Bûyerpress
ARAM HESEN
Da ku mirov karibe di roja me ya îro de pêşketinên zanistî di hemû aliyên jiyanê de rihet bişopîne, fêrbûna zimanekî biyanî bûye hewcedariyeke mezin.
Ji ber vê yekê her kes dixwaze xwe hînî zimanekî din bike û bi taybet kesên rojnameger, siyasetmedar, lêkolîner û rêvebir…
Her wiha malbat jî, zarokên xwe hîn di temenên biçûk de ber bi zimanên biyanî ve diajonin, bi taybet ber bi zimanê Ingilîzî ve(Zimanê zanist û teknolociyê, wekî ku tê binavkirin).
Ji vê yekê girîngiyeke mezin didin vî alî, bi mebesta ku karibin bi hêsanî zanistê bi hemû pêşketinên wê yên nûjen ve bişopînin û bi dest bixin.
Bê guman fêrbûna zimanekî biyanî girîng û pêwîst e, her wiha tiştekî rast û durist e; ji ber ku ji bo veguhastina zanist û teknîkê ferz bûye. Her wiha gelek sudên din ên fêrbûna zimanekî din hene.
Mirovê ku fêrî zimanekî biyanî dibe, tê wateya ku fêrî çandeke nû, dîrokeke nû; nerît, irf û adetên nû dibe…Ev zimanê nû, alîkariya wî di fêmkirin û naskirina kes û gelên din de dike. Her wiha dibe navgîneke pir baş ji bo danasîna gel û dîroka xwe bi gelê din.
Hem jî mejiyê wî çalaktir dibe û asta hizirîn û afrandinê li bal wî bilindtir dibe û di aliyê aborî de jî gelek derfetên kar ên nû li pêşiya wî vedike.
Lê tişta ku gerek e mirov jê haydar be û baş zanibe ew e ku divê fêrbûna wan zimanan ne li ser hesabê zimanê mirov ê resen be, anku zimanê dayîkê be.
Divê mirov ji zimanê xwe yê zikmakî nereve, biçûk nebîne û zimanên biyanî di ser re negire.
Mixabin, di roja me ya îro de ev halê gelek Kurdan e. Kurdên ku xweşikbûn û bedewiya zimanê xwe yê Kurdî nabînin û dewlemendiya wî hîs nakin. Her wiha zimanê xwe bi bêsûd û bêpaşeroj dinirxînin û di gelek cihan de jî li dij derdikevin..!
Nizanin ku dema ew nirx û qîmet didin zimanê dayîka xwe û bi serbilindî fêrî dibin û pê diaxivin, ew qasî ew ziman bi pêş dikeve û di çavên her kesî de mezin dibe.
Her wisa pêwîst e zanibin ku pesendkirin û mikurhatina li vî zimanî, ji wan dest pê dike. Çi qasî asta pêhesîna wan bi girîngiya zimanê Kurdî mezin be, ew qasî ziman tê parastin û bi nirx dibe.
Tişta hêja ye mirov zanibe ew e ku bikaranîna zimanê dayîkê di daneheva zanist û perwerdeyê de û fêrbûna zimanê dayîkê, wekî ku hemû lêkolîner û zanyarên pskolojiyê teqez dikin, tiştekî pir girîng e.
Zaroka ku fêrî zimanê xwe yê zikmakî nebe û di vî alî de ne têr be, dê di paşerojê de her danehev û wergirtina wî ji zanist û perwerdeyê re kêm bimîne. Ji ber vê teqez dikin ku nabe zarok fêrî tu zimanan bibe heta baş fêrî zimanê xwe yê dayîkê nebe.
Yan jî herî kêm bingeheke wê zarokê ya saxlem û xurt di vê der barê de çêbibe, ta ku karibe di demên pêş de zanînê bi awayekî baş bigire.
Tişta vê yekê jî piştrast dike ew e ku piraniya welatên dunyayê, zarokên xwe di salên pêşîn ên xwendinê de tenê fêrî zimanê wan dikin û piştre zimanên biyanê derbasî metiryalan dikin .
Gelek ziman li cîhanê hene ku hem bi kevinbûn, hem jî bi dewlemendiya xwe bi gelekî ji zimanê Kurdî kêmtir in; lê tevlî vî tiştî jî, dest ji zimanê xwe bernadin û pê serbilind in.
Li hemberî wan zimanan, zimanê Kurdî zimanekî kevnar û pir dewlemend e û gelek şaristanî di seranserî dîrokê de hewandine; tevlî wê jî gelek Kurdên me ji vê rastiyê dûr in û nirxê vî zimanî nizanin.
Pêwîst e em zanibin ku ziman hêmanê sereke yê avakirin û lipêşxistina kesayet, nasname û çandê ye. Her wiha ziman alava sereke ya peywendiyên civakî û bipêşvebirina zanebûna mirov e. Dêmek her perwerdekarek, her wiha dê û bav pêwîst e zarokên xwe ber bi zimanê dayîkê ve biajonin û vê girîngiyê bi wan bidin naskirin.
Di dawiyê de em gotineke NÎLSON MANDÊLA di vê der barê de bîr bixin:
“Dema ku tu bi mirovekî re bi zimanekî ku jê fêm dike diaxivî, axaftina te digihêje mejiyê wî. Lê dema ku tu bi zimanê dayîka wî pê re diaxivî, axaftina te digihêje dilê wî.”
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 72′yê de hatiye weşandin. 2018.1.15