Bûyerpress
Azad A-Z-X
Mihrevanî: Giranbuhatirîn merdî û bêhtirîn dayîn li ba XWEDA ye. Naziktirîn peyv, hêjatirîn û pîroztirîn hest li ser rûyê zemînê ye.
Mihrevanî, çenda şîrîn û nerm, li ser ziman û lêvan e!!
Çi ev peyv li ser ziman û lêvên min, bi saz û awaz e!!
Hest û dilê min zîz dike. Vîn û şiyanên min hêrs dike, canê min hembêz dike, leşê min dilerizîne.
Çi tîpên vê peyvê, bi naz û narînî li hev hatîne M_I_H_R_E_V_A_N_Î_!!!!!
Di kêlîkên herî zû de, min Dibexşîne. Di dema lez û zû de, min hembêz dike, hêmin dike, min diparêze, li min dibe xwedî, min dispêre cihê aram û aştî.
Hest û evîna min bilind dinirxîne, hest û dilê min tu carî, birîn nake, naşikîne.
Her dem û berî her dermanan, li ser birînên dil û can; derûn û leşê min dibe hetwan û belsem.
Mihrevanî zû dibe hêsir û rondik, dibare ji çavên min, diherike li ser hinarkên rûyê min, min ji gunehan dişû.
Dihêle ku ez hest bi şîrîniya jiyanê bikim û bi hêvîdarî li asoyên ezmanan binerim.
Mihrevanî dihêle ku ez bi erkê mirovahiya xwe rabim, dilsoz bibim, bawermend bibim, hestyar bibim û hest bi azadiyê bikim.
Mihrevanî, mirovahiya min dişû, zelal û sade dike, şîrove dike. Mihrevanî, daxwaz û wateya hebûn û jiyanê ye, reng û wêneyên cîhanê ye.
Dema ronahiya rojê her tiştî, zelal û sipî dike, bêdeng û bi nazikî di her derên reş û tarî de diyar dibe, tîrêjan vedide; mihrevanî ye.
Dema ronahî hêlma xunavê ya li ser dêmên jiyanê diçirûsîne û dibarîne, difûrîne, libên ava xunavan bê beranber û bi merdî diçirûsîne; mihrevanî ye.
Her demî û ji her tiştî re mihrevanî dibe derman û çareserî. Mihrevanî pîroziya evînê ye, evîn pak û pîrozbûna mihrevaniyê ye.
Berî mirov hest bi mirovahiya xwe bike, pêşiyê hest bi mihrevaniyê dike. Anku mihrevanî mirovahiyê bi ron û zelalî şîrove dike.
Bûyerên rastîn ên ku bi min re, rûdayîn…
Bûyera Yekem:
Ji mêj de ez li mihrevaniyê digeriyam, lê min li vî welatî nedidît ( Welatê min, Rojavayê Kurdistanê).
Lê nebûna mihrevaniyê ez nediêşandim, jana nemihrevaniyê min nekişand. Hest û dilê min birîn nedikir, li ba mirovên vî welatî. Min mihrevanî nedît û hest pê nekir, ne li bBajarê Şamê, ne jî li Başûrê Kurdistanê.
Lê her demî hêvîdar bûm, ku mihrevanî dê hebe û diyar bibe, ew jî bi hebûna evînê û bi rûdana hestên nazik û zîz, ji dilên pak û zelal û soz. Rojek ji rojan……
Bûyera Duwem:
Di Gulana 2015’ê de, min li bajarê Qamişlo kar dikir, karê bazirganiyê ( Dikana keresteyên xwarinê û pêdviyên rojane ).
Kar û danûstandina min bi mirovên civakê re bû. Kirîn û firotina min bi mirovên bajêr re bû. Li gorî rewşa heyî ya aloz û nearam, hem bi tirsa rûdana şer, hem kuştin û malwêraniyê, bazdan û koçberiya ji welat û bihîstina nûçeyên nexweş, bi bandor bû.
Her kes bêhêvî, bi tirs, bêgirnijîn û bêmad xuya dikir. Çavnebarî, nehezî hebû, çavtêrnebûn, qurebûn û paşketina civakî diyarde bû. Rêzgirtin û hevbawerî di navbera mirovên civakê de nebû. Min dît her kes, li rû bi rûyê bêhêvîtiyê, bêhêvî dibe; kes li kesî nedibû xwedî. Ji ber van sedeman, evîn û mihrevanî windayî bûn.
Min car caran ji mirovên kiryar ( Bikir) Û yên bajêr re, dabaş û çêla evîn û mihrevaniyê, hem hêviyan dikir. Lê bê sûde bû, bê çare bû.
Piştî demekê, hêdî hêdî nebûna mihrevaniyê ez diêşandim û min hest bi nemihrevaiyê dikir. Jana nebûna mihrevaniyê, min ji kûrahiya dil û hestê xwe yî nazik û zîz û ji mirovahiya xwe yî sade û bêguneh dikişand.
Ji nebûna mihrevaniyê, dil û hestê min şikest û birîn dibû. Her dem û her kêlîk, min hest bi nemihrevaniyê dikir, digiriyam, rondik û hêsir dibariyan. Mirovahiya min melûl û canbêzar dibû, min hest bi tenêbûn û bêkesiyê dikir. Hêvîşikestî bûm, baweriya min bi her kesî re şikest.
Min xwe diavêt li ber bextê hêviyan û bendewariya mihrevaniyê, nazikiyê. Min xwe diavêt hembêza evîn, mûzîk, stran, saz û awazan…..
Bûyera Sêyem:
Di rojên meha 11’ê de (21-22-23-23…) li sala 2015’ê…
Miroveke pîrozdar û xwediya mirovahiyeke pak û bilind, di jiyana min de bi rojane dihat û diyar dibû…
Xwendekareke keç î kurdewar bû. Rûmetdar, bihadar û dilnewaz bû. Serbilind û bi şanaz, hêvîdar bû. Ez li hêviya wê dimam, di dema hatina wê de, heta hat û dibûrî. Heta hat û vedigera jî…
Nûgihayeke nazik û mihrevan bû. Dil û hestê wê yî ron î zelal, dil û hestê min geş û pîrozî dikir, mirovahiya min hembêz dikir. Evîna min dibir. Girnijîna lêvên wê mihrevanî bû, dema digirnijî, çirûsk vedida.
Evîna wê jiyana min diguhert. Ew û evîna xwe diket nava dil û canê min. Bi hebûna wê , bi evîna min û wê mihrevanî diyar dibû.
Zivistan sar û tarî bû, evîn difûriya hêlim jê rabû, dibû mihrevanî dibariya, baran dibariya, rondik û hêsirên çavên min dibariyan, dibariyan, dibariyan,dibariyan…
Dihêla ku ez mihrevaniyê bibînim.
Her cara dihat û diyar dibû, bêhna mihrevaniyê dihat, min hest bi mihrevaniyê dikir.
Bang bo mihrevaniyê…
Bang bo romantîkiyê, da ku em di vê jiyanê de, hest bi mihrevaniyê bikin.
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 72′yê de hatiye weşandin. 2018.1.15