ku rêjîm bihêle ew derbasî Sûryayê bibe û rê li pêşiya yekirina devera Kurdî bigire. Her wiha da ku li beramber, Tirkî “Helebê” û çend navçeyên din radestî rêjîmê bike.
Rêjîmê bi xwe jî karîbû bi piştevaniya Rûsyayê, gelek deveran ji dest DAIŞ û rikberiyê derxîne.
Ji aliyekî din ve li rojhilata Çemê Feratê, Amrîka piştevaniya Kurdan kir û li ser dabeşkirina deverên oparasyonan, wê û Rûsyayê li hev kir…
Lê îro şerê li dij DAIŞê ber bi dawî ve diçe, rêjîm gefê li Kurdan dixwe û her yek ji Tirkî û Îranê fişarê dikin da ku nehêlin Kurd bi şandeyeke serbixwe beşdarî kongreyên Geneve û Sochi bibin.
Tevlî ku Rûsya û Amerîka vê yekê dixwazin jî, lê ta niha çi fişar li rêjîm û rikberiyê nekiriye, da ku beşdarbûna Kurdan bipejirînin.
Her wiha Amerîka helwesteke zelal li ser paşeroja Kurdan li Rojavayê Kurdistanê diyar nekiriye, û tenê tekezî li ser tunekirina DAIŞê dike.
Dibe ku piştî tunekirina DAIŞê, êdî Amerîka tevahiya hêzên xwe ji Rojavayê Kurdistanê vekişîne û wekî êrîşa hêzên Iraqî li ser Kerkûkê, rêjîma Sûrî jî êrîşî Kurdan bike..
Ji lew re baweriya Kurdan hew bi Amerîkayê tê û bêhtir hêviyan li ser helwesta Rûsyayê ava dikin…Pêwîst e Kurd pêşbîniya hemû egeran bikin û kar bikin, da ku mafên gelê Kurd di destûra nû de parastî bin.
Ev yek erkê ENKSê û TEV-DEMê ye, û gelek xebat ji wan tên xwestin; mîna :
1- Destpêkirina danûstandineke bêmerc. Û li ser bingehê yekrêziya mala Kurdî, bidûrxistina nakokiyan.
2- Damezrandina projeyeke hevbeş ji bo paşeroja Kurdan li Rojavayê Kurdistanê.
3- Damezrandina komîteyên hevbeş, ji bo danûstandinên li gel rêjîm, rikeberî, welatên herêmî û yên zilhêz.
4- Beşdarkirina hemû aliyên siyasî û kesayetên akademî di pêşxistina projeya federalîzmê de.
5- Amadekirina desteyeke taybet bi abornas, zimanas û yasanasan; ji bo xwendin û şîrovekirina mijarên girêdayî Kurdan di destûra nû de.
6- Nîşandana wê yekê ku Kurdên Rojava tu caran nabin gef li ser welatên derdorê.
7- Damezrandina komîteyên civakî bo encamdana lihevhatinan di navbera pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê de, da ku bûyerên nexwestî rûnedin û rêjîm nikaribe aloziyan li Rojavayê Kurdistanê durist bike.
8-Damezrandina fermandariyeke leşkerî ku hemû hêzên Kurdî li xwe bigire, da ku ji nû ve ew hêz bêne birêkxistin.
9- Karkirina li ser peydakirina pêdiviyên jiyana welatiyan û lipêşxistina dezgehên xizmetguzarî.
10- Sûdgirtina ji guhertin û bûyerên ku li Rojhilata Navîn rûdidin .
Û divê em bizanin ku Rojavayê Kurdistanê girîngiyeke wê ya aborî, ciyografî û siyasî heye û hemû dijminên Kurdan hewl didin ku tevahiya destkeftiyên Kurdan têk bibin; îcar aliyekî Kurdî bi tena serê xwe nikare keştiya Kurdan bi aramî ji nava firtoneya Sûryayê rizgar bike…
Lewra pîwîst e Kurd mafên xwe yên destûrî misoger bikin, berî ku hêzên Amerîkî ji Sûryayê vekêşin û rêjîm êrîşî Rojavayê Kurdistanê bike.
Ji ber ku hevsengiya hêzan, qet ne di berjewendiya Kurdan de ye.
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara 72′yê de hatiye weşandin. 2018.1.15